Dewleta tirk ji bo ku axa başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike bi PDK’ê re di nava hevkariyê de ye. Ji bo vê yekê jî hevkariyek qirêj tê meşandin. PDK û serkirdeyên wê ango Barzanî jî vê hevkariya qirêj venaşêrin. Dema ku rayedarek dewleta tirk diçe cem wan gelekî kêfxweş dibin. Beriya bi çend mehan wezîrê karê derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan li cem Barzaniyan bû. Hakan Fîdan jî kesekî ne ji rêzê ye û peyayekî Erdogan e. Deh sal zêdetir serokê îstîxbaratê bû û çiqas karekî qirêj hebe li dijî kurdan meşandiye.
Piştî Hakan Fîdan jî hevdîtinên li gel rayedarên PDK’ê nesekinîn. Hefteya derbasbûyî serokê îstîxbaratê ango yê ketiye şûna Hakan Fîdan ew jî Îbrahîm Kalin e û çû cem Barzaniyan. Herî dawî jî wezîrê şer ê dewleta tirk Yaşar Guler û serokê fermandariya artêşa tirk Metîn Gurak li cem Barzaniyan bûn. Bêguman ev hevdîtinên têne kirin ne ji xêrê re ne.
Dewleta tirk û rayedarên wê tiştekî ji bo xêrê nakin. Eger ji cihê xwe rabûne û çûne ber lingê Barzaniyan, wê demê di hevdîtinan de bazariyek mezin a qirêj heye. Ev peymanên veşartî jî wê di rojên pêş de xuya bikin. Barzanî û PDK bi salane ku hevkariyeke qirêj bi dewleta tirk re dikin. Herduû jî li ser heman kiryarên xerab tevdigerin. Armancên wan yek in. Lê li vê derê mirov difikire û dipirse; qaşo PDK partiyek Kurdî ye û qaşo ji bo Kurdistanê dixebite. Wê demê çima xizmeta dagirkeriyê dike ?
Ji bo Barzaniyan û PDK’ê gelek tişt hatine gotin û hê jî tên gotin. PDK ji ber van gotinan li ber xwe nakeve û hê jî xizmeta dagirkeriyê dike. Her kes dizane ku dewleta tirk dijminekî sondxwarî yê kurdan e. Derdê dewleta tirk ew e ku kurd nebin xwedî statu. Sed sal zêdetir jî siyaseta vê qirkirinê dike. Lê derdê PDK’ê çi ye ew nayê zanîn. Eger derdê PDK’ê jî heman tişt be, ew kesên li dora PDK’ê dicivin çi dixwazin ?
Divê ji ber vê siyaseta qirêj PDK were teşhîrkirin. PDK êdî wekî partiyek kurdî neyê dîtin. PDK bûye baskekî şerê taybet ê dewleta tirk. Barzanî jî bûne walî û qeymeqamên dewleta tirk. Dibe ku dewleta tirk wan di wê astê de jî nabîne. Erdogan û rayedarên dewletê wekî xulaman li wan dinêre. Tenê kar datîne pêşiya wan û li encaman dinêre.
Barzaniyan bi vê siyaseta xwe axa başûrê Kurdistanê dane ber dagirkeriyê. Niha jî vê yekê têrker nabînin û dixwazin tevahiya partî û rêxistinên li başûr jî têxin xizmeta dagirkeriyê. Di encama vê siyaseta qirêj de kurd tên qirkirin û welatê kurdan tê dagirkirin. Kurd û kurdistanî divê vê yekê qebûl nekin û li dij derkevin. Divê Barzanî û PDK zanibin ku welatê wan ne bêxwedî ye û ne di bin têkela wan de ye. Heta heta wê ev rêveberî di destê Barzaniyan de nemîne û dawiya desthilata wan jî were. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi rihekî netewî yê Kurd heye. Eger kurd talûkeyên li pêşiya xwe zû bibînin, dikarin pêşî li encamên xerab jî bigrin.