Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin

Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin ku li dijî tecrîda Îmraliyê bedena xwe dabû agir.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin ê Wanê, li Mêrdînê meşa xwe didomîne. Meşvanên Azadiyê ku hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de serdana malbata Bûbo Taş ê di 12’ê çileya 2023’yan li Taxa Îstasyonê ya girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike laşê xwe da ber agir, kirin.

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya di serdanê de axivî û wiha got: “25 sal in tecrîdeke girankirî li ser Ocalan heye. Ji bo êşên mezintir neyên kişandin em ketin rê. Heta Ocalan azad bibe dê têkoşîna me jî bidome. Bila aştî pêk were û gelê kurd ji bin zilmê derkeve. Em naxwazin heman êşan bikişînin.”

Keça Taş, Havva Taş jî wiha got: “Şehîd şehîdê me hemûyan e. Azadî dê ji bo me hemûyan were.”

Serdan bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar