Hejmara 217’an a Rojnameya Xwebûnê ku heftê rojekê derdikeve, vê hefteyê bal kişand ser Meşa Mezin a Azadiyê ku ji Qers û Wanê dest pê kiriye û ber bi Amara ve didome. Rêwiyên Meşa Azadiyê dibêjin ku ji bo azadiya fîzîkî ‘Ev dem ew dem e’ û dixwazin wî ruh û tevgerê ji nû ve zindî bikin.
Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “Îmrali de têkoşînêko bêemsal” cih da analîzek kirmancî û bal kişand ser têkoşîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ku mînaka wê tune ye. Rojnameyê di binmanşetê de bi sernavê “Tundiya dijîtal û çanda betalkirinê” cih da analîza nivîskara Rûpela Jin Şîndar Akinci û bal kişand ser tundiyê.
Rojnameyê dîsa cih da nivîsên rûpela Jin û nivîsa Adar Gulan a bi sernavê “Serfirazî gengaziya têkoşînê ye” derxist pêş. Adar Gulan di nivîsa xwe de dibêje “Her ku serdestiya-mêr xurt bû, civak ji rastî, agahî, zanyarî, çand û heqîqeta xwe dûr ket! Îkitîdara ku her diçe zeximtir dibe, ji wêrankirina bîra civakê ye ku nema rastî tê veşartin. Ya qenç ku desthilatdarî, ji darê kotekê fêm dike.” Rojnameyê dîsa nivîsa Nivîskar Felemez Ulug a bi sernavê “Xeta hevkarî û xiyanetê li ser kar e” derxist pêş û bal kişand ser hevkariya malbata Barzanî ya bi Tirkiyeyê re.