Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gerîla di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bi israr in

Gerîlayên azadiyê diyar kirin ku tu hêz nikare Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji gerîla û civakê dûr bixîne û ev tişt anîn ziman: “Weke milîtanên Rêbertî em sozê didin ku têkoşîna xwe mezin bikin. Çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewleta tirk a faşîst tarûmar kiriye. Sala 2024'an wê azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bike, baweriya me ya ji vê yekê mezin e.”

Hêzên hegemon di 9’ê cotmeha 1998’an de bi derxistina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest bi komploya navndewletî kirin û di 15’ê sibata 1999’an de Rêber Apo raderstî Tirkiyeyê kirin. Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî ya mutleq de tê ragirtin û 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi fikr û ramanên Rêber Apo bi hêz bûne derbên giran li dewleta dagirker a tirk dixin. Gerîlayên azadiyê bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî nerînên xwe anîn ziman.

Ji gerîlayên HPG’ê Dilxwaz Teyî anî ziman ku di şexsê Rêber Apo de komplo li dijî gelê kurd hate kirin û wiha got: “Armanc ji komployê ew bû ku çand, ziman û mafê jiyanê ji gelê kurd bê standin û bê qirkirin. Di şexsê gelê kurd de xwestin daxawza azadî û wekheviyê ya gelên bindest tune bikin. Di dîrokê de ji bo ti rêberî çalakiya xweşewitandinê yan jî fedaî nehatiye kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo gelek mirovan bêteredût xwe feda kirin. Gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’.

Gerîla bi çalakiyên xwe destê Rêber Apo xurt kirin

Rêberê me di nava her şert û mercî de têdikoşe ku em jî ji vê têkoşînê hêzeke mezin werdigirin. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û milîtanên Rêber Apo em li çiyê şer dikin, têdikoşin. Çalakiyên dema dawî nîşan didin bê îrade û baweriya gerîla çiqasî mezin e. Van çalakiyan hilweşîneke mezin bi serê artêşa tirk a faşîst ve aniye, destê Rêberê me xurt kiriye. Ji bo kurdên ku xiyanetê dikin, rûmeta xwe bi çend qurişan difiroşin bûye bersiveke mezin. Em di wê baweriyê de ne ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê di sala 2024’an de misoger bibe.”

Gerîla dewleta tirk a faşîst tarûmar kiriye

Ji gerîlayên YJA Starê Milîtan Zagros jî bi bîr xist ku Rêberê Gelê kurd ji bo gelan û hemû bindestan paradîgmaya xwe dispêre wekhevî û azadiyê afirand û destnîşan kir, hêzên hegemonîk ji vê yekê tirsiyan. Milîtan Zagros diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê kurd li çar aliyên cîhanê belav bûye, aqil û sîstema dewletê lawaz kiriye û got, “Dewlet ewqasî civakê difetisîne, xizan dihêle û ditepisîne ku fikrên Rêbertî mîna deryayekê li her derê belav bûne. Civak azadiya xwe di nava îdeolojiya Rêberê me de dibînin. Weke milîtanên Rêbertî em sozê didin ku têkoşîna xwe mezin bikin. Çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewleta tirk a faşîst tarûmar kiriye. Sala 2024’an wê azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bike, baweriya me ya ji vê yekê mezin e. Em ê ti carî nehêlin ku dijmin li Kurdistanê bigihêje armanca xwe.”

Serweriya psîkolojîk di destê gerîla de ye

Ji gerîlayên HPG’ê Derwêş Kaziwa jî destnîşan kir ku Rêberê Gelê kurd hem bi berxwedana xwe û hilberîna xwe komplo pûç kir, hem jî bi îdeolojiya xwe ji Rojhilata Navîn belavî cîhanê bû. Derwêş Kaziwa anî ziman ku gerîla di her şert û mercî de li artêşa tirk a faşîst dixe û got, “Di şer de serweriya psîkolojîk di destê gerîla de ye. Kurdistan ne ya dewleta tirk e, leşkerên xwe ji bo şerkirinê dişîne Kurdistanê. Li Kurdistanê parçeyekî me nîne ku em bidin dewleta tirk. Kurdistan wê ji leşkerên tirk re bibe goristan. Ji xwe bi wî rengî dibe.”

Derwêş Kaziwa ragihand ku di pêvajoya heyî de tenê şermezarkirina komployê têrê nake, divê ji holê bê rakirin û got, “Her kes divê li gorî hêza xwe tevkariyê bike. Gerîla çalakiyên gelekî xurt lidar dixin. Di şerê gel ê şoreşgerî de gel û gerîla divê hevdu temam bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêberê me tê wateya azadiya gelê kurd, azadiya gelê kurd jî tê wateya azadiya gelên cîhanê.”

Gerîla di azadiyê de bi israr in

Ji gerîlayên HPG’ê Amed Başûrî jî amaje kir ku bi bandora Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan a li ser gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir û wiha axivî: “Dewleta tirk ji bo têkiliya navbera gel û Rêberê me de qut bike tecrîdê di nava tecrîdê de ferz dike. Em gerîla û gel vê yekê qebûl nakin. Hevrêyên me yên li zindanan di greva birçîbûnê de ne. Kampanya ku tevgera me da destpêkirin, gelekî bal kişandiye. Ji gelek derdoran li cîhanê ji bo Rêberê me çalakî têne lidarxistin, gerîla jî li çiyê çalakiyên mezin dikin. Em di têkoşîna xwe de bi îdîa û bi biryar in. Tu hêz nikare me ji Rêberê me dûr bixîne. Manewiyata me Rêberê me û hevrêyên me yên şehîd in. Eger em nikaribin ji Rêber Apo agahiyê werbigirin, çalakiyên me wê bandoreke hîn mezin dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar