Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Yek ji armancên komployê têkbirina vîna jinê bû’

Jinên ereb diyar kirin ku azadiya jinan bi saya projeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatiye û wiha axivîn: “Yek ji xalên girîng a projeya neteweya demokratîk a ku Rêbertî pêşkêş kiribû azadiya jinê bû.Ji ber vê yekê armanca komployê têkbirina projeyê û vîna jinê bû."

Hêzên hegemon di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê û ev 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û 3 sal in agahî jê nayê girtin. Jinên ji pêkhateyên ereb ên Helebê derbarê salvegera 25’emîn a komploya navdewletî de nerînê xwe anîn ziman. Semar Ellalî ya ji pêkhateya ereb di destpêkê de bal kişand ser bandorên fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wiha got:”Dema min fikir û felsefeya Rêbertî nas kir, min dît Rêbertî her daxwaza azadiya jinê dike. Bi taybet dixwaze jinên bindest ên di civaka kurd de azad bibin. Ev yek jî bi şoreşa Rojava re hat temsîlkirin û dengvedanek wê li tevahî cîhanê çêbû. Ji ber ku beriya pêkhatina şoreşa Rojava her wiha beriya belavbûna felsefeya Rêbertî jin wekî kole dihatin dîtin. Lê di roja me ya îro de jin daxwaza azadiya xwe dikin û li dijî koletiya heyî serî hilda. Ev yek jî bi saya felsefeya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bû. Bi saya felsefeya Rêbertî li hember koletiyê jinê serî hilda.”

Bi komployê re êrîşî vîna azadiya jinê kirin

Semar Ellalî da zanîn ku azadiya jinan bi saya projeya Rêber Apo pêk hatiye û  ev tişt anî ziman: “Loma jî yek ji armanca komployê têkbirina projeyê û vîna jinê bû. Yek ji xalên girîng a projeya netewa demokratîk a ku Rêbertî pêşkêş kiribû azadiya jinê bû. Ji ber ku bi azadbûna jinê re civakek azad tê afirandin. Ev yek ne li gorî sîstema desthilatdaran e. Ji bo ku ev proje were têkbirin dest bi komploya dîlgirtina Rêbertî kirin û bi riya vê yekê planên xwe yên li dijî vîna jinê jî nû kirin. Di encamê de hêz û vîna jinê jî kirin armanca xwe û di dawiyê de bi destê dewletên komploger Rêbertî hat dîlgirtin. Ji ber projeya neteweya demokratîk ji dewletên desthilatdar metirsiyek bû loma bi salan e Rêbertî di Îmraliyê de dîl tê girtin.”

‘Daxwaza me azadiya Rêber Apo ye’

Ji pêkhateyên ereb Semar Ellalî anî ziman ku wê hêz û vîna xwe ji felsefe û pirtûkên Rêber Apo girtiye û wiha pêde çû: “Ez jinek ji pêkhateya ereb im lê ji ber hezkirina min a ji felsefeya netewa demokratîk min pirtûkên Rêbertî xwend. Bi riya vê yekê min xwest ez zêdetir di kar de fikir û felsefeya Rêbertî nas bikim. Min xwest raman û felsefeya Rêbertî ji bo tevahî jinan bidim naskirin. Min xwest bêtir li ser sedema komploya navdewletî bisekinim. Em tevli perwerdeyan jî bûn. Gelek jinan jî xwe tevlî me kirin û xwestin tevlî perwerdeyan bibin. Em vê komploya navdewletî bi tundî şermezar dikin. Rêxistinên mafê mirovan ev 25 sal in bi erka xwe ranebûne. Rêbertî bi karê mirovî radibe. Daxwaza me her azadiya Rêberê me ye.”

Êrîşên li ser Rojava berdewama komployê ne

Jina ji pêkhateya Ereb a bi navê Ferîde Zekeriya jî ji ajansa me re derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha axivî:” Bi derketina Partiya Karkerê Kurdistan re û bi taybet bi belavbûna raman û felsefeya Rêbertî ya li cîhanê, komploya navneteweyî hat destpêkirin. Destê dewleta tirk di vê de hebû. Ji bo dewleta tirk û li hemberî sîstema dewletên komploger projeya netewa demokratîk metirsiyek mezin bû. Loma jî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Her wiha pêşengên ku vê projeyê pêş dixin ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin.”

Ferîde Zekeriya bal kişand ser guhertinên bi saya fikir û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di kesayeta wê de çêbûye û wiha pê de çû:” Bi naskirina min a fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelek guhertin di jiyana min de çêbû. Berê ez jinek bê biryar bûm her wiha her min digot karê min bi sîyasetê çiye? Lê belê bi naskirina min a fikir û ramanên Rêbertî min di nava projeya Xweseriya Demokratîk de bi cih girt. Min got cihê min divê di hemî qadên jiyanê de hebe. Niha ez hîs dikim ku bi rastî ez jin im, mirov im û divê bijîm û bi vî awayî rihê berpirsiyartiyê di min de hat avakirin. Her wiha min armancek danî pêşiya xwe da ku li ser wê kar û xebatê bikim û xwe di her warî de bidim îsbatkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar