Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çavên PE’yê li ser desthilata Herêma Kurdistanê ye

Federasyona Ronûsê derbarê rewşa rojnamegerên di bin zilma çeteyên PDK’ê de ne nameyek ji Parlamentoya Ewropayê (PE) re. YE’yê wiha bersiv da nameyê: “Rewşa mafên mirovan, azadiya ramanê û azadiya rojnamegeriyê ya li Herêma Kurdistanê bi awayekî berfereh hat gotûbêjkirin.”

Çeteyên PDK’ê ji bo nelirêtî û dîktatoriya malbata sîxurê tirkan a Barzanê veşêre rojanmegerên kurd direvîne. Herî dawî edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed revand û 114 roj in agahî jê nayê girtin. Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Serbixwe derbarê rewşa Silêman Ehmed, Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî de nameyek fermî ji Parlamentoya Ewropayê re şand. Parlamentoya Ewropayê bi nivîskî bersiva federasyonê da.

Federasyona Ronûsê di nameyek fermî de bi rêya parlementerên Koma Çep ê YE’yê Nicolai Villumsen Danîmarkî û Malin Bjork çend pirs li ser rewşa azadiya derbirînê, mafên mirov û girtiyên Behdînanê kirin. Ronûs di nameyê de dosyayên Silêman Ehmed, Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî şand Parlamentoya Ewropayê kir.

Derbarê rojnamegerên başûr de name i YE’yê re şandin

Çavkaniyek ji rêveberiya Ronûsê derbarê mijarê de ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Me bi rêya du parlamenteran pirsên xwe gihandin Komîsyona Mafên Mirovan ya Yekîtiya Ewropayê. Wezareta Derve ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bersiva name û pirsên me da û li ser malpera fermî ya Parlamentoya Ewropayê belav kir. Nûnerê bilind yê serokatiyê bersiva pirsan da û da zanîn ku haya wan ji dosyayên Silêman Ehmed, Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî heye. Her wiha ji Komîsyona Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê xwest ku li ser dozan lêkolînan bike, raporê bide Parlamentoya Ewropayê û rêyên hevkariyê destnîşan bike.”

Di nameya Parlamentoya Ewropayê ya derbarê rewşa azadiya ramanê û mafên mirovan li Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin: “Di civîna Yekitiya Ewropayê ya meha tîrmehê de li Brukselê, rewşa mafên mirovan, azadiya ramanê û azadiya rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê bi awayekî berfereh hat gotûbêjkirin. Her wiha sînordarkirina azadiya ramanê li Herêma Kurdistanê mijareke ku Yekîtiya Ewropa li ser nîqaş dike ye.”

Hat gotin ku PE di mijara nîqaşkirina mijarên weke azadiya ramanê û azadiya çapemeniyê de berdewame û wiha domand: “Em ê di hevdîtinên wî yên li gel nûnerên Herêma Kurdistanê û her tim li gel nûnerên Yekitiya Ewropayê yên li welatên cuda de, bi berdewamî heman mijarê gotûbêj bikin. Her wiha em ê li gel rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan, azadiya derbirînê û pêşxistina civaka sivîl li Herêma Kurdistanê li ser xetê bin.”

Bersiva Parlamentoya Ewropayê li ser malpera wê ya fermî wiha ye;

https://www.europarl.europa.eu/doceo/document/E-9-2023-003536_EN.html?fbclid=IwAR1iBZgj4hsEk6fPcpFSnDSbLWuj7SPP6DrRtqQd8YWGO7VcCoQnirEF4pY

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar