Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gerîlayên Azadiyê dagirkerên li ser girekî bi temamî kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) ragihand ku girekî li herêma Zapê ku dewleta Tirk a dagirker lê bi cih bûye, bi temamî ji dagirkeran hatiye paqijkirin.

HPG-BÎM’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li Zapê operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Îro saet derdora 13:00’an de li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî ya Zapê operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan hate lidarxistin. Girê ku dijmin lê bi cih bûbû bi temamî ji dagirkeran hate paqijkirin. Gelek çekên dagirkeran hatin desteserkirin, kon û konteynir hatin şewitandin.”

Hate ragihandin ku gerîlayan di çarçoveya “Operasyona Şehîd Doga Viyan” de 22 çek ji dagirkeran desteser kirine.

Her wiha hat gotin ku di operasyonê de kamerayên mobese yên dagirkeran hatine îmhakirin û depoya cebilxaneyan jî hatiye şewitandin.

HPG-BÎM’ê jî da zanîn ku şewata ku piştî çalakiyê li mewziyan ketiye hê jî didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar