Dewleta dagirker a tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagirkiriye û hewl dide cihên dagirkirî têxe nav sînorên xwe. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gabrîel Şamûn bang li hikumeta Şamê kir ku yekitiya xaka Sûriyeyê biparêzin û li ber zêdegaviyên dewleta tirk a dagirker bigirin. Şamûn bal kişand ser avakirina dîwaran di herêmên dagirkirî û got avakirina dîwaran ji dema desthilata Osmaniyan ve didome.
Gabrîel Şamûn bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember sûcên dewleta tirk û guhertina demografiyê, rexne kir. Şamûn bang li tevahî aliyên sûriyeyî kir ku li hemberî binpêkirin û siyasetên dewleta tirk a dagirker a dagirker rabin û siyasetên wê yên parçekirina herêmê bibînin.