Rejîma darvekar bi tawanbariyên bêbingeh kurdan digire û darve dike. Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, duh girtiyê kurd Îrec Pakî li girtîgeha navendî ya Erdebêlê hate darvekirin.
Hat gotin ku Îrec Pakî roja 18’ê sibatê biribûn hucreya yekkesî û piştî rojekî, yanî duh hat darvekirin.
Li gor agahiyên hatine parvekirin, Îrec Pakî (38) xelkê gundê Stunreş a girêdayî navçeya Selmas a Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Lı gorî Rêxistina Mafên Mirova a Îranê dewleta Îranê ji destpêka sala 2024’an ve herî kêm 80 kes bi darve kirin ku piranî ji wan kurd û Belûcî bûn. Di nava kesên hatine înfazkirin de 2 jin jî hene.
Li gorî heman çavkaniyê di sala 2023’yan de herî kêm 740 kes, ji sala 2010’an ve jî 7909 kes hatine darvekirin.