Tîrêjên rojê xwe di nava ewran de li ser derdor belav dike, hewayek xweş û bêdengiyek bêhempa ya ji gengeşeyan dor xuya dike. Çend darên ku li beramber xuya dikin bi reng û dengê çukan xwe xemilandine, weke bi hevre senfoniya jiyanê distirin kêfxweşin. Êdî roj destpê dike, bi werana pelên darê re dengê qeb qeba kewan ji dor tê, suskên ku li peywan ketine xweşiktiyek cuda dide herêmê. Bi wana re xwezaya bê dem çiqasê xweşike. Xwezaya ku ne aydê tu gruban, civakan, welatan yan jî kesan, xwezaya me ya aydê me tevan. Kolana ku tê re derbaz dibim bi destên xweşik dîwarek hatiye hunandin, bêhna kulîlkên cor be cor li derdor belav dibe di bin baskên kevokan de. Tepeyê li pişt min tejî kevir, zuha û bê renge, kuraniyek dor û bêdengiyek kur belav dikir. Ji vê xweşiktiyê dorketin, bi karên rojane mirov tune dikin re jiyan kirin, tenêtî, nexweşî, acizî, bêçaretî, hemtaltî, bêhestbûn, bêrîkirinên sexte, heskirinên bê wate dide xuluqandin. Di heman demê de kuştin, xapandin, qirêjî, birçîtî… dide afirandin.
Bi vana ve girêdanbûna xwe çêkirin xirab bune; xirabbuna bawerî, pîsikolojîkî û azadiyê ye. Li pey meqam, pere, hêz, desthilatdarî û daxwazan ketin vê xirabbunê parçetir dike. Di nava asîmanê şîn û xweşiktiya xwezaya ruyê erdê de zêhna qirêj tune dibe. Hemû hestên me bi xwezayê re bûna yek re vekirî dimîne. Bi xwe berdana nava malan de êdî ev xweşiktî tune dibe û cihê xwe ji gengeşeyên bê navber re dihêle. Mirovên xwe bi şeklên cuda xemilandî, her yek ji wan di nava telaşeke xwe bigihîne cihekê de bûn, rûyên sar, silavên ketî, axaftinên beredayî bi xwe re digerandin. Di nuçeyên destpêkê de bi awayeke lezgîn di got dîsan dewletekê êrîşî dewletek din kir, bi dehan kes jiyana xwe ji dest dayî, birîndar, malên wêrankirî, zarokên bê lîstok mayî… li kêleka vê jî hîna mirov ji siyasetmedar û hukumeta xwe bawer dikin û wisa dizanin wê ew çareseriyekê peyda bikin.
Çareseriya wan jî bi kuştin û êrîşkirina dewleta berambere. Bi gotinên xwe yên xemilandî, bi kevneşopiya xwe ya hezarsalî, bi daxwazên demê pêş de bide, bi olê xwe, bi netewa xwe, bi hêza xwe hîna jî civakê dixapînin. Hîna jî divê çaxê de jî mirov bi pirsgirêkên olî, netewî, şiddet, tecawuz, kuştin û qirêjiyên heyî re jiyan dike û bi saya vana têne kuştin. Bi zêhneke teng û zihniyeteke hatî şêwedan re dixwaze van pirsgirêkan çareser bikin lê her ku diçe kortir û xirabtir dibe. Îngilîzek di îngilîztiya xwe de israr dike, misilmanek di misilmantiya xwe de israr dike û yê dijî vana jî di ya xwe de israr dikin û di encam de birçîtî, pevçun û kuştin. Herkes behsa azadî, wekhevî, edalet û xweşiyê dike lê ji ber hişkbûna olan, parçebûnên netewan, krîzên aborî, şerên îktîdarê yên di navbera siyasetmedaran de mirovahî nikare vana bi dest bixe. Herkes li pey nexweşiya xwe ya miqam, hêz, pere, îdeolojî, fikir, pergal, îktîdar û desthilatdariya xwe ye. Bi vê nêzîkatiyê wê tu caran pirsgirêkên heyî neyên çareser kirin û wê hertim civak bi hev re di nava şeran debin. Ji ber civakê bi xwe jî li ser vî bingehî perwerde dikin, ji bo xwe li ser linga bigrin hîna di biçukatî de mirov fêrî vî şerê qirêj yê reqabet û îktîdarê dikin.
Di encamê de mirovahiyek di dil, mejî û ruh de bi rizîbûnê re jiyan dike û pey gotinên wan jiyana xwe dide meşandin li holê dimîne. Şivanê wan îktidarek, bêrîvana wan kole, keriyê pez bê çare, kuçik û gorî jî hevalbendên hev.