Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ew ê kî ji Sûriyeyê vekişe?

Destpêkê Efrîn bû ku dewleta tirk dagir kir û paşê jî Serêkaniyê û Girê Spî. Tevgera dewleta tirk a li Sûriyeyê bi erêkirin û qebûlkirina Amerîka û Rûsya bû. Van bazaran hîşt ku kurd careke din peywendiyên xwe yên van dewletan re li ber çavan derbas bikin. Her peywendî bi armanca çi dibin bila bibin lê hebûna hêzekê û nebûna wê, bandorê li şert û mercên li ser erdê dikin. Em li wir qale hêzên Amerîka û mijara vekşîna wan ji herêmê dikin. Ji ber agahiyên zelal tune, ev agahî rojeva herêmê serbinî hev dike. Ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû hêzên li herêmê bi taybet di dema aloziyê de, tewazunek çêbûye û xerabbûna vê tewazinê wê aloziyê mezintir bike. Lê Amerika wê çima xwe ji Sûriyê vekşîne? . Ev mijar di sala 2019’an bi biryara serokê Amerika yê berê Donald Trump ket rojevê. Bandora vê biryarê bi tevliheviya di nava Koşka Spî de aşkera bû.

Cara yekem mijara vekşîna hêzên amerîkî ji Rojhilata Navîn bi hatina Serokê Amerîka Barack Obama di sala 2008’an de ket rojevê û di sala 2011’an de qaşo amadekarî temam bûne da ev hêz vekişên hat xuyakirin. Lê tam di vê demê de Daiş derket holê. Ji wê rojê de heta niha, hebûna hêzên amerîkî ne tenê li Îraqê, li Sûriyê jî çêbû. Sedema ku Amerika vê carê dide xuyarkirin, hebûna hêzên wan di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Lê car caran berpirsên wan derdikevin û dibêjin;  “Leşkerên me li Sûriyeyê di xeteriyê de ne lewma em ê xwe vekişînin”. Di dawiya çileya 2024’an de, cara yekem bû ku li Urdinê jî êrişek li ser baregeha Amerîka ya bi navê Burc 22 çê bû û 3 leşkrên wan li wir jî hatin kuştin û zêdetirî 30 leşkerî jî birîndar bûn. Ger rastî mijara man û nemana hêzên Amerikî ji ber xeteriya li ser leşkerên wan be, divê ji Urdin, Iraq û Sûriyeyê tev de vekişînin. Yanî, Rojhilata Navîn ji Rûsiya û Îranê re bihêlin û Îsraîlê bixin bin rehma Îranê. Lê gelo wê vê bikin?.

Wezîrê karê derve yê Iraqê yê berê Hoşyar Zîbarî jî di hevpeyvîneke xwe ya li gel rojnameya Şerq El-Ewset de eşkere dike ku dema amadekariyên Amerîka ya vekşîna ji Îraqê di 2011’an temam bû, DAIŞ derket û ew man.

Ya divê were zanîn, heta hilbijartinên Amerîkî pêk neyên, çi daxuyaniyên li ser vekişîna hêzên amerikî werin dayîn wê derew bin û tu guhertinek li ser erda li Sûriyeyê wê çênebe. Wê êrîş li ser herêman hebin lê wê şer nebe. Ev êrîş jî zêde ne girîng in ji Amerîkayê re. Ne Rûsiya, ne jî Amerîka wê ji Sûriyeyê venekişin.

Nûçeyên Têkildar