Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi sernavê “Ziman ne tenê avabûna hişmendiya civakî ye, her wisa hêmanê bingehîn ê avakirina civakîbûnê ye” daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi vî rengî ye:
“25. Roja zimanê dayîkê ya navnetewî; ji Rêber Apo re ku hêviya azadiya gelê me yê nasname û zimanê wê hatî qedexekirin, gihand asta tekoşîneke bêhempa, ji şehîdên me yên nemir ku di oxira hebûn, ziman û azadiya gelê xwe de gihîştin nemiriyê, ji gelê me û gelên berxwedêr re, ku di gel her cûre qedexe, êşkence û înfazan ti car dest ji xwebûnê bernedan û li hember neyar çok nedanîn, pîroz be. Her zimanekî hilgir û bîra dîrok, çand, wêje, huner, siyaset û jiyana civaka xwe ye. Wek gelekî xwedî tekoşîna hebûn û azadiyê û hêza wê ya birêxistinkirî, me ti car ziman bi tenê wek amûrekî danûstandinê nedît; me ziman di jiyanîkirina çanda xwe, nasnameya xwe gihandina siberojê û parastina hebûna xwe de wek çepera herî bingehîn a têkoşînê nirxand.
Di gel ku şoreşa ziman bi deh hezaran sal beriya niha li ser xakên kurdistanê bi pêşengiya jinên kurd, mohra xwe li pêşketina mirovahiyê daye, dewlet-netew îro li ser heman xakan bi riya polîtîkayên xwe yên qirkirina ziman û çandê, ji gelê me yê pêşengên şoreşa ziman re bi zimanê xwe jiyan, xwendin, nivîsandin, siyasetkirin qedexe kirine; perwerdehiya bi yek zimanî li hemû qadê jiyanê xistine warekî neçeriyê.
Mirovên kurd ji ber ku perwerdeya bi zimanê kurdî dane hatine darizandin û rastî cezayên girtîgehan hatine. Ji ber gotina stranên kurdî hatine kuştin, saziyên çand û ziman ên bi hezar zehmetiyan hatî vekirin hatine girtin, li dadgehan pêşî li parastina bi zimanê zikmakî ya mirovên li zindanan hatî dîlgirtin di bin navê ‘zimanê nenas’ de hatiye astengkirin û di derbarê kesên li ber muzîka kurdî dîlan gerandî de fezleke hatine amadekirin.
Benda 42’emîn a destûra bingehîn ê dewleta tirk a girêdayê feraseta “yek netew, yek ziman” ku perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe dike û dibêje; “Ji derveyî tirkî ti zimanekî din nikare di saziyên perwerde û hînkariyê de ji hemwelatiyên tirk re wek zimanê dayikê bê dayîn û fêrkirin” Ev, ji hêla feraseta dewlet-netew a bi destê modernîteya kapîtalîst hatî welidandin tune hesibandina gelan û zimanên wan e. Heman dewleta dagirker li Efrîn, Serêkanî û Girêspiyê dagirkirî de, bin navê xizmeta perwerdehiyê li pêş çavê cîhanê mûferedata tirkî li ser bi sedhezaran zarokên kurd û Ereb ferz dike û wan neçarî polîtîkayên qira zimanî û çandî dike. Hê beriya bi çend rojan li Stenbolê şanoyekî bi zimanê kurdî hatiye qedexekirin, piştî bi rojekî dayîkekî pîr ji ber bi tirkî nizane li balefirgeha Stenbolê bi seatan dîl hatiye ragirtin. Li Rojhilatê kurdistanê wek Seywan Îbrahîmî û Zara Muhamedî, çendîn mamoste bi hinceta metirsiya li ser ‘ewlekariya netewî’ dûçarî sizayê girtîgehan hatine kirin, ferzkirina perwerdehiya bi yek zimanî di şexsê kurdî de dijminatiya rejîma teokratîk a li hember gelê kurd raxistiye ber çavan. Di gel ku di encama berdêlên giran de yek jê destkeftê herî mezin û mayînde ya ji hêla gelê me yê Başûr hatî bidestxistin perwerdehiya bi zimanê dayîkê ye, lê îro qada perwerdehiyê li Başûr wek qada pevçûna navbera partiyan lê hatiye kirin. Çalakiyên mamoste û xwendekaran a li Başur ku bi salane didome, lewaziya polîtîkayên hikûmeta herêm û girîngî nedana wê ya qada perwerdehiyê jî eşkere dike. Ji berpirsên PDK’ê ku bi boneya sedsaliya komara tirkiyê li navenda Hewlerê pasta jêkirî, divê mirov li benda pêşxistina perwerdehiya kurdî nebe. Ji ber rastiya ku pirsgirêkên perwerdehiyê bi tenê nikare bi ser mijara mûçe re bê derbaskirin, divê li hember polîtîkayên perwerde yên heyî çalakiyên radîkal heya encamgirtinê bên domandin.
Li Bakur, li hember gotin, çalakî û têkoşîna kurdên berxwedêr ku dibêjin; “perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî gerdûnî ye û divê di hemû qonaxên perwerdehiyê de bê pêkanîn” dewleta tirk a nijadperest kurdiya ku divê di destûra bingehîn de bê nasîn, di dibistanên navîn de dadixe asta ‘waneya bijare’ û qaşo qencî bi kurdan dike. Divê neyê ji bîrkirin ku vê dewletê di demê xwe de TRT 6’ê bi vê armancê vekir ku bikaribe kurdan bi kurdî bê rûmet bike û ji kurdan re bi kurdî propagandaya faşîzma dewletê bike. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê daxistina asta ‘waneya bijare’ domandina polîtîkayên qirkirina kurd û qirkirina civakê ye. Yên ku bangîniya vê polîtîkayê dikin weşana PDK ya Başur pêşkeşî dewleta tirk kirî a bi navê Rûdaw û Hûdapar’ê berdewamiya hîzbûlkontra ye ku li Bakur bi navê domuz bagcilari dihatin nakirin, kurdan di bîrên asîdê de dihelandin, rewşenbîr, xwendekar, perwerdekar, nîvîskar û rojnamevanên kurd li navarastê kolan qetildikirin û îro jî ji kotaya desthilatê ketine meclîsê. Divê herkesek vêya baş bizanibe, ku li Başur PDK’ê çi be, li Bakur Hûdapar jî ev e û rista ku di vê mijarê de ji hêla dewleta tirk ji herdukan re hatî dayîn, xizmetkariya dewletê ye. Hûdapariyên dûh li kolanan gûle li kurdan direşandin û îro li heman kolanan ji bo waneyên bijare dimeşin divê baş bizanibin ku; kurd ji bîr nakin. kurd, wek başiya li hember xwe, xirabiyê jî ji bîr nakin; dîrok qet ji bîr nake û efû nake.
Di her qonaxekî perwerdehiyê de, perwerdeya bi zimanê dayikê ne lûtuf e, maf e; waneya bijare ji derveyî zimanê dayikê zimanekî duyem e. Perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafekî gerdûnî ye, nikare di statûya waneya bijare de bê bidest girtin. Bê guman wê gelê me li hember siyaseta, waneya bijare bi demê re wek bişaftina ji dil bikaranîn û dûrxistina ji têkoşînê, di nav seknekî bizanebûn de be û li hember ferzkirinên waneya bijare, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bixe navenda hemû çalakiyên xwe.
Li ser vê hîmê modela perwerdeya Rojava, Bakûr-Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê tekoşîna hebûn, nasmane û ziman dimeşînin, mînaka herî bê hempa ê heza cewherî û vîna cewheriye. Nîşaneya herî bihêz a esas girtina wekhevî, azadî, mafê zarokan, demokrasî û mafê mirovane û li hember jiyana li ser me hatî ferzkirin îspata pêkanbûna jiyanekî din, jiyanekî pirzimanî û pirçandiye. Lema yek jê erkê sereke a Rêveberiya Xweser a Rojava pêşxistina pergala perwerdehiya pirzimanî û ji holê rakirina astengiyên li pêşiya pêşdebirina wê ye.
Em wek Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî careke din diyar dikin ku; mafê perwerdeya zimanê dayikê û bi rengekî wekhev sûdgirtina ji vê mafekî gerdûnî ye. Di vê wateyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din rewatir e. Lewma pêwîste gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi kurdî wek çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne, li her cihê, tekoşîna xistina bin ewlehiyê ya perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî a li pêş bikaranîna zimanê dayikê têkoşînekî bi hêz û domdar bimeşîne û ti caran rê nede polîtîkayên bişaftinê ên bi feraseta yek zimanî. Bi vê boneyê em careke din roja zimanê dayîkê ya navnetewî li gelê me û hemû gelên têkoşer pîroz dikin.”