Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Rojê 2 saetan zarokên xwe bi kurdî perwerde bikin

Her sal li gelek welatên cîhanê 21’ê Sibatê der barê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî tên dayîn. Çalakî tên lidarxistin û daxwaz tên kirin. Gelê kurd jî bi salan e ji bo mafê perwerdehiya zimanê kurdî bi dest bixin û kurdî bibe zimanê fermî têdikoşin.

21’ê Sibatê di sala 1999’an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve wekî “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” hat qebûlkirin. Piştî UNESCO 21’ê Sibatê wekî roja zimanê zikmakî ya Cîhanê qebûl kir, kurdan bêtir di vê rojê de bal kişand ser ziman û bêtir daxwaza mafê ziman ê perwerdehiyê kirin û bêtir xwestin kurdî bibe zimanê fermî.

Dema mirov li rewşa zimanên li cîhanê û dîroka zimanan dinere, her çend yek ji zimanê herî dewlemend û kevnar kurdî ye jî lê bixabin ji ber zext û tundiya li ser ziman û qîmetnedayîna zimanê kurdî, rewşa zimanê kurdî di talûkeyê de ye.

Îro li hemû welatên cîhanê li ser girîngî û wateya ziman, li ser rewşa ziman niqaşan dikin. Daxuyaniyan didin çapemeniyê. Yên ku zimanê wan di talûkeyê de ye ango yên zext û tundiya li ser zimanê wan zêde ye, dixwazin astengî, zext û tundiya li ser zimanê wan rabin. Dixwazin ji bo pêşxistin û parastina ziman her kes ji milê xwe de têkeve nava têkoşînê.

Ji bo em karibin rewşa zimanan û kurdî bibînin, divê em hinekî li daneyên der barê ziman de binerin. Îro  li gorî dane û lêkolînan dewletan ên di nava 10 zimanên ku herî tên axaftin di rêza yekemîn de Çîn heye. Ji ber ku nufusa welatê Çînê zêde ye, zimanê herî zêde tê axaftin jî çînî ye. Li gorî rêzê dîsa îngîlîzî, hindî, îspanyolî, rûsî, erebî, bengalî, portekîzî, malayî-endonezî û fransî heye.

Dîsa li gorî lêkolîn û daneyên saziyên dewletan dema em li dîroka zimanan binerin, gelek zimanên ku dîroka wan herî kevn e hindik tên axaftin. Li gorî hin lêkolînan, 10 zimanên herî dîrokî wiha ne:

* Sanskritî; temenê wî 5 hezar sal in. Yek ji zimanê herî kevn ê li Hindistanê ye. Di heman demanê de zimanê herî kevn ê cîhanê ye.

* Tamilî; temenê wî jî nêzî 5 hezar sal in. Lê tenê nêzî 80 milyon mirov bi vî zimanî diaxivin. Ev jî zimanê fermî yê Hindistan, Sri Lanka û Singapurê ye.

*Zimanê Yewmenî jî yek ji zimanê hirî kevn ê cîhanê ye. Li Yewmenistan, Îtalya û derdora wê tê axaftin. Nêzi 13 milyon mirov bi vî zimanî diaxivin.

* Zimanê misrî jî yek ji zimanê kevn ê cîhanê ye û dîroka wî heta 3 hezar û 400 sal dûr û dirêj dibe. Yek ji zimanê li Misirê tê axaftin e. Koka wî ji zimanên kiptî, afro-asyatikî tê.

* Zimanê çînî dîroka wî heta 3 hezar û 200 sal dirêj dibe. Yek ji zimanê ku karakterên wî li ser kevin û tabletan hatiye nivîsandin Çînî ye.

* Zimanê baskî jî dîroka wî heta 3 hezar sal dûr diçe. Baskên ku li Îspanya û Fransayê dijîn bi zimanê baskî diaxivin.

Zimanê îbranî, 3 hezar sal berê, zimanê farisî jî digihêje 2 hezar û 800 sal dibe.

Zimanê erebî jî heta 2700 sal dirêjî kurahiya dîrokê dibe. Zimanê aramî jî heta 2600 sal berê dibe.

Lê em dibînin ku dîrokên rast nehatine tespîtkirin û lêkolînên ku mirovan îkna bikin nehatine kirin. Dema em li gorî erdnîgariyê û dîroka mirovahiyê binerin, em dibînin ku koka civakîbûnê herî dûr heta Girê Miraza diçe. Gelek şûnwarên wekî Girêmiraza, Newala Çorî, Heskîf û Zeûgmayê nîşanî me didin ku mirovahî û civakîbûn li axa Mezotopma û li dora çemên Dîcle û Firatê bi cih bûye û ji vir li cîhanê belav bûye. Dema em li niştecih û şêniyên ku ji destpêkê heta niha li ser vê axê dijîn dinerin, em dibînin ku kurd, ereb, fars û sumerî ne. Le balkêş e lêkolîner û dîroknivîsên ku çavkaniya xwe ji dewletan digire, zêde li dîrok û koka zimanên kurdî, erebî û farisiyan nakin. Dîrokê ji Sumeran de didin destpêkirin. Beriya wan her tiştî tune dihesibînin. Kesên ku dîrokê dinivîsin û lêkolîn dikin, bêtir, ziman û çanda dewletên xwedî hêz derdixe pêş. Di mînakên jor de jî hate dîtin ku ev kesên lêkolîn dikin, li gorî rastiya erdnîgarî, dîrok û civakîbûnê nêzî mijaran nabin.

Li gorî lêkolîner Prof Dr Celal Şengor, kurdî yek ji zimanê herî dîrokî ye. Ji erebî û farisî jî bêtir dîrokî ye. Li gorî nivîskar û dîrokzan kurdî ji malbata Hind-Ewropa ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê vê mijarê de dibêje: “Ev navlêkirin şaş e, mirov bibêje koma ziman û çandê ya Aryen rastir e”. Li gorî Faîk Bûlût kurdî heta 6 hezar sal berê xwe berdide nava kûrahiya dîrokê. Kurdî ji erebî û farisî serbixwe ye. Li gorî nivîskarê amarîkî Jared Dîamond jî civakîbûn, kedîkirina sewalan, cotkarî, sewalkarî, avahîsazî li derdora Hîlala Zerîn û Mezopotamya pêş ketiye. Ev nîşanî me dide ku cihê mirovahî û civakîbûn lê pêş ketibe zimanê herî dîrokî û qedîm jî li wir pêş ketiye.

Lê mixabin her çend kurdî, erebî û farisî zimanên herî kevnar û dîrokî ne jî zêde di nava zimanê herî zêde tên axaftin de cih nagirin. Her çend di aliyê wêje û çandê de zimanên herî dewlemend kurdî, erebî û farisî bin jî bi taybetî kurdî ne di nava lêkolînan de, ne jî di nava rêzên zimanan de cihê xwe digire.

Dema mirov li sedema wê binere, mirov nikare tenê dewletan tawanbar bike. Ji ber ku armanca dewletan ew e ku tenê di sînorê xwe de yek ziman, yek al, yek netew û yek baweriyê ava bikin. Em dibînin ku armanca hemû dewletan înkar û tunekirin e. Eger armanca dewletan ev be, mirov dê çawa tiştekî ji dewletê bixwaze.

Sedema esasî ew e ku netewe, civak û miletên ku zimanê wan di xeteriyê de ye, çiqas bi zimanê xwe diaxivin? Çiqas bi zimanê xwe dixwînin û çiqas bi zimanê xwe dinivîsîn? Çiqas zimanê wan ê bazirganiyê ye. Îro çend dibistanên kurdî hene. Kurd çiqas dikarin zarokên xwe li dibistanên kurdî perwerde bikin, wan bikin xwedî pîşe û siberoja wan misoger bikin.

21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cihanê ye. Eger em kurd jî, bi minasebeta 21’ê Sibatê li şûna ji dewletê bixwazin, li her malên xwe odeyekê/menzelekê ji bo zarokên xwe bikin dibistan û her rojê 1-2 saetan zarokên xwe bi kurdî perwerde bikin, wê demê em ê karibin zimanê xwe biparêzin û zimanê xwe bikin yek ji zimanê herî dewlemend û zimanê herî qedîm. Eger îro em li zinanê xwe xwedî dernekevin û neparêzin, tu kes nayê zimanê me naparêze û tu kes nayê bi zimanê me axive. Eger em bibêjin zimanê me kurdî ye û em bi tirkî biaxivin ev nakokî ye. Bi nakokiyan pirsgirêk çareser nabe. Beriya her tiştî divê em malên xwe bikin dibistanên kurdî û bêyî ku em ji dewletê bixwazin em ji xwe bixwazin. Îro  her kurd dikarin bi hêsanî zarokên xwe bi kurdî perwerde bikin. Dikarin kurdî fêrî zarokên xwe bikin. Bêyî ku em vê yekê bikin, em vê ji dewletê bixwazin, ev xwe xapandin e. Em xwe nexapînin.

Nûçeyên Têkildar