Dewleta tirk a dagirker li hemberî gelê kurd û bi taybetî jî li hemberî jinên kurd rêbazên şerê taybet ên dermirovahî û derexlaqî xistiye meriyetê. Endama Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Hêlîn Umît derbarê şerê taybet ên li ser jinên ciwan dimeşîne de nirxandinên girîng kir.
Hêlîn Umît wiha xitabî jinên ciwan kir:
“Di salên dawî de komkujiyên li ser jinan zêde dibin. Bi taybetî jî li ser jinên ciwan zêde dibin. Ev di bin kirasên cûda de têne kirin. Di raya giştî de weke qeza, xwekuştin û hwd. derbas dibin. Divê ev yek were fêmkirin. Helbet jinên ciwan ên kurd taybetî bi tenê di jiyana xwe de bi pirsgirêkek wiha re rûbirû namînin. Ev bi pirsgirêkeke cidî ya hebûnê re rû bi rû ne. Divê di wê wateyê de were fêmkirin. Gelo çima bi taybetî jinên ciwan ên kurd rastî van êrîşan tên?
Êrîş gihîştine lûtkeyê
Pêşî dixwazim vê bibêjim; Desthilatdarî û zayendperestî wek hev in. Ew li ser heman rastiyê xwe didin jiyîn. Zayendperestî li her derê ku hêz hebe di lûtkeyê de ye. Ji xwe zayendperestî cewhera îdeolojiya desthilatdar e. Di bingeha wê de nijadperestî, xwedîbûn, hesta serweriyê û tatmînbûn heye. Di vê wateyê de, ew rastiyek e ku hevdu xwedî dikin. Di şexsê faşîzma AKP-MHP’ê de hêzek heye ku belkî li tu erdnîgariyeke din nayê dîtin. Desthilatdariya mêr bi rastî her qadên jiyanê dagir kiriye. Ne tenê li dibistanê û li ser kar, li malê û di rêzefîlman de vê yekê dike. Yanî di ew telefon û îphoneyên ji destên xwe dernaxînin de tên dîtin. Ew jî desthilatdar in. Bi rastî gihîştiye lûtkeyê. Dikarim li ser nijadperestî û faşîzmê jî heman tiştî bibêjim. Nijadperestî bi xwe îdeolojiya desthilatdariyê ye. Îcar cewherê nijadperestiyê çi ye? Çawa ku îdeolojiya serdest a mêr serdestiya xwe ya li ser jinan weke paşverû, bêhêz, qels pênase dike bi rastî nijadperestî jî bi heman rengî hatiye avakirin. Nijadperestî rêyeke ceribandina zayendperestiyê ya li ser neteweyan e.
Biyodesthilatdarî bi piranî li ser jinên ciwan ên kurd tê kirin
Mînak netewe dewleta tirk dewleteke mêr a bi tevahî desthilatdar e. Em bertekên herî berbiçav ên vê yekê di nêzîkatiya li hemberî jinên ciwan ên kurd de dibînin. Gelo ev çawa dibe? Bi gotineke din, dixwaze bi xwe ve girê bide, dixwaze di bin destê xwe de bihêle. Ji hestên xwe heta ramanên xwe her rêbazê diceribîne ku bigihîje vê yekê. Mînak diyardeya bi navê biyodesthilatdarî bi piranî li ser jinên ciwan ên kurd tê kirin. Bi vî rengî rastî jî dixwazin ku zuriyeta civaka kurd birizîne. Desthilatdarî ku hewl dide bi rêyên kirêt bi xwe ve girê bide. Di vê yekê de jinên kurd ên ciwan weke amûrekê tên dîtin û bi tacîz û tecawizên re rû bi rû dimînin. Ez vê yekê ne tenê bi wateyeke hişk dibêjim. Mînak, ev tiştên em dibînin ên li ber çavan e. Yên nayên ditîn tundtir in bêhtir me diêşînin. Ji ber ku rasterast biçûkxistinek heye. Em bibêjin, jinek ciwan a kurd ji ber ku ew kurd e bi tecawiz û tacîzê re rû bi rû dimîne. Li vir leşker, polîs, karmend xwe li gorî wê çawa cih dikin. Bi vî awayî hewl dide jinên ciwan kontrol bike. Ji derveyî wê jî li Kurdistanê hestên jinên ciwan ên kurd tên manîpulekirin. Bi vî awayî tê xwestin ku jinên ciwan ên kurd bi wan ve bên girêdan.
Jina ciwan tê wateya paşeroja Kurdistanê
Li ser her jinên ciwan ên kurd ku bi awayekî xistina xefka xwe polîtîkaya komkujiyê dimeşînin. Hinek bi fîzîkî, hinek jî bi ruhî tên kuştin. Hin kes di bin tunekirina nasnameyan de ne. Di wê wateyê de komkujiyek pir berfireh heye. Armanca vê çi ye? Helbet jenosîda kurd, jenosîda gelê kurd e. Wek mînak em dikarin qala tiştekî wiha bikin; belê, bi heman awayî ciwanên kurd bi giştî di bin êrîşan de ne. Ne tenê jinên ciwan ên kurd, em baş dizanin ku; jin tê wateya civakê. Jina ciwan tê wateya paşeroja Kurdistanê, bi taybetî dema ku mijar dibe erdnîgariya Kurdistanê, dijmin ev yek pir baş dipeyitîne. Divê jinên ciwan vê baş bizanibin. kurdayetî heta roja me ya îro hatiye bi saya jinan e. Di serî de jinên kurd in ku ziman û çanda kurdî heta roja îro anîne. Niha jinên ciwan ên kurd hewl didin vê ji holê rakin. Ji ber vê yekê em ji qirkirinên fîzîkî bigirin heta dibistanên tirkan, li metropolan an jî li cihên curbecur li gelek navendên Kurdistanê teşwîqî modernîteya tirk dikin û bibêjin ku hûn kurd in, hûn paşdemayî ne, Heke hûn kurd bin nikarin tiştekî bi dest bixin.Dibêjin heke tu kurd bî tu hez nakî, çanda kurdî çandeke paşverû ye, wê ji kurdayetiyê dûr dixe û bi vê dûrxistinê hewl didin jinbûneke ciwan a wisa şêt derxin holê.
Pêwîst e pergala şerê taybet baş were zanîn
Di encamê de ez dikarim vê bêjim; Jinên ciwan ên kurd di serî de bi qirkirina fîzîkî û bi awayên curbecur tên kolekirin û di qirkirinê de tên derbaskirin û bi vê re dixwazin civaka Kurdistanê teslîm bigirin. Di rastiyê de li Kurdistanê asteke girîng a polîtîkbûnê heye. Ez bawer nakim jinên ciwan bêhiş bin, ji ber ku rastiya jinên azad a bi dehan salan heye. Têkoşîna jina azad heye. Artêşa jinan heye. Piraniya jinên ciwan ên niha li me temaşe dikin, yanî li min temaşe dikin, di nava vê çandê de mezin bûne. Xwişka wan li kêleka wan derket û bû gerîla. Bi çîrokên şehîd Sara (Sakîne Cansiz) mezin bûn. Di vî warî de bi rastî astên polîtîkbûn û hişyarbûnê hene, lê pirsgirêk ji vê yekê derdikeve; Lewazbûna asta hişmendiyê heye. Der barê rastiya dijmin de nezelalî heye. Yanî dijminê hemû jinên ciwan kî ne? Dijmin çi ye? Li Kurdistanê rûpoşên dijmin çi ne? Berî her tiştî ez ji we daxwaz dikim ku hûn van rûpoşan nas bikin. Hişmendî her tişt e. Mirov wek ku difikire dijî. Ew bi awayê ku dizane tevdigere. Di vî warî de pêwîst e pergala şerê taybet baş were zanîn. Ez wisa difikirim ku di vî warî de qelsiyek heye. Ez tenê behsa jinên ciwan ên kurd nakim, eger bi giştî jinên ciwan bi rastî vê yekê fêm bikin; li ser wan polîtîkaya qirkirinê tê meşandin, qada jiyanê ji wan re nayê hiştin. Ew dizanin wê çawa pêngaveke bavêjin. Dizanin şer bikin, lê di vî warî de pergala xapandinê hatiye avakirin.
Jinên ciwan ên kurd tu carî bi tena serê xwe negerin
Ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku şiyar bibin. Divê hişyar bin, ji ber ku li welatê me, li erdnîgariya ku em lê dijîn şer heye. Tu jinek ciwan nikare bêje, ‘Ez ji vî şerî derketim, ez dikarim li derveyî wî bimînim, li derveyî vî şerî jiyanekê ava bikim, li derveyî vî şerî bijîm, bila kesek ji min hez bike an jî jez bibim êvîndar’. Mixabin em li erdnîgariyeke wiha dijîn. Mêtingeriya qirker rastiya desthilatdarî û dewletê ewqasî hovane kiriye ku her kes û her tiştî bi taybet jinên ciwan dike hedef. Ji ber vê yekê hişyariyek cidî hewce ye. Helbet haydarbûn ne bes e. Her wiha divê bikevin nava rêxistinên ku wê hişmendiyê tûj û xurt bikin. Divê jinên ciwan ên kurd tu carî bi tena serê xwe negerin, her dem bi rêxistin bin. Divê ji xwe û zayenda xwe bawer bike. Kesê ku jinê herî baş fêm dike zayenda wê bi xwe ye. Ji ber vê yekê jî divê em teqez girîngiyê bidin hevrêyên xwe yên nêzî xwe, bi hev re tevbigerin, bi hev re bixebitin, bi hev re bimeşin. Divê ev gava duyemîn be. Ev dê bibe pêvajoyek ku hem hişmendiyê geş bike, hem dê bikaribe zayenda xwe ji nêz ve nas bike û hem jî bi baweriya xwe û zayenda xwe bi xwe pêş bixe. Ez bi vê bawer im.
Divê hemû jinên ciwan bizanibin ku; di wan rêzefilmên televizyonan de cîhaneke jinên ku li dijî hev komployan çêdikin, hevdu bêhêvî dikin, çavtirsandî dikin û her dem hevrikên hev in. Ya sereke ew e ku di cîhana jinan de hevgirtin bi ser bikeve. Mînak ez bi rehetî dikarim bibêjim ku; bi rastî her jin li gorî xwe û serpêhatiyên xwe li hemberî her jinê hestiyartir e. Ew bêtir xwedî wijdan e. Divê teqez ji vê yekê were bawerkirin. Ev çîrok, ev çîrokên çêkirî, çîrokên dijîtal ku pêşkêşî me dikin ji bo me ji hev qut bikin hatine nivîsandin. Çîrokên ku dixwazin me teslîmî pergal û dewleta serdest a mêr bikin ev in. Ji ber vê yekê pêwîst e her jinek ciwan li çîroka xwe xwedî derkeve.
Divê hemû jinên ciwan bi rastî bibin stêrk
Weke gava sêyemîn, helbet divê ew radîkaltir bibin. Divê têkeve nava çalakiyan. Li cihekî ku jinên ciwan lê çalakiyan li dar dixin, ne tenê jinên ciwan civak jî li ber xwe dide. Divê jinên ciwan bizanibin ku xwedî vê potansiyelê ne. Rastiya jina ciwan heye ku wê ji xortan pir zêdetir ciwanan seferber bike. Di wê kêliyê de jî divê were zanîn ku ew dikare li ser esasê welatparêziyê, li ser esasê azadkirina welat, li ser bingeha welatekî azad dikarin komkujî û êrîşên li ser jinên ciwan rawestînin. Li ser vê bingehê ez dikarim bibêjim; divê hemû jinên ciwan bi rastî bibin stêrk. Pêdivî ye ku bibe stêrk, bibe stêrk, bibe stêrk. Divê vê yekê hêjayî xwe bibînin; divê ew bêtirs, bêxof wêrek bin. Cihê vê çiyan e. Di vê wateyê de ez dikarim bibêjim ku pêngava bingehîn a ji bo rawestandina vê komkujiyê, jinên kurd, jinên ciwan ên li çiyayan di çeperan bi cih bûne.
Felsefeya Rêber Apo, felsefeya azadiyê ye
Mînak em di salvegera Komploya Navneteweyî de ne. Di dema komploya ji bo jinên ciwan de Rêber Apo ji hemû jinan re got; ‘Heke her kes ji çiyê dakevin jî divê jinên kurd ji çiyê danekevin.’ Ji ber ku qadên me yên azadiyê di çiyayên azadiyê de hatine afirandin. Qada ku sîstem û serdestiya mêr nikare xwe bigihîne çiyayên me yên azadiyê ye. Ji ber vê yekê ew li dijî komkujiyan e, li dijî komkujiyên fizîkî yên li wê tê meşandine.Ez dikarim bibêjim ku divê hemû keçên ciwan li hemberî komkujiya welatekî û êrîşên li ser çanda jinên kurd bi derketinên çiyê bersivê bidin. Hêza me ya parastinê ya sereke YJA Star e. Bi tevlîbûna YJA Starê dibe star. Felsefeya Rêber Apo, felsefeya azadiyê ye. Tu kes, tu diyardeyeke ku azad nebe, nikare hebûna xwe bidomîne û bibe hêz. Azadî bi bidestxistina asteke exlaqî û polîtîk ve girêdayî ye. Di vê wateyê de Rêber Apo li ser esasê pêşxistina exlaqê jintiya rast exlaqekê azadiyê pêşkêşî me kir. Mînak, ne feraseta namûsê ya li ser esasê serdestiya mêr ku ji aliyê civaka kevneşopî ve li ser me hatiye ferzkirin û ne jî feraseta derewîn a azadiya modernîteya kapîtalîst nikare jinan ji rastiya azadiyê dûr bixîne. Herdu jî xwedî şaristaniya serdest a mêr in. Banga Rêber Apo ji bo hemû jinan, di serî de jinên ciwan ew e ku jin bi xwe be. Rûmeta bingehîn jin bi xwe tê pîvandin. Di pîvanên PAJK û PKK’ê de feraseta rast a rûmetê ya hebûnê ye. Di wê wateyê de ev felsefe li ser vê exlaqê azadiyê hatiye avakirin.
Bi felsefeya Rêber bijîn û bixebitin
Her wiha polîtîkbûn tê wateya xwedî îradebûnê. Wateya ku hûn dikarin ji bo xwe biryar bidin. Bala xwe bidinê, ez bawer im ku hemû jinên ciwan di heyamek jiyana xwe de rastî vê yekê hatine. Birayê wê yê 5 salî jî dikare li ser hemû jinên ciwan biryaran bide. Ew çend salî be jî nikare li ser xwe biryaran bide. Hêza siyasî ya jinan ji dest hatiye girtin. Yan bavê wê, axayê wê, mêrê wê yan jî di sîstemê de evîndarê wê yan jî evîndarê wê yê sexte li ser navê wan biryaran dide û pîvanan li ser wê ferz dike. Ji ber vê yekê jin nikarin xwe di rastiyeke wiha de bijîn. Nikarin bibin Xwebûn. Di vê pergala kapîtalîst de, pergala şaristaniya serdest a mêr, sîstemeke ku bêexlaqiyê bi hemû hêza xwe li ser jinan ferz dike. Esasê vê jî tunebûna îradeyê ye. Ji ber vê yekê divê her jinek ciwan li ser îradeya xwe ya xurt bisekine. Îradebûn jî bi hêzbûnê ye. Hêzbûn bi rêxistinbûnê ye. Rêxistinbûn û partîbûn hemû rastî bi hebûna bingehek saxlem ve girêdayî ne. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku bi felsefeya Rêber Apo bijîn û bixebitin.”