Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in di êşkencexaneya Îmraliyê de tê ragirtin û 3 sal in agahî nayê wergirtin. Dostên Kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserê cihanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî dan destpêkirin. Di çarçoveya pêgava azadiyê de heyetek ji Parlamenteran a Navneteweyî ji Ewropayê serdana Stenbolê kir. Parlamentera Partiya Fransayê ya Serî Natewîne Segolene Amiot ku endameke şandeyê ye li ser mijarê axivî. Amiot diyar kir ku weke şandeyê ji bo serdana Abdullah Ocalan wan serî li Wezareta Edaletê dan lê belê nekarîn bersivê werbigirin.
Segolene Amiot diyar kir ku wê meseleya kurd bi têkoşîna kurdan a li Sûriyeyê ya li dijî DAIŞ’ê nas kir û anî ziman ku ji hingî û pê ve hewl da li ser dîrok û rojeva kurdan bisekine û hîn bibe. Segolene Amiot ragihand ku kiryarên li cihî kurdan cihê gumanan bû û wiha got, “Ji ber ku kurdên ku li dijî rêxistineke terorîst DAIŞ’ê şer kirin, ji aliyê dewleta tirk ve weke terorîst dihate ragihandin. Em dibînin ku dewleta tirk vê gotinê ji bo bêdengkirina muxalîfên xwe jî bi kar tîne. Zimanê kurdan hîn jî tê înkarkirin; halbûkî qedexekirina ziman, gava destpêkê ya ji bo tunekirina nasname û dîroka gelekî ye. Em zanin ku siyasetmedarên kurd ên li hemberî vê yekê têdikoşin têne girtin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hîmê herî girîng ê vê bêdengkirinê ye.”
Segolene Amit destnîşan kir ku eger tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe wê neçareseriya di meseleya Kurd de, her wiha zexta li ser girtiyên siyasî jî bi dawî bibe û got, “Ji bo tecrîda li ser Ocalan di asta navneteweyî de kifş bikin, ji bo bibin dengek ji bo rakirina vê tecrîdê û li ser karê ku di vê der barê de karibin bikin biaxivin, em li vê derê ne. Ji ber niha têkilî bi temamî hatiye qutkirin. Divê neyê jibîrkirin ku Birêz Ocalan 74 salî ye û 25 sal in li giravekê tecrîdkirî ye. Rewşa wî ya tenduristiyê nayê zanîn, nayê zanîn bê sax e yan na. Ne kare parêzerên xwe ne jî kare malbata xwe bibîne. Ev yek cihê fikaran e.”
Amiot destnîşan kir ku tecrîda mutleq êşkence ye û ev yek nayê tolerekirin. Segolene Amiot anî ziman ku divê Tirkiye peymanên navneteweyî bi cih bîne û got, “Eger Tirkiye bi rastî jî bi qasî ku îdîa dike welatekî demokratîk be, nabe ku bi vî rengî tevbigere. Ji ber ku li welatekî demokratîk muxalîf ji ber gotinên xwe nikare bêne girtin, li ser girtiyekî siyasî zêdeyî 3 salan tecrîda mutleq nikare bê ferzkirin.”
Segolene Amiot ragihand ku saziyên li Ewropayê jî hevkarê vê bêhiqûqiya Tirkiyeyê ne û got, “Eger bi vê kiryarê nizanîbûna wê nebûna hevkarê sûc, lê belê ji ber ku zanin û tevî vê yekê jî bêdeng dimînin, hingî hevkarê vê bêhiqûqiyê ne. Rewşa bêcezahiştinê hêzê dide kiryarên bêhiqûqiyê. Ji ber vê yekê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên din ên ku vê yekê ji nedîtî ve tên hevkarê êşkenceya tecrîdê ne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Ocalan biryara mafê hêviyê da, lê belê ya esasî ew e ku ji bo bicihanîna vê biryarê wê karekî çawa bike.”
Segolene Amiot diyar kir ku bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li Îmraliyê pêwendiya xwe bi polîtîkaya koçberiyê heye û got, “Tirkiye têkildarî koçberiya ji Sûriye yan jî Afganistanê wezîfeya fren û fîltreyê dilîze, lewma Ewropa li hemberî Tirkiyeyê mîna sê meymûnan tevdigere. Birêz Ocalan ji bo gelê kurd sembol e û daxwaza bêdengkirina wî hewldana ji bo bêdengkirin û tunekirina Kurdan e. Dixwazin hêrsa kurdan mezin bikin û şert û mercên şer dewam bikin. Halbûkî berevajî vê yekê ji bo afirandina şert û mercên aştiyê divê têkoşîn bê meşandin. Divê neyê jibîrkirin ku afirandina şert û mercên aştiyê ji afirandina şert û mercên hêrs û şer hîn zehmet e. Tenê bi afirandina şert û mercên aştiyê sîstemeke demokratîk dikare bê avakirin. Gava destpêkê ya vê yekê jî rakirina tecrîda li Îmraliyê û pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye.”