Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jîmena: Rêber Apo rêgeha hemû gelan e

Jina ciwan Jîmena diyar kir ku Rêber Apo êdî ne kesek e, ew Rêberê gelan e û wiha axivî: “Azadiya Abdullah Ocalan ya fizîkî di warê têkoşîna rizgariya gelan û têkoşîna diyarkirina çarenûsa gelan de gelekî girîng e. Fikr û têkoşîna wî rê nîşanî hemû gelan dide.”

Jîmena di nava Komûnên Ciwanên Enternasyonalîst de dixebite û anî ziman ku wê Tevgera Azadiyê ya kurdan di raperîna  ‘Jin Jiyan Azadî’ de ya ku di sala 2022’yan de ya li Îranê pêk hat, nas kiriye. Jînema dibêje ku ew têkoşîn ne tenê ji bo kurdan, hewce ye li seranserê cîhanê belav bibe û vê yekê gelekî girîng dibîne.

Jîmena yek ji beşdarên Meşa Enternasyol e ku ew zaroka bavekî perûyî û dayikeke alman e. Ji aliyê bav ve koka wê digihîje Qûechayan ku yek ji gelên  Abya Yalayê ye. Jînema anî ziman ku bapîr û dapîra wê demekê bi zimanê Qûechayî diaxivîn lê belê niha wan ev ziman ji bir kirine û nikarin biaxivin. Û dibêje: ‘’Ez weke almanekê mezin bûm, lê belê ez weke keseke li diasporayê dijî, kokên min ên herêmî ji bo min gelekî girîng in û mezinbûna weke almanekê û tevlîbûna jiyana civakî ya wiha, ji bo rastiya min gelekî girîng e.’’ Jîmena vê rewşê wiha tîne ziman: ‘’Têgihiştina min a ji siyasetê û analîzkirina min a Ewropayê ev yek derxist holê. A niha ez hewl didim ku bi gelê xwe yê herêmî re têkiliyan ava bikim.’’

‘Tevgera Azadiyê ya Kurdan gelekî alîkariya min dike’

Jîmena bal kişand ser têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdan a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û xurtkirina nasnameya xwe û ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo min gelekî dijwar e ku ez weke yeka alman û ewropî mezin bibim û û her wiha yeka perûyî û ji Abya Yalayê bim. Li aliyekî rastiya min a gelê ku ji aliyê Ewropayê ve hatiye mêtingehkirin heye û li aliyekî din jî rastiya min a almanbûna min heye ku ez nikarim bi çanda xwe re têkiliyeke baş ava bikim. Ez neçar im ku bi van herdu nasnameyan re têkiliyekê ava bikim. Tekoşîneke dijwar e lê di heman demê de jî gelekî xweşik e. Di vê têkoşîna min de Tevgera Azadiyê ya Kurdan gelekî alîkariya min dike.’’

‘Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan girîng e’

Jina ciwan Jîmena anî ziman paradîgma Rêber bûye ji tevahiya jiyana wê re bûye rêgehek û wiha domand: “Her ku li ser paradîgmayê kûr bûm bi taybetî jî mijara ekolojiyê û her wiha weke jinekê, îdeolojiya azadiya jinê bandoreke mezin li min kir. Eger em bixwazin ji bo civakê siyasetê bikin, siyaseteke bingehîn û birêxistinbûna xweser pêwîstiyeke mezin e. Tekane rêya birêxistinkirina ew qas mirovan jî ev e. Rêyeke din tune ye. Ev hêza jinan e. Rêber Abdullah Ocalan ev yek fêm kir û hêza serkeftinê da jinan. Ev tiştekî pir bi qîmet e û girêdayî vê yekê em dikarin hemû cîhanê biguherînin. Ez yek ji ciwanên serdema tarî me û vê yekê ne ku tenê ez hêvîdar kirim, di heman demê de bû sedem ku azweriya têkoşînê jî li ba min peyda bibe. Ji ber vê yekê ez paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo hemû civakan girîng dibînim.’’

‘Fikr û têkoşîna wî rê nîşanî hemû gelan dide’

Jîmena got ku ew dîlgirtina Rêber Apo tenê weke dîlgirtina fizîkî nabîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘’Divê em dîlgirtina Abdullah Ocalan weke hewldana binçavkirina fikrên wî jî şîrove bikin. Ev yek êrîşeke li ser Konfederalîzma Demokratîk û fikrên ekolojî û azadiya jinan e. Ew êdî ne kesek e, ew Rêberê vê tevgerê ye Azadiya Abdullah Ocalan ya fizîkî di warê têkoşîna rizgariya gelan û têkoşîna diyarkirina çarenûsa gelan de gelekî girîng e. Fikr û têkoşîna wî rê nîşanî hemû gelan dide. Bi saya fikr û ramanên wî, em îro hemû di vê Meşa Dirêj de li vir in. Hewce ye ku em ji malên xwe û ji civakên xwe yên ku me di nava xwe de winda dike derkevin û rûyê xwe nîşan bidin û nîşan bidin ku hejmara me gelek e. Divê em weke; ‘Gel li ba hev in û em hemû dixwazin ku Abdullah Ocalan azad bibe’ li kolanan biqîrin. Abdullah Ocalan azad nebe, em nikarin azad bibin. Hêzên ku Rêbertî dîl girtine ew hêz in ku dixwazin me jî dîl bigirin. Her tişt girêdayî hev e.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar