Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gerîla: Ya teslîm bibin ya jî hûn ê bimirin

Gerîlayên HPG-YJA Starê bi Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan a li Zapê girê ku dagirkerên tirk lê bi cih bibûn bi temamî rûxandin. Di dîmenên hatin weşandin de tê dîtin ku gerîla bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dikevin çeperan û ev bang li dagirkeran kirin: "Fermana Mûrat Karayilan e: Leşker ya tê biçe ya jî tê bimire."

Dewleta tirk a dagirker hewl dide bi hevkariya malbata sîxur Barzanî û çeteyên wê PDK’ê başûrê Kurdistanê dagir bike. Gerîlayên HPG-YJA Starê li hemberî dagirkeran operasyonên şorşegerî li dar dixe û derbên mirinê li dagirkeran dixe. Di operasyonên şoreşgerî de gelek cihên ku dagirkeran bi cil û alên çeteyên PDK’ê dagir kiribûn yek bi yek tên paqijkirin. Her ku dagirker ji başûrê Kurdistanê tên paqijkirin malbata sîxur û çeteyên wê bi daxuyaniyên xwe êrîşî nirxên kurd û Kurdistanê dike.

Gerîla TV beşek ji Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan aku di 17’ê Sibatê saet 12:50’î li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hate lidarxistin, weşand. Di dîmen de tê dîtin ku gerîla bi awayekî profesyonelî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ dikevin hundirê hemû çeperan û gir bi temamî kontrol dikin.

Di dîmenan de tê dîtin ku gerîla xwe ji ser têlan çeng dikin, mobeseyên li derdorê hatibûn danîn ji yek bi yek rûdixînin. Gerîla bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ çeperan dikevin çeperan û yek bi yek bi dest dixin. Dema ku gerîla dikevin çeperan leşker her tiştî li pey xwe dihêlin û direvin. Gerîla bi çeka A4 a dagirkeran leşkerên tirsonek û revok gulebaran dike. Gerîla dest datînin ser çek û alavên leşkerî yên leşkerên tirk û li dijî wan bi kar tînin.

Gerîla ku temamiya baregeha artêşa tirk bi dest dixin û wiha bang leşkerên revok dikin: “Fermana Mûrat Karayilan e: Leşker ya tu yê biçe ya jî tu yê bimire.”

Gerîla dikevin navenda fermadariya dagirkeran, tevî baregehê heû çeperan dişewitînin û dibêjin: “Agir ketiye romê. Agir ketiye dilê Enqereyê. Bijî berxwedana Girê Cûdî.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de li ser çalakiyê hatibû gotin, “Yek jê serpel 37 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin cezakirin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin û yên mayî jî hatin îmhakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar