Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê cara sêyemîn pêkhat. Tiştê aşkera ev e ku Erdogan vê forûmê zêdetir wekî haleteke reklamê bikartîne. Ev çend roj in di hemû telewîzyonên dewletê de bi berfirehî behsa vê forûmê tên kirin. Ji bilî rewşa Gazeyê tu naverokek birbiçav di telewîzyonên AKP’ê de naxuye. Rewşa Gaze jî piranî ji bo propagandayên hilbijartinên herêmî derdikeve pêş. Kesek behsa durûtiya Erdogan nake. Ji alî din tu naverokek balkêş jî di forûma Antalyayê de tune ye. Di hêla dewleta tirk de yên zêdetir derdikevin pêş Erdogan û jina wî û bi wan re jî Hakan Fîdan e. Bi qenaata min di serî de Amerîka û Fransa gelek dewletên rojavayî jî ji ber ku ji vê amancê hayîdar in di asta bilind de beşdarî civînê nebûn. Di forûmê de zêdetir hin beşdarên ji welatên Afrîka, çend welatên ereban û Rusya hebûn.
Di destpêkê de ev forûma han wekî konferanseke ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê didan binavkirin. Bi awayekî din wekî dûmahîka civînên Astanayê dihate dîtin. Piranî jî nirxandinên li ser rewşa Sûriyeyê derdiketin pêş. Ev yek di civîna sêyemîn de jî negûherî. Bêguman li ser şerê Ukrayna û Rûsya jî, li ser şerê Gaze û Filistînê jî hatin axaftin. Beşdarvan her weha li ser rewşa Sûriyê jî axivîn.
Di forûmê de Geir O. Pedersenê niwênerê taybet a Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî, bal kişand rewşa Sûriyeyê. Ew her wiha nêrînên welatên rojavayî jî anî ziman. Bi gotineke din ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê zêdekirina zextên li ser rejîma Esad daxwaz kir. Rusya di her warî de, hem di derbarê Ukrayna û Gazeyê de û hem jî di derbarê Sûriyeyê de di serî de Amerîka, welatên rojavayî tawanbar kir. Welatên beşdar yên din jî zêdetir hisabên berjewendiyên xwe kirin.
Rewşa Sûriyeyê bêyî ku rola kurda were kirin hat axaftin. Lê nirxandinên li ser Iraqê ne weha bû. Bi taybet amadekariyên êrîşên berfireh yên li ser başûrê Kurdistanê di çapemeniya dewletê de wekî mijareke sereke hatin nirxandin. Di vî warî de xwestin axaftinên Fûad Huseyînê wezîrê derveyî welat a Iraqê jî ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin. Lê diyar e Fûad Huseyîn dilê wan hinde rehet nekir.
Di çapemeniyê de derket. Hewce nake em berfirehtir binivîsînin. Lê Fûad Huseyîn kin û kurt got, “Em şerê li dijî PKK’ê pêkan nabînin.” Her weha PKK’ê wekî ‘terorîst’ jî binav nekir. Di hevpeyvînek de jî bêyî ku bi nav bike rewşa Mexmûr û Şengalê jî, rewşa hin rêxistinên Apocî yên Başûrê Kurdistan û Iraqê jî wekî beşeke ‘pirsgirêkê’ bi navkir û bi şikleke dîplomatîk got ku “Ev mesele bi şer çareser nabe.” Fûad Huseyîn ji dewleta tirk başkirina têkîlîyên bi YNK’ê re jî daxwaz kir. Rast e, hebûna PKK’ê ya li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê wekî ‘pirsgirêkek’ nîşan kir. Lê ji axaftinên wî diyar dibû ku Iraq plana şerê hevbeş ya rejîma Erdogan nepejirandî ye. Em plana Iraqê nizanin. Lê diyar e ew jî planek amade kirine. Bi gorî gotinên Fûad Huseyîn ew ê di navbera vê mehê de careke din li ser planên nivîskî yên her du dewletan bicivin.
Em careke din vegerin forûmê. Belê forûm ji bo propagandayên rejîma Erdogan tê bikaranîn. Lê her weha Erdogan dixwaze bi xebatên bi vî rengî pêşî li kurda jî bigre. Mixabin, ji raboriyên xwe jî tu aqil nagre.
Careke din em bînin bîra xwe. Dema Erdogan di sala 2015’a de mase hilweşand, xwest bi ‘plana çokdanînê’ kurda têk bibe. Siyaseta qirkirinê ya 9 salên dûmahî encama vê zîhniyetê ye. Hemû heyîyên Tirkiyeyê ji bo vê yekê hate xerckirin. Lê kurd têkneçûn. Di her qadê de berxwe dan. Di ser de jî hemû planên qirêj ya dewletê pûç kirin. Dewleta tirk niha dixwaze di qada şer de PDK û Iraqê jî bike şîrîkê xwe. Ew ê planên xwe çi qas bikaribin bixin meriyetê, em nizanin. Lê heke bi provokasyonek mezin hincetek bidest nexin, ew ê nikaribin di van amancên xwe yên qirêj de biserkevin. Ya tê dîtin jî ev e; heke nikaribin planên xwe yên li Başûrê Kurdistanê pêkbînin, ew ê nikaribin li hember Rojava jî serkeftîbin. Ev her du bi hev re girêdayî ne.
Me got ji raboriyên xwe aqil nagrin. Raborî tiştek din jî bi me dide aşkera kirin. Heke Tirkiye bixwaze, çareserkirina mesele hêsan e. Vekirina deriyên Îmralî dikare di demeke kurt de gelek tiştan bigûherîne. Rayedarên Tirkiyeyê, aliyên muxalîf ew ê çi qas ji ezmûnên raborî îstifade bikin hê ne aşkera ye. Lê tê dîtin ku her çi qas li ber deriyan neye gotin jî di hemû têkîliyên duqolî yên Tirkiyê de ev mijar jî li ser mase ye. Yên tê dîtin jî ew ê piştî hilbijartinên herêmî gelek tişt baştir xuya bibin.