Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdhejzedeyên jin: Tu jiyaneke me ya civakî nemaye

Erdhejzedeyên jin bi konteyniran de hatine sînorkirin û wiha gotin: “Pirsgirêka me ya binesaziyê heye. Çûna ceyranê bandoreke neyînî li ser jiyana me dike. Em nikarin bi tu deverekî ve biçin û vê derê biterikînin. Piştî erdhejê, tu jiyaneke me ya civakî û şexsî nema. Em tenê dijîn. Nizanin dê heta ku wiha bijîn.”

Desthilata AKP-MHP’ê karesata herî mezin a bi serê Tirkiyeyê de hatine. Mnaka vê ya li ser çavan xemsariya wan a li hemberî karesatan e. Di 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê erdhejeke dijwar qewimî û li 11 bajaran avahî hilweşiyan. Ji ber xemsariya desthilata AKP-MHP’ê bi sedhezaran kes di bin kavilan de ji sir û sermayê jiyana xwe ji dest dan. Di ser erdhejê de salek derbasbûye jî erdhejzede di vê zivistanê de di bin kon û konteyniran de hewl dan jiyana xwe bidomînin.

Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî jî Meletî ye. Jinên ku di konteynirên 21 metrekareyan de dimînin, jiyana wan bi qadekî wiha teng re hatiye bisînorkirin. Jinên ku di bin konteynirên plastîk ên hem hewa hem jî avê derbas dikin de dimînin, di heman demê de pirsgirêka “ewlehiyê” dijîn. Yek ji pirsgirêka din a ku jin dijîn jî qutbûna wan a ji civakîbûnê ye. Jinên ku di nava bajarên konteyniran de hatine bisînorkirin, hem sexbêra zarokan hem jî karên weke paqijiyê bi tena serê xwe dikin. Di heman demê de di qada tenduristiyê de jî nikarin ji gelek xizmetan sûdê bigirin û bi gelek nexweşiyan ketine.

Piştî ku rêxistinên civaka sivîl ên di pêvajoya ewil a erdhejê de hatin herêmê xwe ji wir vekişandin, jin bi saziyên dewletê re rû bi rû man. Bi taybet jî bi xebatkarên AFAD’ê re pirsgirêkên mezin dijîn. Ji ber ku ev xebatkar bi çavekî biçûk li jinan dinêrin û wan biçûk dixin, jin xwe di bin zexta psîkolojîk de hîs dikin û ji ber ku alîkariyeke tê xwestin nayê kirin nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin.

Erdhejzede hîn travmaya erdhejê ji ser xwe neavêtine

Hatun Korkmaz a 71 salî ku li qada bajarê konteyniran a Meletiyê de dijî, anî ziman ku tevî li konteynirê dijîn jî dema erdhej çêdibe direvin derve û travmaya xwe ya erdhejê anî ziman. Korkmaz, bi domdarî diyar kir ku ji ber buhabûna kirêyên malan nikarin ji xwe re mal bigirin û wiha got: “Malên biçûk ên 3 odeyên wê hene jî ji 10 hezaran dest pê dikin. Heke gotin di cih de be em ji bo bijîn têdikoşin. Cihekî tenê odeyeke wê heye. Em 3 kes tê de dijîn.”

Gonul Korkmaz jî destnîşan kir ku piştî erdhejê ji bo li Meletiyê cihekî xwe lê bihewînin bibînin neçar mane ku li gelek deveran bigerin û wiha got: “Di esasê xwe de mala me kêmxesar bû lê xwediyê malê piştî erdhejê em ji malê derxistin. Kirêya wê ji 2 hezar TL’an derxist 11 hezar TL’an. Piştre jî em li vî k-bajarê konteyniran bi cih bûn. Tevî zarok û hevjînê xwe em li vir dijîn.”

Korkmaz herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Dema mirov li vir xwarinekî çêdike bêhna wê hundir tije dike. Heta ew jî bi tena serê xwe ji bo me rezîltî ye. Nizanim bê ka em heta kengî dê wiha bikarin bijîn. Pirsgirêka me ya binesaziyê heye. Çûna ceyranê bandoreke neyînî li ser jiyana me dike. Em nikarin bi tu deverekî ve biçin û vê derê biterikînin. Piştî erdhejê, tu jiyaneke me ya civakî û şexsî nema. Em tenê dijîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar