PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kongra Star: Jin ji bo azadiya xwe û ya civakê têdikoşe

Kongra Starê daxuyand ku wê sedsala 21’an  bibe sedsala azadiya jinê û em dikarin vê yekê bi avakirina federalîzma jinan a cîhanê ya demokratîk pêk bînin, ji ber ku em bi hev re bi hêz in û wiha got: “Mîrateya berxwedanê ya bi hezaran salan didome û jin ji bo azadiya xwe û azadiya civaka xwe di refên herî pêş de têdikoşin.”

Kongra Starê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir. Kongra Star daxuyand ku ew ji dilê Şoreşa Jinê ya Rojava em vê nameyê ji hemû jinên berxwedêr re dişînin û bang li hemû jinan kir ku li dijî hemû êrîşan dakevin qadan. Kongra Starê bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê  û wiha hat gotin:’’Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê em di serî de hemû jinên berxwedêr silav dikin. Ev roja ku jin li hemû cîhanê dadikevin qadan, encama destkeftiya tekoşîna jinan a şoreşgerî ye. Ev jî mîraseke dîrokî ye ku bi fedekariyên mezin a jinan heta roja me ya îro di tekoşîna me de zindiye.

Di şexsê Clara Zetkîn, Rosa Luxemburg, Alexander Kollantai, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Şîrîn Elem Holî, Mîna Kişwar, Berta Caceres de em hemû jinên di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Her wiha em silavên bi rêz ji berxwedan û têkoşîna hemû çalakvan û şoreşgerên ku ji ber serhildana li dijî rejîmên stemkar û dîktator di zindanan de ne dişînin. Em 8’ê Adarê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” li hemû jinên cîhanê silav dikin.

Di daxuyaniya nivîskî de pêwistiya mezinkirina tekoşîna jinan a li dijî hêzên serdest,  wiha hate gotin: ‘’ Sala derbasbûyî şer û êrîşên li ser jinan û mafên ku bi dest xistine, bi awayekî zelal nîşan dide ku li dijî baviksalarî û modernîteya kapîtalîst berxwedan û têkoşîneke xurt çiqasî pêwîst û girîng e. Em bûne şahidê derketina şerên li ser asta herêmî û cîhanî yên ku bûne sedema sucênn şer, sucên li dijî mirovahiyê, qirkirin, qirkirina jinan û cureyên curbecur a zordestiyê, wek mînak li Kurdistan, Filistîn, Sûriye, Sûdan, Yemen, Îran, Afganistan, Belûcistan, Amerîkaya Latîn, Ukrayna, Mayanmar,  û gelek deverên din. Em jî di asta cîhanê de bi taybetî li welatên Rojava dibînin ku rastgir û faşîzmê xurt dibe. Ev şer û geşedan encama zihniyeta baviksalarî, serdestiya mêr e ku di serî de li dijî jinê û têkoşîna azadiyê tê meşandin. Me ev yek careke din şehîdxistina hevrêyên me yên jin di meha borî de dît.

Hevrêya me Zelal Zagros ku li Kerkûkê ji bo rêxistinên jinan bibîne bû, bû hedefa êrîşa çekdarî ji aliyê dewleta Tirk. 2 endamên yekîneya parastina jin YPJ’ê Şehîd Sorxwîn û Şehîd Azadî ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke girîng lîstin, di encama êrîşa balafirên keşfê a dewleta tirk de şehîd bûn. Her wiha şerekî taybet tê meşandin bi hewldana lewazkirina têkoşîna jinan bi rêya valakirina naveroka wan û di nava pergala serdest a kapîtalîst de were helandin. Taybet bi têgehên wekî polîtîkaya derve ya femînîst an dirûşma Jin Jiyan Azadî ji aliyê siyasetmedarên rastgir ve tê qîrîn, lê naverok, wate û koka sloganê ya rastî paşguhkirin an krîmînalîzekirin hewl didin tekoşîna jinan a salane vala derxînin.

Lê tevî hemû êrîşan jî berxwedana bê westan a jinan nehat şikandin. Mîrateya berxwedanê ya bi hezaran salan didome û jin ji bo azadiya xwe û azadiya civaka xwe di refên herî pêş de têdikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku yekane hêza ku dikare neteweperestî, faşîzm, baviksalarî, kolonyalîzm û her cure zilmê têk bibe jin e. Ji ber vê yekê pêwîste em jin di stratejiyeke hevpar de bibin yek û li dijî şerê emperyalîsta global têkoşîneke azadiyê ya cîhanî bimeşînin. Divê xebatên hemû hêzên dij-sîstema û tevgerên civakî yên ku di pêşengiya jinan de pêş dikevin ji hev cuda neyin dîtin. Divê ev hêz bi hev re biherike û mîna şelaleyekê bibe hêza guhertina cihanê. Wê sedsala 21’an  bibe sedsala azadiya jinê û em dikarin vê yekê bi avakirina federalîzma jinan a cîhanê ya demokratîk pêk bînin, ji ber ku em bi hev re bi hêz in.’’

Kongra Starê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser Şoreşa Rojava jî û got: ‘’ Weke tevgera jinan a li Rojava, cihê ku me 12 sal berê şoreşa jinê da destpêkirin û heta niha jî her roj jiyan dikin û diparêzin, em vê peyamê ji hemû jinên cîhanê re yên di nava berxwedanê de ne, dişînin.

Em li cem jinên Filistînî û Cihû yên li dijî polîtîkayên qirkirin û qirkirina jin têdikoşin disekinin, li gel jinên ku li Afganistanê li dijî Talîbanê, li dijî rejîma Şerîetê ya li Îranê, li dijî rejîma faşîst a Erdogan a li Tirkiyê, li dijî zilm û zordariya li Belûcîstanê, li dijî hêz û dewletên paşverû yên Rojhilata Navîn li ber xwe didin diseknin, em li gel jinên ku li dijî siyaseta rastgir, faşîzm û mêtingeriyê di dilê kapîtalîzmê de têdikoşin disekinin.

Kongra Starê banga mezinkirina tekoşînê kir û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em hemû jinên li çiya, li kolanan, li kargehan, li her qadê li berxwe didin û her cihî bi rengê azadiyê dixemlînin silav dikin. Em bang dikin ku bibin yek û têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin û 8’ê Adarê veguherînin şoreşa jinan a cîhanê. Jin Jiyan Azadî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar