Jin; cewher, hebûn û xwebûn e. Çavkanî û jêderka jiyanê ye. Jiyan; tevger û guherîn e. Zindîbûn û pêşketin e. Bereket û zêdebûn e. Tevger û guherîn bi xwe re rengînî û dewlemendiyê pêş dixe. Parastina hebûnê ye. Zêdekirina xwebûnê ye. Ev jî bi kedê pêk tê. Bi berpirsiyarî, sinc pêş dikeve. Di jiyanê de lêgerîna hebûnê heye. Xwezêdekirin heye. Guherîn û veguherîn heye. Lêgerîna hebûnê bi xwe re azadiyê tîne. Lewra azadî lêgerîna heqîqetê bixwe ye. Azadî, vegera eslê xwe, çavkanî û heqîqeta xwe ye.
Ev hersê têgeh ketober nehatine rêzkirin. Her têgehek bi tena serê xwe kêm dimîne. Lê dema ku hersê têgeh digihêjin hev, hev temam dikin û felsefeya jiyanê, felsefeya azadiyê, felsefeya hebûna jinê bi wate dike.
Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Yên hebûna wan tune be, azadiya wan jî nabe. Azadî tenê bi hebûnê pêkan e.”
Ev aforîzma ango gotina bi cewher gelek tişt tîne ziman. Mirov dikare gelek nivîs li ser binivîse. Hebûn û azadî hev temam dike. Çawa ku Enerjî bê madde û madde bêyî enerjî nabe, Azadî û hebûn jî bêyî hev nabin. Lê dema têkiliya di navbera hebûn û azadiyê de pêş dikeve tevgerek, zindîbûnek pêş dikeve. Ev jî jiyan e. Dema hebûn azad dibe jiyan pêş dikev. Dema jiyan pêş dikeve azadî pêk tê. Çawa ku Albert Einstein formulê E=mc2 pêş xistiye. Di vir de jî em dibînin pergala azadiyê yek e. Eger enerjî azadî be, lez jî jiyan e. Cihê ku lez lê hebe tevger, zindibûn, jiyan heye. Ji bo enerjî û lez pêş bikeve jî pêdivî bi madde ango xwebûnekê, cewherekî heye.
Îro dema em vê felsefeya Jin Jiyan Azadî di serî de li gorî rastiya gelê kurd û bi gelemperî li gorî rastiya gelên Rojhilata Navîn beramberî hev bikin, em dibînin hebûna gelên Rojhilata Navîn tê înkarkirin. Gelekî ku bê înkarkirin, hebûn û tunebûna wî nediyar be, dê nikaribe qala azadiyê jî bike. Ji bo qala azadiyê bike, divê berî her tiştî karibe bijî. Divê berî her tiştî jiyana wî gelî hebe. Jiyana wî çi ye? Jiyana wî ziman, çand, nasmame û dîroka wî ye. Eger gelek bê înkarkirin, çand, ziman û nasnameya wî jî tê înkarkirin. Divê têbikoşe û li wateya jiyanê bigere. Li azadiyê bigere. Ji bo wê jî divê berî her tiştî têkeve ferqê ku çawa hebûna wî hatiye înkarkirin. Ke, civak û gelê ku têkeve ferqê hebûna wê-wî hatiye înkarkirin, dikeve nava lêgerîn, liv û tevgerê. Dikeve nava lêpirsîn û pirsînê. Li xwe û hebûna xwe digere. Ev jî bi xwe re tevger, hêz û zindibûnekê ava dike. Ev zindibûn çiqaz lez û bez be, ew qaz hebûnê ber bi azadiyê ve dibe. Cewher-made ber bi azadiyê ve dibe. Made çiqas bi lez be, ew qas zû azad dibe. Ew qas zû dibe enerî.
Ji bo gel bijî û azad bibe, divê berî her tiştî felsefeya Jin Jiyan Azadî ruhber û şênber bibe. Ji ber ku ya hebûnê ava dike jin e. Ya tevgerê ava dike jin e. Ya ku çandê pêş dixe û rengîn dike jin e. Ya kedê dide xwedî hest, wîcdan û hestiyar dîsa jin e. Ji ber vê yekê jin jiyan e. Ji ber ku jiyan di heman demê de parastina hebûnê ye. Zêdekirina hebûnê ye. Rengînkirin û biwatekirina demê ye. Eger cihê jiyan lê nebe dem jî nabe. Cihê jiyan lê nebe rengînî jî nabe. Ji bo vê yekê jiyan azadî ye. Ji ber ku azadî afirînerî, hilberîneriya jiyanê ye.
Jiyan têkoşîn e. Jiyan berxwedan e. Jiyan wadetayîn û avakirina demê ye. Ji ber vê yekê ye ku dibêjin ‘Jiyan azadî ye.” Ji ber vê yekê ye ku dibêjin berxwedan jiyan e, Jiyan azadî ye. Encama van hemûyan Jin Jiyan Azadî ye.
Dema em ji vê felsefeya Jin Jiyan Azadî derdikevin rê, gotinek Rêber Abdullah Ocalan a din tê pêşiya me. Rêber Abdullah Ocalan dibêje, “Jina azad civaka azad e. Civaka azad Neteweya Demokratîk e.”
Dema em li gotina “Jina azad civaka azad e” dinerin; Jin çiqas azad bibe, civak jî ew qas azad dibe. Dema em li gotina “Civaka azad jî Neteweya Demokratîk e” dinerin; em dibînin ku Neteweya Demokratîk cihana demokratîk e. Konfederalîzma Demokratîk e. Ev jî bi xwe re pergala Modernîteya Demokratîk ava dike. Wê demê ji bo mêr, civak azad bibe û neteweya demokratîk pêş bikeve, divê berî her tiştî felsefeya “Jin Jiyan Azadî” pêş bikeve. Azadiya mêr jî, azadiya civakê jî û neteweya demokratîk jî bi azadiya jinê ve girêdayî ne. Ev jî giredayî felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ye.