Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Bernameya Newrozê hat aşkerekirin

Dîrokên navendên ku dê Cejna Newrozê lê were pîrozkirin diyar bûn. Îsal dê starta Newrozê di 15'ê adarê de li navçeya Depê bê dayîn.

Pîrozbahiyên Newrozê her sal di 21’ê Adarê de bi tevlibûna milyonan û coşeke mezin tê pîrozkirin. Dema cihên ku wê Newroza 2024’an lê bê pîrozkirin diyar bû. Newroza 2024’an wê îsal li sedan cihan ku 57 jê navendan in, bê pîrozkirin.

Agirê Newroza 2024’an dê li navçeya Depê ya Xarpêtê ku bajarê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan ku di 21’ê Adara 1982’yan de bedena xwe da ber agir, di 15’ê adarê de were vêxistin. Her wiha wê agirê Newrozê yê sembolîk li sûrên Amed û Kadifekale ya Îzmîrê bê pêxistin. Sûrên Amedê cihê ku Zekiye Alkan di 21’ê Adara 1990’an de bedena xwe da ber agir e. Kadifekale ya Îzmîrê, cihê ku Rahşan Demîrel di 22’yê Adara 1992’yan de bedena xwe da ber agir û bi Newrozê re bû yek e.

Li gel 57 navendan wê li gelek bajar, navçe, gund û bajarokan agirê Newrozê bê pêxistin. Cejna Newrozê tenê di 21’ê Adarê de li Amedê tê lidarxistin. Tê payîn ku Newroza îsal bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin û daxwazên çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bê pîrozkirin.

Navend û dîrokên pîrozbahiyên Newroza 2024’an wiha ne:

15’ê adarê: Elezîz/Dep

17’ê adarê: Giyadîn/Agirî, Dîlok, Kanîreş/Çewlîg, Bûrsa, Denîzlî, Colemêrg, Stenbol, Îzmîr, Dîgor/Qers, Kocaelî, Osmaniye, Şirnex, Tekîrdag, Pirsûs û Xelfetî/Riha, Wan

19’ê adarê: Panos/Agirî, Bazîd/Agirî, Golan/Erdexan, Balikesîr, Dêrsim, Qereçoban/Erzirom, Hatay, Kaxizman/Qers, Nisêbîn/Mêrdîn, Mûgla, Milazgîr û Kop/Mûş, Dihê/Sêrt, Qileban û Cizîr/Şirnex, Wêranşar/Riha.

20’ê adarê: Erdîş/Wan, Aydin, Êlih, Tetwan/Bedlîs, Çanakkale, Gever/Colemêrg, Îdir, Konya, Manîsa, Qoser/Mêrdîn, Mersîn, Sêrt, Çewlîg, Elkê/Şirnex.

21’ê adarê: Amed

23’ê adarê: Şemzînan/Colemêrg, Mûş, Riha, Enqere

24’ê adarê: Çelê/Colemêrg, Edene, Kirşehîr, Antalya

25’ê adarê: Agirî

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar