Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev agahî hatin parvekirin: “Roja înê (01.03.2024) li bajarê Kobanê çend kesên ku karên xerab dikin, nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd-Sûriyeyê (ENKS) şewitandin. Her wiha şeva çarşemê (6.3.2024) ev bûyer li bajarê Amûdê jî qewimî.
Piştî ku agahî hatin, hêzên me dest bi lêkolînên berfireh kirin û ji bo dîtina kiryaran lêpirsîn da destpêkirin.
Hêzên me piştrast dikin ku lêpirsînên ji bo aşkerakirina rewşa 2 bûyerên şewatê û girtina kiryaran didomin.”