Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Ji bo azadiyê berê xwe bidin nav refên YJA Starê

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku Rêber Apo bi îdeolojiya 'Jin, Jiyan, Azadî' modeleke jiyana nû afirand û wiha gotin: “Em vê peyamê didin jinên li tevahiya cihanê; li hemberî jinên ku azad bûne tu hêz nikare bi ser bikeve. Divê jin hemû berê xwe bidin nava refên azadiyê."

Gerîlayên YJA Starê li tunelên şer li dijî dagirkeran berxwedaneke bêhempa dimeşînin û derbên giran li dagirkeran dixin. Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coşeke mezin pêşwazî kirin û ev tişt anîn ziman: “Têkoşîna jinê ya ku bi fikir û îdeolojiya Rêbertî tê meşandin îro bandorê li her devera cîhanê dike. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku ji bo jinan hemûyan roja azadiyê ye; di serî de li Rêber Apo ku hevrêyê rasteqîn ê jinê ye, li şehîdên şoreşê, li dayikên leheng ên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî di nobeda edaletê de ne, li her hevrêyeke jin a ku li tunelên şer û li Kurdistanê li dijî hêzên dewleta dagirker şer dikin, li hevrêyên jin ên li zindanan li ber zilmê serî natewînin û teslîmiyetê red dikin û li jinên cîhanê hemûyan pîroz dikin.

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi îdeolojiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rêber Apo modeleke jiyana nû afirand. Ev îdeolojiya ku li gelemperiya cîhanê mîna şoreşê ye, jinên ji hemû civakan li dora azadiyê li hev civand. Mejiyê dewleta netewe ya ku li ser kolekirina jinê hemû nirxên mirovahiyê dîl digire bi rengekî topyekûn êrîşî têkoşînê dike. Bi rêbaza şerê taybet bi taybetî li dijî jin û ciwanan medya, huner û wêjeyê bi kar tîne û bi vî rengî rêbazên asîmîle û dejenerekirinê kûr dike. Hêzên serwer ku di nava sîstema xwe ya kaosê ya li nava civakê ti sînorên şer nas nakin, bi bikaranîna her cûre teknîkê dixwazin qirkirinê pêk bînin.

Bi taybetî sîstema dewleta tirk a faşîst desthilatdar, li dijî Rêber Apo û tevgera PKK’ê yên ku nirxên kurd û Kurdistanê û hebûna azadiyê diparêzin, bi her cûre êrîşan dike. Li çiyayên Kuridstanê zêdeyî 4 sal in li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên taktîk nukleer, kîmyewî û rêbazên şerê qirêj bi kar anî. Lê belê tevî ewqas êrîşên dijmin jî gerîlayên serdema nû bi îradeya xwe ya ji pola û serweriya xwe ya taktîkî ev êrîş têk birin.

Di her çalakiyên bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê de careke din tê dîtin ku îrade û xwesteka mirov dikare her cûre êrîşên teknîkê têk bibe. Weke gerîlayên YJA Starê ku xwe bi îdeolojiya Rêber Apo; ‘Yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin, yên bedew dibin têne hezkirin’ xwe xemilandine, em vê peyamê didin jinên li tevahiya cîhanê; li hemberî jinên ku azad bûne tu hêz nikare bi ser bikeve. Ji bo azadî hîn bêhtir bê mezinkirin û li her qadê bê belavkirin divê jin hemû berê xwe bidin nava refên azadiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar