Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Serhildana Adarê

Em di meha adarê de ne û ev meh ji bo kurdan di çend aliyan de girîng û cuda ye. Dema dibêjin adar, berî her tiştî Newroz û paşê agir û bihar tê hişê kurdan. Ev yek jî sedemên xwe yên dîrokî hene ku dawî li zilmê hatiye û gul û şînkayî ji nû ve bişkiviye. Lewma di hatina vê mehê de gelek bûyer û guhertin çêbûne ku di dîroka kurdan ya dûr de Newroz û ya nêz de serhildana Qamişloyê ye.

Di sala 2004’an di 12 Adarê de li dijî zext û êrişên li ser kurdan serhildan çêbû. Serhildan li hember siyaseta rejîma Baas a ku xwest çavê kurdan di stadyûma Qamişlo de bişkîne bû û erebên ji Dêrazorê kir darê destê xwe ku pê li kurdan xist. Xwest bibe şerê kurd û ereban û li her derê kurd newêribin qale kurdîtiyê bikin û ger qal kirin jî ereb li hember wan derkevin. Rejîma Baasê xwest bike şerekî nijadî û pêre jî li her derê kurd bi hincetên pûç digirtin û dixistin zindanan. Tohmeta destpêkê ya kurdan ew bû ku kurd in û di adarê de li dijî dewletê serî rakirin e. Lê sedema sereke ku hişt rêjîma Baas planeneke wiha li Qamişloyê bike ew bû ku di 19’ê Adara 2003’an de Amerîka êrîşî Iraqê kiribû. Xwestin çavê kurdan li Rojava bitirsînin û tirsa wan ew bû ku li Rojava jî kurd doza mafê xwe yê neteweyî bikin.

Li aliyê din, hineke danûstandinên veşartî di navber dewleta tirk û rejîma Baasê de li ser kurdan hebûn û ev yek jî cîgirê serokatiya Sûriyeyê dema Hafiz Esed û Beşar de Ebdulhelim Xedam di bîranînên xwe de parvekiribûn. Xedam di van bîranînan de tîne ziman ku şertê têkiliyên nava Sûriye û Tirkiyeyê fermî û baş bibin ew bû ku zextên li ser kurdan pêr bên zêdekirin û yek ji wan rêbazan jî bûyerên li Qamişloyê bûn. Yanî, kurd kirin qurbana başkirina têkiliyên xwe. Lê wan nizanîbûn ku wê kurd serî rakirin û serhildana wan li tevahî Sûriyeyê belav bibe. Xwestin kurdan bitirsînin û paşê jî zext bi her awayî kirin, lê kurdan di bin re hîn zêde xwe bi rêxistin kir û li benda firseta dîrokî man.

Her wiha serhildana Qamişloyê aliyekî wê yê din jî di nava bûyerên niha li Sûriyeyê diqewimin de bandora xwe çêkir. Di 15’ê adara 2011’an de dema bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin, li gelek bajaran banga hilweşîna Rêjîmê hat kirin, lê kurdan xwe nexist nava van bûyeran, doza mafê xwe berî her tiştî kirin. Wan ders ji bûyerên Qamişloyê derxistibûn. Ders derxistibûn ku nebin destê kêrê û li dawiyê werin serjêkirin. Wan xwe bi rêxistin kir û bi zanebûn çûn ser tiştan ku îro pêşengiyê ji gelên herêmê yên li bakurê û Rojhilatê Sûriyê re dikin. Civaka ereb jî ji ber di vê serildana Qamişlo de bi kurdan re ranebûn û hinek ji wan li dijî kurdan bûn, niha xwe deyndar dibînin. Em 20 saliya serhildana Qamişlo tînin ziman lê mîrateya wê li nava Rojavayê Kurdistanê bi çav dibînin. Îro Rêveberiya Xweser, hêzên Ewlehiya civakê û hêzên parastinê dibînin. Serhildana Qamişloyê ji destkeftî, sazî û rêveberiyan re bû bingeh. Her çiqaşî planên qirêj li ser kurdan hatin gerandin, lê kes nikare bibêje kurd bûn barhilgirê xelkê.

 

Nûçeyên Têkildar