Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi boneya 36’emîn salvegera Komkujiya Helebce peyamek belav kir.
Bafil Talebanî di beşek ya peyama xwe de îşaret bi giringiya yekitiya neteweyî kir û got: “Pêwîstiya Kurdistanê bi yekrêzî û yekgirtinê heye, ne parçebûn û ji hev dûrketinê. Divê em cudahiyan bixin di xizmeta berjewendiyên hevbeş de û ji bîr nekin ku wek kurd çarenûsa me yeke. Divê berpirsyartiya li beramberî xak û nîştiman cihê fikra cudakariyê bigre û xizmetguzarî ji bo hemûyan be.”