Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê’

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Erdîşê bang li bi hezaran kesan kir û hevkariya AKP-MHP’ê û Huda-Par’ê weke “Tifaqa JÎTEM’ê pênase kir.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tev li hevdîtina gel a li navçeya Erdîş a Wanê bû. Hatîmogûllari li Benda Balik bi konvoyeke qelebalix hat pêşwazîkirin û bi xurtî karî xwe bigihîne qada hevdîtinê ku bi hezaran kes beşdar bûbûn.

Pankarta “Roja ku azadî hat mirin qedexe ye, rabe” hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, namzetên Hevşaredariya Erdîşê Baran Bîlîcî, Guler Temel, Hevserokê Bajar ê DEM’ê Veysî Dîlekçî û namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bi kurtî axivîn.

Piştre Hatîmogûllari bi dirûşmeyan derket ser dikê û bal kişand ser bûyera binavbûna keştiya li Çanakkaleyê ku 21 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn û wiha got: “Yên jiyana xwe ji dest dabûn, koçber bûn. Weke DEM Partî me li dijî koçberiyên ku çavkaniya xwe ji hilweşîna ekonomiyê digirin, her tim aştî parast. Em ji Erdîşê sersaxiyê ji malbatên kesên me yên jiyana xwe ji dest dan re, dixwazin.”

 ‘Em ê qadan tejî bikin’

Hatîmogûllari qala pîrozbahiya li Depê kir û wiha pêde çû: “Me li bajarê Mazlûm Dogan, starta Newrozê da. Em ê ruhê 8’ê Adarê li ruhê Newrozê zêde bikin û Newrozê li bi daxwaza aştiyê pîroz bikin. Em ê ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, pîroz bikin. Em ê ji bo ku tecrîda Îmraliyê ji holê rabe, pîroz bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan em ê qadên Newrozê tejî bikin. Em ê daxwaza ked, azadî, wekhevî û edaletê bikin. Em amade ne ku bi ruhê Newrozê serketina 31’ê adarê îlan bikin.”

Hatîmogûllarî bal kişand ser salvegera Komkujiya Helebceyê û ev yek anîn ziman: “Ez îro li vir careke din kesên ku li Helebceyê gelê Kurd qetil kirin, şermezar dikim. Em ê tu carî Komkujiya Helebceyê ji bîr nekin. Em şehîdên xwe, bi bîr tînin. Dîsa di 16’ê adarê de li Beyazîta Stenbolê 7 xwendekarên zanîngehê hatin kuştin. Ew ciwanên şoreşger bûn, hêviya vî welatî bûn. Heman zîhniyet îro me li Rojhilata Navîn qetil dike. Heman zîhniyet ew e ku di sala 2024’an de me mehkûmî mirinê dike. Ji Mahîr, Denîz, Kaypakkaya, Îbo û Mazlûman bigire heta hemû şehîdên me yên ku têkoşîna şoreşgerî, welatparêziyê diyarî me kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Dîroka vî welatî tije êş û qetlîam e. Hûn Weke gelê Zîlanê hûn bûne şahidê mezintirîn komkujiyê. Bi Koçgirî, Dersim û 33 Guleyan zen kirin ku ew ê serê me bitewînin, kurdan asîmîle bikin, elewiyan, jinan û welatparêzan tune bikin. Ji wan re baştirîn bersiva me ew e ku em dibêjin; ‘DEM Partî li vir e. Welatparêzên şoreşger li vir in. Gelê kurd li vir e. Gelên me li vir in, em li vir in.”

Hatîmogûllarî bal kişand ser tifaqa AKP û JÎTEM’ê û wiha berdewam kir: “Diyar e ku AKP’ê di van hilbijartinan tengav bûye û niha dibêje; ‘Em ê çawa tifaqa xwe ya bi  JÎTEM’ê xurtir bikin.’ Mehmet Agar û Tansû Çîller ku di nava tîfaqa JÎTEM’ê de bûn, niha ji şaredariyên AKP’ê re kar dikin. Destên tifaqa JÎTEM’ê bi xwîna rewşenbîr, siyasetmedar, şoreşger, nivîskar, rojnamevanên Tirkiye û Kurdistanê sor bûye. Tifaqa JÎTEM’ê derdixînin pêşiya me. Li Kurdistanê versiyoneka din a tifaqa JÎTEM’ê Hizbul Kontra ye. AKP’ê bi zanebûnî Huda Par anî meclisê. Gelê kurd sedema vê yekê baş dizane. Em tu carî vê yekê qebûl nakin. Hewce ye em tu carî siyaseta wan a ku nirxên kurdî bi kar tînin û xwe weke parêzvanên doza ziman û çanda kurdî dihesibînin, qebûl nekin. Wan ew bi mebesta polîtîkayên taybet û qirêj şandin, nava me.  Suleyman Soylîyî îtîrafa vê yekê kir. Em ê tu carî destûrê nedin Hizbul Kontrayê.”

 ‘Destê xwe ji Kurdistanê bikşîne’

Hetîmogullari, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên ku ji aliyê Erdogan ve tê meşandin da û got, “Erdogan dibêje ‘destê kî di bêrîka kî de ye nediyar e.’ Lê em baş dizanin destê kî di bêrîka kî de ye. Destên te di bêrîka îtîfaqên JÎTEM, Hîzbûlkontra û baronên şer de ye. Destên te di bêrîka gel de ye, tu pereyên gel didizî û pêşkêşî çeteyan dikî. Gelê me tî û birçî ye. Lê hûn ji bo dizînê mijûl dibin. Destê te di bêrîka xizanan, karker, ciwan û jinên welêt de ye. Lê belê destê DEM Partiyê li ku ye aşkere ye. DEM Partî destê xwe dide destê gel û dide destê dayikên ku di nobeta edaletê de cih digirin. DEM Partî destê xwe daye ciwan, jin, astengdar, karker, xizan û gelan. Tu destê xwe ji Tirkiye û Kurdistanê bikişîne, tu qenciyek din ne hewce ye.”

Hatîmogullari, der barê qeyrana aborî de jî ev tişt anîn ziman, “Li Enqereyê hejmara mirovên ku ji bo goştê erzan dikevin rêzê, neçar dimînin ji gilêşê xwarinê peyda bikin û hewl didin ji sûkan sebze û fêkiyên beravêtî ji zarokên xwe re bînin, her ku diçe zêde dibe. Qeyrana aborî û xizaniya ku gelê Tirkiye dijî ev e. Li gelek cihan bi taybetî li Kurdistanê razemeniyê nakin, kargehan venakin, qadên îstîhdamê ava nakin. Yek ji sedemên polîtîkayên taybet ên aboriyê yên li ser Kurdistanê tên pêkanîn jî, ew e ku ciwanên li vir ji vir biçin e. Kargehan ava nakin û mirovan li vir nadin xebitandin. Ji ber ku mirovên li vir mîna hemwelatiyên vî welatî nabînin. Dibêjin, ‘em çiqasî vê derê bêmirov bikin, em ê ewqasî bi hêsanî birêve bibin.’ Em ji vê derê, ji dilê kurdistanê, ji Wan û Erdîşê dibêjin, em ê weke DEM Partiyê qadên îstîhdamê ava bikin. Em tên ku projeya ‘li cihê em lê ji dayik bûne’ bi cih bînin.”

Banga dengdayînê

Hatîmogullari, destnîşan kir ku qeyûmên li şaredariyan hatine tayînkirin tev dizin û wiha dirêjî da gotina xwe, “Qeyûman, çavkaniyên şaredariya me, pereyên gel û pereyên we dizîn. Qeyûman, vîna kurdan dizîn. Qeyûm di heman demê de dizê vîna me ya siyasî ye. Em ê rê nedin dizan! Zîhniyeta qeyûman, êdî hatiye wê rewşê ku nema dikarin li van kolanan bimeşin. Heta ku vîna gel hebe, kes wê êdî nekaribe tiştekî ji me bidize. Êdî ev serdem bi dawî bû. Ew jî di wê ferqê de ne ku bi tayînkirina qeyûman re çiqas zerar dîtine. Ji ber vê yekê di hilbijartinên xwecihî yên dema pêş de serî li taktîkên din didin. Hewl didin hilbijêrên xwe li herêmên ku şaredariyên me tên bidest xistin bi cih bikin û versiyoneke din a nêzîkatiya qeyûm li Kurdistanê pêk bînin. Du daxwazê me ji we hene. Ya yekemîn ew e ku em biçin cem malbatên ku heta niha dengê xwe nedane me û ji wan re vebêjin bê çima dengê xwe nedin AKP’ê. Yên ku xwîna Kurdan rijandin, li Rojava êrîşî xwişk/birayên me kirin, ew qetil kirin, berî du rojan komeke şer çûn Iraqê civîna operasyonê lidar xistin û biryarên nû yên şer wergirtin. Divê em van yek bi yek ji gelê xwe yê hêja re vebêjin.”

Hevdîtin bi stranên gel û gerandina govendê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar