Peywirdarkirina qeyûman tenê ne desteserkirina rêvebirina bajar, navçe û bajarokan, di heman demê de dûrxistina gel û civakê ya jî çand, ziman û nasnameya xwe ye jî.
Bi peywirdarkirina qeyûman, rêveberiya navendî ya zext, zor û înkarê li ser gel û civakê tê ferzkirin û vîna gel tune tê hesibandin.
Ji gelê van bajarên ku qeyûm li şaredariyên wan hatine peywirdarkirin re tê gotin ku hûn nizanin û nikarin xwe û bajarên xwe birêve bibin, tenê em bi rêveberiya navendî dizanin û dikarin we birêve bibin.
Tê gotin ku em we nas nakin, qebûl nakin, vîna we desteser dikin û tune dihesibînin.
Hûn ne hêjayî xwe birêve birinê ne, em destûr nadin ku hûn çanda xwe ya civakî bipêş bixin, zimanê xwe biparêzin û pêşve bibin, bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin, bifikirin û bijîn.
Bi şandina ser şaredariyan a qeyûman saziyên ziman û jinan hatin girtin, Malên Piştgiriya perwerdehiyê, pêşdibistan û zarokistan ku di binê banê şaredariyan de bi kurdî xebat dimeşandin, kilît li deriyên wan hatin xistin û hatin girtin.
Ev pêkanîna qeyûman ku bûnê bela serê gel û civakê, bi fermana Erdogan ket meriyetê û jiyana civakê serobino kir.
Çawa ku di ayetên “pirtûka pîroz” de tê gotin “xweda got bibe û bû”, Erdogan jî got ez ê Qeyûman bişînim ser şaredariyên gelê kurd û pêkanîna qeyûman bû çand û kevneşipiya bêhiqûqiya dewletê û li ser civakê hat ferzkirin.
Bi vê fermana Erdogan a şandina qeyûman, hemû hiqûq, zagon û peymanên hundirîn, derveyî û navneteweyî tune hatin hesibandin û ev 8 sal in, vîna gelê kurd bi fermana Erdogan û bi destê qeyûman hatiye desteserkirin û ev pêkanîn hîn jî berdewam e.
Desthilata AKP-MHP’ê, bi salan e bi awayekî bêhiqûq qeyûman wek pêkanîneke mafdar û meşrû nîşan dide, tora rantxuriyê berfireh dike û bi qorsanî şaredariyên gel talan dike.
Ji bo dawîkirina rantxurî û talana qeyûman serkeftina hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî, ji bo gelê kurd ne wek hilbijartinên parlamentoyê, zêdetir girîng in.
Serkeftina gelê kurd a di vê hilbijartinê de, di heman demê de tê wateya rizgarkirina şaredariyên gel a ji destê desthilatê û dagirkeriya qeyûman.
Ji ber van sedeman, di serî de ciwan, Jin, mêr û hemû beşên civakê bi hev re, dest bidin destê hev, mil bidin milê hev û şaredariyên ku gelê kurd weke mewziyên demokrasiyê û perwerdegehên parastin û pêşxistina çand û zimanê kurdî, navendên xwebûn û hebûnê dibîne, di 31 ê adarê de ji dagirkeriya qeyûman rizgar bikin û şaredariyên gel wergerînin navendên xebat û xizmeta çand û ziman, reng û dengê gelan.