Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

6 Newroz in Efrîn dagirkiriye

Ev 6 Newroz in Efrîn di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye. 6 sal in darên zeytûnan tên jêkirin, kurd li wir tên qirkirin û nasnameya Efrînê tê guhertin. 6 sal in Efrînî li Şehbayê di kampên koçberiyê de ne û ne li ser erdê xwe, ne li cihê bav û kalên xwe ne. Ev çend sal in di 18’ê adarê de em li ser dagirkirina Efrînê çend gotinên bi bîrxistinê dinivîsînin lê ka ev birîn wê çawa were dermankirin ku her xwîn jê tê.

Li Efrînê her kesê ku rewşa herêmê dişopîne dibîne û dizane çi li Efrînê diqewime û rojane çi li serê kurdên li cih û warê xwe hîn mane, tê kirin. Kuştin û revandin, talan û qirkirina xwezayê dewam dike. Berî çend rojan dubare cinayetek pêk hat. Ev bûyer li Efrînê bû ku kesekî ji komên navê wan kirine erebên hawirde pêk anî. Ji van re dibêjin erebên hawirde lê ev di esas de çete û malbatên çeteyan in ku dewleta Tirk ew anîn û bi her awayî xizmeta dewleta tirk dikin. Ehmedê biçûk ê ji Cindirêsê bi destê van bêbavan hat kuştin û serjêkirin û xwestin bibêjin ev kuştin kesekî kiriye. Ehmedê bi çûk li Cindirêsê bi destê kesekî hat serjêkirin û laşê wî avêtin bîrê, lê yê ku ev kir ne kesek bû. Di sêrî de dewleta Tirk û hemû kesên di bin nasnameya dagirkeriyê de tevdigerin kiriye. Ma ne wiha biya ev mêjiyê serjêkirinê ji ku hatiye?. Ev mêjî yê dewleta tirk û DAIŞ’ê ye ku niha li Efrînê û deverên dagirkirî serdest e.

Li aliyê din, nehat dîtin ku ji bilî kurdên dilşewitî li ser van cinayetan aliyekî din gotinek ji dil gotine . Ehmedê Cindirêsê hat kuştin lê sucdar kiye? Ma ne nûnerên wan deveran diçin li Hewlêrê jî rûdinin û tên pêşwazîkirin. Yên bi van kujeran re rûdinin ma ew jî ne hevkarin?. li Efrîna dagirkirî ENKS’ê heye û ew jî kujerên Ehmedê bi çûk yê ji Cindirêsê ne û ji ber ew jî hevkarê dewleta tirk û van komin in. Dayika Ehmed bang dikir ku divê kujerên kurê wê werin cezakirin. Lê ne kesek, di destpêkê de ya rast ku divê were darzandin ENKS û aliyên bi zimanê kurdî parastina dewleta tirk û dagirkeriyê dikin e.

Di dawiyê de dixwazim bêjim ku ev 6 Newroz in li Efrînê ev komkujî dewam dikin û sucdar heman sucdar in. Lê Adar meha Kawayê Hesenkar e. Kurd kujerên xwe ji bîr nakin û kengî firsetê bibînin wê tola xwe rakin û wan darzînin. Kawayê Hesinkar nasnameye û mesaj e, Newroz mizgînî û bihar e, kurd jî bi vê ferasetê heta roja îro hatin e û Newroz pîroz dikin.

Nûçeyên Têkildar