PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Azadiya me û Rêber Apo bihev ve girêdayî ye’

Endamên Rêveberiya TAJÊ û Meclîsa Gel a Şengalê diyar kirin ku azadiya gelên bindest girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’ye û gotin: “Azadiya Rêber Apo wê hem şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bike, hem jî bibe azadiya hemû bindestan. Niha em ji saya Rêber Apo li Şengalê ne.”

Tevî daxwaza milyonan kurd û gelên azadîxwaz jî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê rakirin û sîstema îşkenceya li Îmraliyê her diçe dijwartir dibe û 36 meh in, agahî ji Rêbertî nayê girtin. Lê gelê kurd ne tenê daxwaza rakirina tecrîdê dikin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dikin.

Yek ji civaka dibin metirsiya qirkirinê de civaka êzidî jî daxwaza azadiya Rêber Ocalan dike û ji bo di çarçoveya pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ rojane çalakiyên cur be cur lidardixin. Endama Rêveberiya Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Neam Bedel û endama Meclîsa Gel a Şengalê Sînem Îbrahîm têkildarî girîngiya azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan ji bo gelên bindest axivîn.

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel û endama Meclîsa Gel ya Şengalê Sînem Îbrahîm tecrîda li Îmraliyê rûreş kirin û gotin ew ê Rêber Ocalan azadiya gelên bindest hemûyan bi xwe re bîne; “Rêber Ocalan wê bikaribe azadiyê bîne tevahî Rojhilata Navîn.”

 ‘Azadiya Rêbertî wê dawî li şerê Rojhilata Navîn bîne’

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel sedema tecrîdkirina Rêber Apo weke tirsa ji fikrên wî îfade dike û dibêje; “Hêzên komploger ji fikrên Rêber Apo ditirsin, lewma rê nadin dengê wî were bihîstin. Fikrê Rêber Apo azadî, dadwerî û demokrasiyê dixwaze. Ji ber vêya Rêbertî tecrîd dikin. Bi wî re hemû gelên bindest jî tecrîd dikin. Eger tecrîd were şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were, wê gelên bindest jî azad bibin. Wê şer li Rojhilata Navîn jî bi azadiya Rêbertî bi dawî bibe.”

‘Bila CPT berpirsyariya xwe bicîh bîne’

Dayê Neam di heman demê de azadî ji hemû girtiyên azadiyê re jî xwest û got: “Em azadiyê ji hemû girtiyên siyasî yên di zîndanên Tirkiyeyê de ne dixwazin. Êdî bese, bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin. Bila CPT êdî bi berpirsyariya xwe re rabe.”

‘Em ji saya Rêbertî li Şengalê ne’

Endama Meclîsa Gel a Şengalê Sînem Îbrahîm jî helwesta xwe ya li dijî tecrîdê daye diyarkirin û got; “Milletê êzidî deyndarê Rêber Apo ne, eger ne ji fikrê Rêber Apo bûna, yek ji me jî li Şengalê nedima. Divê em jî ji niha û pêve çalakiyên xwe zêde bikin da ku tiştek ji bo azadiya Rêber Apo bikin. Heta Rêber Apo azad nebe, wê gelên bindest jî azad nebin. Azadiya Rêber Apo û ya me bi hev ve girêdayî ye. Ji vir heta Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar