Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Îmraliyê din tecrîdeke mutleq de tê girtin û 3 sal in Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin. Bertekên gel ên li hemberî tecrîdê her ku diçe mezin dibin. Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo di 10’ê cotmehê de pêngava azadiyê hat destpêkirin. Girtiyên PKK û PAJK’ê di çarçoveya pêngavê de li girtîgehên Kudistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê dan destpêkirin û greva birçîbûnê 119 roj in didomin. Her wiha malbatên girtiyan jî li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê nobeda edaletê dan destpêkirin û dixwazin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ande bi rêya telefonê bi axivî bûn, lê ev axaftin tenê 3-4 deqeyan dom kiribû û piştî wê rojê tu agahî ji Rêber Apo nehatibû girtin.
Mehmet Ocalan ku di 3’yemîn salvegera hevdîtinê de ji nûçegihanê MA’yê Mahmût Altintaş re axivî. Mehmet Ocalan diyar kir ku axaftina li ser telefonê wan tenê çend deqeyan berdewam kiriye û wiha got: “Ji min re gotin ku hûn ê di 25’ê adarê de biçin Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û bi kekê xwe re bi telefonê biaxivin. Roja din ez bi parêzerên xwe re çûm Rihayê û serok re avivîm. Serokatî di hevdîtinê de pirs kir got tu li ku ye û kê gazî we kiriye? Min jê re got ku ez li Serdozgeriya Komarê me û ji aliyê rêveberiya Îmraliyê ve gazî min kirin ji bo hevdîtina bi telefon. Li ser vê yekê Serok jî got, ‘Ev şêwazê hevdîtinê ne rast e. Ev ne tiştekî be qebûlkirin e. Dewlet vê yekê îstîsmar dike. Dewlet îstîsmar bike jî divê hûn îstîsmar nekin. Heke bi min re hevdîtin çêbibe mafê min ê qanûnî heye. Divê parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Piştî çend deqîqeyan axaftin qût bû. Me nekarî zêde biaxivê.”
‘Gelê kurd Serokatî wekî rêberê xwe dibîne’
Bi domdarî Ocalan destnîşan kir ku piştî wê rojê tu agahî ji birayê xwe Abdullah Ocalan negirtiye û wiha bertek nîşanî tecrîde da: “Tu eleqeya vê tecrîdê bi hiqûq, mirovahî û exlaqê re nîn e. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Piştî wê rojê dîsa ji serok û 3 hevalên li wir tu xeber nehat. Tu agahiya me tune ye ka girtiyên li Îmraliyê sax in an ne sax in. Serok ne kesekî ji rêzê ye. Gelê kurd weke Rêberê xwe nîşan da ye û divê dewlet jî rêzê ji qanûnên xwe re bigire û mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk bîne. Divê bi Serokatî re muzakere bê kirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Li dijî vê tecrîde divê gelê kurd, demokrat û rewşenbîr jî bertekên xwe nîşan bidin.”
‘Îradeya greva birçîbûnê didome!
Ocalan bal kişand ser grevên birçîbûnê ku girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dane destpêkirin û ev tişt gotin: “Girtî her tim li dijî tecrîdê neçar dimînin ku serî li grevên birçîbûnê bidin. Li dijî tecrîde girtî bi îradeyeke mezin girevên birçîbûnê didomînin. Her wiha malbatên wan jî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tecrîd bê rakirin dest bi çalakiya nobeda edaletê kirine. Divê em bibin dengê girtiyan û ji bo daxwazên wan bi cih ben çi ji destê me tê bikin.”
Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Serok e
Mehmet Ocalan anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên şer dixwaze gelê kurd tune bike û wiha pê dê çû: “Pirsgirêka kurd ne bi polîtîkayên şer, divê bi rêyên demokratîk pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Dewlet projeyên tunekirinê li dijî gelê kurd dimeşîne. Lê gelê kurd bi kuştinê naqede. Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi kuştin û qetlîaman çareser nabe. Pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rêyên demokratîk çareser dibin. Carinan derdikevin û dibêjin me ewqas mirov kuştin. Heke pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe kurd, tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn wê bigihêjin aramiyê. Îro krîzeke aborî ya giran heye. Sedema bingehîn a vê krîza aborî polîtîkayên şer in. Siyaset bi xwînê nayê kirin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Serok e. Ji bo vê jî pêwîste dewlet bi muxatabê xwe re rûne û bi awayekî lezgîn vê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike. Lewma ev pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe.”
Ocalan di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku daxwaza wan ew ê ku mafê hevdîtina rû bi rû bi Rêber Apo re pêk were û wiha got: “Her wiha divê girtiyên din ên siyasî yên li Girava Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Li girava Îmraliyê ev 3 sal in tu xeber tune. Em nizanin gelo ew kes hene an na. Ev mafê me yê mirovî û qanûnî ye. Divê dewlet jî qanûnan pêk bîne û deriyê Îmraliyê veke.”