Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

Faşîstên tirk li Belçîkayê êrîşî kurdan kirin

Faşîstên tirk li ber çavên hêzên ewlehiyê yên bajarê Leûven ê Belçîkayê xwestin malbatên kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vegeriyane lînç bikin û mala ku xwe spartibûnê bişewitînin.

Faşîstên tirk ên li Tirkiyeyê ne bes e vê carê li Ewropayê êrîşî ser kurdan kirin. Kurdên ku pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Leûvenê yê Belçikayê vedigeriyan, dema ku bi konvoyê di bajaroka Heûsden-Zolderê derbas dibûn rastî êrîşa bi sedan faşîstên tirk hatin.

Faşîxstên tirk gelek wesayît xera kirin û êrîş birin ser bi dehan kesî ku xwe li malekê girtin. Ji dîmenên ku di medya dîjîtal de hatin weşadin tê dîtin ku koma nijadperest hewl dide ku bi tekbîrê bikeve hundirê malê, lê polîs nahêlin.

Şahidan diyar kirin ku faşîstan hewl dan derdora 40 kesên ku xwe li malekê girtin bişewitînin. Li gorî agahiyan gelek kes birîndar bûn, lê agahiyên şênber bi dest neketin.

Di medya dîjîtal de dîmenên ciwanekî ku hewl didan wî lînç bikin hatin weşandin. Di dîmenekî cuda de jî hin kes li erdê dirêjkirî ne. Li hemberî kesên li erdê dirêjkirî jî bi zimanê tirkî heqaretên nijadperestî tê kirin. Faşîstan her wiha semboleke kesk û sor û zer û ala herêma Kurdistanê şewitand.

Piştî êrîşa faşîstan gelek kurd çûn cihê bûyerê û êrîş şermezar kirin. Kurdên ku çûn cihê bûyerê kesên li malekê asê mabûn rizgar kirin.

Kurdan li bajarok çalakiya şermezarkirinê lidar xistin û xwestin ku êrîşkarên faşîst tavilê bêne girtin û cezakirin. Her wiha di medya dîjîtal de wêneyên hin faşîstên hatin tespîtkirin û weşandin.

Piştî êrîşê gelek tîmên polîsan ber bi cihê bûyerê ve hatin veguhastin û helîkoptereke polîsan li ser bajarokê geriya.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar