Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Duh li Kobanê û îro jî li Moskowê komkujî pêk anîn

Di adara 2019’an de Baxoz hat rizgarkirin û erdîngarî di destê DAIŞ’ê de nema. Lê kesî negot ku xeteriya DAIŞ’ê bi dawî bû û ew tune bûn. Xeteriya DAIŞ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dike û her ku dilipite, şaxên wê yên li Tirkiyê û di bin baskên dewleta Tirk de jî xwe dihejînin. Kampa Holê bi zorê hatiye kontrol kirin û da neteqe, hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser dem bi dem operasyonan dest pê dikin û şaneyên ku hev digrin ji hev belav dikin. Lê di vê kampê de zarokên DAIŞ’ê yên 10 salî ku 5 sal in nehatine kontrolkirin, bi mêjiyê DAIŞ’ê mezin bûne û bûn 15 salî. Ew nema zarok in, ew niha çeteyên nûhatî yên DAIŞ’ê ne . Ev çete jî dem bi dem ji aliyê Tirkiyê ve tevî malbatên wan tên revandin.

Beriya çend rojan, êrîş li Moskowê çêbû û zêdetirî 100 kes bi mêjiyê DAIŞ’ê hatin kuştin. Ev êriş encama xemsariyên li hember dewleta tirk û desteka ji DAIŞ’ê re bû. Ev êrîş DAIŞ’ê girt ser xwe. Ji gumanbarên vê êrişê jî ku hatibû girtin, li xwe mikur hat ku ew ji Tirkiyê hatiye û beşdarî vê êrişê bûye.  Ev êriş hinekî jî dişibihe komkujiya li Kobanê ku di 25’ê hezîrana 2015’an de pêk hatibû. Wê demê jî DAIŞ êriş pêk anî û girt ser xwe ku beşek ji wan çeteyan ji sînorê Tirkiyê derbasî Kobanê bûbûn.

Li Belçîka jî li hember malbateke kurd ku ji Newrozê vegeriya bûn êriş çêbû. Yên êrişkar rêbazê DAIŞ’ê bi kar anîn û bi êrişên xwe yên di meha Remezan ê de banga Alah û Ekber û kuştina kurdan dikirin. Dirûşmên van çeteyan û êriş û rengê wan ê DAIŞ’ê bûn. Yên ku êriş dikirin, tirkên DAIŞ’î bûn. Ev çeteyên ku Ewrûpa di paxula xwe de mezin dike. Şaxên DAIŞ’ê û van çeteyan ji nava dewleta tirk tê.

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî di nîvê Adara 2024’an de derbarê xeteriya DAIŞ’ê ya heyî de dîsa bangek kir û xwest ev bar tenê li ser milê bakur û rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser neyê hiştin. Dema fermandarên HSD’ê an berpirsên Rêveberiyê banga dikin, dixwazin ev mijar û kêşe ji kokê ve were çareserkirin ku roj bi roj di bin re mezintir dibe. Li aliyekî dewleta tirk êrişan dewam dike û bûye bend li ber hewlên tunekirina DAIŞ’ê û li aliyê din hêzên navnetewî bi qusûra ku tê de ne, nakin ku ev mêjiyê çetewarî û tunderew bi dawî bibe. Her alî û hêz dibînin û carne dibêjin ku dewleta tirk bûye hêlîna DAIŞ û tunderewan û ev yek ji dema şerê Kobanê ve bi raporan eşkere bû. Dewleta tirk palpişta van çeteyan e, lê pêşî li dewleta tirk jî nehat girtin û ev xeterî gihiştiye navmala hemûyan.

Di encamê de DAIŞ xeteriye li ser hemû cîhanê û ji ber pêşî nayê girtin û tê hiştin, ev xeterî roj bi roj mezin dibe. Heta ku sînorek ji dewleta tirk re neyê dayîn ku maka van çeteyan e, wê xeterî li tu deverê bi dawî nebe.

Duh Kobanê, îro Moskowê û dibe ku sibê cihekî din be. Ji ber DAIŞ heye û dewleta tirk heye, ev xeteriya komkujiyan bi dawî nabe.

Nûçeyên Têkildar