Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî Hefteya Lehengiyê ya navbera 21’ê Adarê û 28’ê adarê,Newroza 2024’an ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mohra xwe lê xist, mizgîniya Newrozê ya Navenda Parastina Gel, êrîşa DAIŞ’ê ya li Rûsyayê pirsên Radyoya Dengê Gel bersivand.
Newroz li Kurdistanê û derveyî welat bi coş hate pîrozkirin. Dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ mohra xwe li pîrozbahiyan xist û banga gelê Kurd azadiya Rêber Apo bû. Hûn Newroza îsal çawa dinirxînin?
Newroza 2024’an bi rengekî mezin û girseyî hate pêşwazîkirin. Bi coş û moraleke mezin pêk hat. Bêguman weke ku we jî got, aliyê wê yê herî girîng ew bû ku bû platformeke banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî ji Japonya heta Kanadayê li her devera cîhanê, li ku derê gelê Kurd hebe gelê me li wê derê Newroz bi coşeke mezin pîroz kir û pîrozbahî hîn jî dewam dikin. Aliyê xwe yê herî girîng banga ji bo azadiya Rêber Apo ye. Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê me ev Newroz pêşwazî kir. Bi milyonan mirovî ev dirûşm qîriya û daxwaza azadiyê kir. Newroza îsal careke din nîşan da ku Rêber Apo rêberekî rastî yê gel e. Yanî nîşan da ku pêşengiyê ji gel re dike û piraniya gel jî dilsozê wî ye. Berevajî sûcdarî û îdîayên dijmin, ew nûnertiyê ji gel re dike. Di dilê bi milyonan mirovî de ye. Ji ber vê yekê gelê me xwedî lê derdikeve. Ev rastî di vê Newrozê de careke din şênber bû. Bêguman saziyên navneteweyî, raya giştî ya navneteweyî divê vê helwesta gelê me bibînin û guh bidin vê banga gelê me. Yanî Newroz ji vî alî ve gelekî girîng û bi wate ye.
Dîsa em niha di serdemek dîrokî de ne. Di rojên pêş de wê li Kurdistanê şer bi pêş bikeve. Beriya vî şerî, ku dewleta Tirk a qirker xwe ji bo wê amade dike, gelê me helwesta xwe ya li dijî şer nîşan da. Daxwazên xwe anî ziman û diyar kir ku ew li kîşan aliye. Gelê me vê helwestê di platformên Newrozê de nîşan da. Di vê wateyê de mîna ku kongreya neteweyî ya mezin pêk hat. Xwedî gelek wateyan bû. Dîsa gelê me kêfxweşiya xwe ya ji ber serketina gerîla di warê taktîk û teknîkê de diyar kir.
Bi kurtasî ev Newroz ne Newrozeke ji rêzê bû. Newroza ku di vê pêvajoya dîrokî de pêk hat, ji aliyê gelê me ve weke ku dihat hêvîkirin, hat pêşwazîkirin. Rêveberên tevgera me jî ji bo vê hemû kesên beşdarî Newrozê bûne, silav kir. Ez jî hemû gelê me û dostên gelê me yên beşdarî Newroza 2024’an bûn, silav dikim. Bi vî rengî Newroz bûye platformek ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd.
Beriya Newrozê we gotibû ‘Mizgîniya me heye’ û di 20’ê Adarê de fermandariya we mizgînî ragihand. Ev mizgînî ji aliyê gelê welatparêz ve li qadên Newrozê jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
Raste; gelê me bi meraqeke mezin li benda mizgîniyê bû û di wê pêvajoyê de gelek nîqaş pêş ketin. Piştî ku mizgînî hat ragihandin, gelê me gelekî kêfxweş bû. Ji ber ku bi rastî jî mizgîniyek girîng bû. Ne ji rêzê bû; Ji bo gelê Kurd tiştekî nû bû. Di dîrokê de dijminên gelê Kurd her tim ji gelê me pirtir û bihêztir bûne. Ji bo vê jî gelê me di warê siyasî, îdeolojîk û leşkerî de nekarî bi têrkerî bersivê bide. Lê niha rewş guherî. Weke ku tê zanîn dijmin bi van balafirên keşfê yên bombebarkirî xwest tevgera azadiyê tine bike. Heta dema ku ev balafirên bêmirov yên bombebarkirî an jî tenê yên keşfê dikin, ketin destê wan gotibûn, “PKK’ê salek maye ku bijî.” Xwestin bi van amûrên ku xwe dispêrinê, komkujiyan bikin- jixwe bi van balafirên bêmirov gelek komkujî pêk anîn. Ji bo me tiştekî stratejîk e ku em li dijî van çekên di destê dijmin de firsendekê bi dest bixin, çekekê peyda bikin û sîstema fuzeyan peyda bikin. Lewma ev çek ne çekeke ji rêzê ye, çekeke stratejîk e. Jixwe ji niha ve bandora xwe li şer kiriye. Em dikarin diyar bikin ku wê di serdemên pêş de zêdetir bandorê bike.
Bi kurtasî dijmin dixwest bi van balafirên keşfê re hevsengiya şer bi temamî bixe bin kontrola xwe, lê bi vê çeka ku îro bi vî rengî hatiye peydakirin, êdî şoreşa me derfet dîtiye ku hevsengiyê sererast bike û derfetên di destê dijmin de ji dest wan bigire. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê di pêşketina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bibe firsendeke girîng. Di vê wateyê de gelê me jî kêfxweş dibe û pîrozbahiyan li dar dixe. Ev tiştekî di cih de ye ku em bikin û ev geşedanên ku em behs dikin ne ji rêzê ne û girîng in.
Lê nêzîkatiya weke ku her tişt çareser bûye, balafirên keşfê nema dikarin tiştek bikin, ne rast e. Ev şerek e û dijmin wê dîsa bixwaze bi balafirên keşfê li gelê me bixe, komkujiyan pêk bîne û sûîqestan pêş bixe û ji bo vê jî wê hewl bide. Rast e; Îro li hemberî wê çekên me hene û em ne bêçare ne û ev yek tiştekî baş e; dijmin wê nikaribe weke berê li her derê heta dawiyê bikar bîne; Lê belê divê em nebêjin ‘êdî her tişt jî qediya ye.’ Na; divê em bi tedbîr bin, hem hevrêyên me yên di nava şer de, hem jî gelê me yê welatparêz divê wiha nêzîk bibe. Yanî divê tedbîrên tên zanîn bê qisûr bên pêk anîn. Lê li aliyê din divê em zanibin ku, dijmin êdî wê nekaribe bi rehetî li esîmanên Kurdistanê bi dilê xwe tevbigere. Li hemberî wî jî wê seknek hebe; li dijî van amûrên komkujiyê wê tol were hilanîn; Dijmin wê bêbersiv neyê hiştin û îrada gelê me wê bi vî awayî di dewrê de be. Lê pêwîst e gelê me û hemû hevrê û xebatkarên me li dijî çek û êrîşên dijmin tim tedbîrên xwe xurt bikin. Di esasê de em bi vî awayî dikarin dijmin têk bibin.
Niha ev tê çi wateyê? Ev yek baweriya gelê me ya bi azadiyê hîn bêhtir xurt dike. Me tenê teknîkeke bi dest nexistiye, her wiha di van 3 salên dawî de me pêşketineke taktîkî pêk anî û ev pêşketina taktîkî ya Gerîlayê Azadiya Kurdistanê dijmin rawestandiye. Her wiha îspat bûye ku em dikarin bi vê rêbazê dijmin têk bibin. Kifşkirina vê teknîkê baweriya hêzên me bêhtir xurt dike û mezintir dike; Stratejiya azadiyê ya gelê me sexlemtir dike. Yanî em êdî dikarin bi hêz li hemberî dijmin bisekinin, li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ku li ser hîmê felsefeya Rêber Apo bi kûrahiya berfirehbûna taktîkî û taktîkên serdemê hatine perwerdekirin, wê karibe di şer de hevsengiyê biparêze û bi taktîk û teknîka ku bi ruhê Apoyî-fedaî pêş xistiye re wê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bike hêzeke têkneçûyî. Divê her kes wisa nêzî vê mijarê bibe; Lê belê divê tedbîr dewam bikin.
Bi Newrozê re em ketin Hefteya Lehengiyê. Der barê Hefteya Lehengiyê de hûn dikarin çi bibêjin? Gelê Kurd divê çawa nêzî Hefteya Lehengiyê bibin?
Beriya her tiştî ez Hefteya Lehengiyê li hemû hevrê û li hemû gelê me pîroz dikim. Roja 21’ê Adarê roja çalakiya mezin a hevrê Mazlûm Dogan e. 28’ê Adarê jî roja şehadeta fermandar Mehsûm Korkmaz (Egîd) e. Kongreya Sêyemîn a PKK’ê hefteya her du pêşengên şoreşê şehîd bûne weke Hefteya Lehengiyê îlan kir û ji wê rojê heya niha wisa tê pêşwazîkirin. Di nava vê hefteyê de gelek têkoşîn hatin meşandin û gelek şehadet çêbûn. Li Cûdiyê hevrê Sadik Kobanê li gel 5 hevrêyên xwe, li Garzanê hevrê Arjîn li gel 13 hevrêyên xwe û dîsa li başûrê Mûşê hevrê Êrîş li gel 12 hevrêyên xwe têkoşînên bêhempa nîşandan di nava vê hefteyê de. Di nava vê hefteyê de gelek destanên lehengiyê hatin nivîsandin. Ji ber vê yekê di dîroka me de girîngiya vê hefteyê pir e. Ez di şexsê Kawayê Hemdem, Mazlûm Dogan û fermandarê me yê nemir Egîd de hemû hevrêyên me yên di Hefteya Lehengiyê de şehîd bûne bi bîr tînim û her wiha soza ku me dayî wan careke din dubare dikim.
Em ê her tim şopdarê wan bin; Em ê heya azadî û serkeftinê li ser xeta wan têbikoşin û xeyalên wan pêk bînin. Helbet têkiliya hevrê Mazlûm Dogan û Mehsûm Korkmaz jî bi hev re heye. Dema ku Mazlûm Dogan li Êlihê dest bi xebatê kir, yek ji hevrêyê ku destpêkê nas kirî û tevlî tevgerê kirî fermandar Mehsûm e. Têkiliyeke wan a wisa heye. Hevrêtiya wan a xurt li ser heman hişmendiyê û îdeolojiyê bi vî rengî dest pê kir. Jixwe fermandar Egîd jî gelekî girêdayî Mazlûm Dogan û hevrêyên xwe yên di berxwedana zindanê de bû. Her wiha wî jî tolhildana şehîdên zindanê û şopandina xeta wan ji xwe re kiribû sereketirîn armanc. Di vî warî de zêde bi biryar bû. Fermandar Egîd bi vê helwesta xwe ya girêdayî xeta berxwedanê di şert û mercên pir dijwar de pêşengtiya şerê gerîla kir. Li Kurdistanê di hînkirina taktîkên gerîlatiyê de ev erk û wezîfeya watedar girt ser milên xwe û bû pêşengê şerê gel. Ev yek girêdana wan a hestyarî, îdeolojîk û rêxistinî pênase dike.
Hemû welat û civak teqez xwedî leheng in û bi vî rengî bûne welat û civak. Yanî tu welat û civak bê leheng ava nebûne. Di avabûna hemûyan de teqez lehengek heye. Dibe ku hinek ji wan leşkerî nebin, çandî û manewî bin. Lê belê her çawa jî be leheng di hebûna civakan de xwedî roleke bingehîn in. Ger wiha nebe civak nikarin xwe biparêzin. Ger îro li cihekî civakek hebe teqez di dîroka wan de lehengên wan hene. Lehengên civaka Kurd jî hene di nava gelê me de ev lehengên me xwedî roleke pir bi qîmet in. Ger civaka me xwe gihandibe van rojan ev yek bi saya ked û rola van lehengan pêk hatiye.
Lê belê weke ku di sedsala dawî de tê zanîn li dijî Kurdistanê êrîşên qirkirinê pir dijwar hatin meşandin. Kurdistan kirin çar perçe; Polîtîkayên asîmîlasyonê, qirkirina nîjadî û qirkirina fizîkî pir bi awayekî xurt hatin meşandin. Gelê me bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ma. Di serdemeke wiha de derketina Rêber Apo bê guman derketineke dîrokî bû. Ger vê serdemê jî lehengên xwe bi xwe re neafiranda, nedikarî li hemberî êrîşên dijwar ên dijminî li ber xwe bida. Veye em lê dinêrin; Derketina Mazlûm Dogan li hemberî êşkence û êrîşên dijwar ên li ser kadroyên tevgerê yên li Girtîgeha Amedê di şert û mercên dijwar de û çalakiya wî ya dîrokî ya di Newrozê de lehengiyeke mezin bû. Vê yekê di zindanan de rê li ber lehengiyê vekir. Weke ku tê zanîn piştî demekê di 18’ê Gulanê de bi pêşengiya fermandar Ferhat Kûrtay hevrê Mahmût, Eşref û Necmî bedena xwe dan ber agir û derketineke pir xurt nîşan dan. Bi vî awayî li dijî dijminî serhildan îlan kirin. Yanî bi şewitandina bedena xwe serhildana îlan kirin û têkoşîn xurttir kirin. Piştre jî weke ku tê zanîn bi pêşengtiya Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14’ê Tîrmehê de berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin pêk hat. Bi vî awayî berxwedana li zindanan dewam kir. Zindana Amedê ya ku dijminî ji xwe ra kiribû Keleha Zilmê bi van derketinan bû Keleha Berxwedanê.
Ev kevneşopî îro jî berdewam dike. Niha jî hevrêyên me ev zêdeyî sed rojan in ji bo azadiya Rêber Apo û li dijî tecrîdê greva xwe ya birçîbûnê didomînin. Bi vê boneyê ez hevrêyên me yên di greva birçîbûnê de ne bi rêzdarî silav dikim.
Bi kurtasî Mazlûm Dogan bi vê dereketina xwe di têkoşîna li dijî dijmin a li zindanan de feraseta lehengiyê ava kir. Fermandar Egîd jî heman tişt li çiyayên azad pêş xist. Çawa ku Cûntaya Leşkerî a faşîst di 12’yê Îlonê de li Zindana Amedê zilm û zordariya xwe pêk anî û hevrêyên me yên leheng bi şewitandina bedena xwe li dijî wan serî rakirin, di vê serdemê de jî ev ala serhildanê ya ku bi pêşengtiya fermandar Mehsûm Korkmaz hate bilindkirin, li çiyayên Kurdistanê yên azad li ba dibe. Girêdayî vê yekê Pêngava Dîrokî ya 15’ê tebaxa 1984’an pêk hat. Bi vî rengî helwest û berxwedana li zindanan veguherî serhildaneke netewî û vê yekê jî bi xwe re Şoreşa Vejînê afirand û pêvajoyeke dîrokî pêş xist. Niha jî ev pêngava dîrokî di 40 saliya xwe de ye. Ew Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî ya ku beriya 40 salan pêş ket, ne tenê gelekî têkoşer, serhildêr û artêşa xwe pêş xist, di heman demê de li gel xwe gelek lehengên weke; Bedranan, Erdalan, Cemşîdan, Mahîran, Bêrîvanan, Bêrîtanan, Zîlanan, Kemal Spertiyan, Xelîl Dêrikan, Cuma Bilikîyan, Rojhat Bluzerîyan, Nûjîn Xirbikêbestêyan, Çîçek Kiçiyan, Piling Kiçiyan jî afirand.
Gelek hevrêyên me yên weke, Zelal Botan, Îsa Dersîm, Adil Bilikî, Nûda Karker, Reşît Serdar, Kerîm Şirnex, Xebat Dêrik, Nûman Amed, Cemal Amed û gelek hevrêyên me yên din lehengên dîroka me ne. Şer û têkoşîna me li gel van lehengan pêş ketiye.
Dîsa di van 9 salên dawî de gelek lehengên me çêbûn. Ez di şexsê hevrê Delal Amed, Egîd Civyan, Atakan Mahîr, Çîçek Botan, Dogan Dîderî, Gulçiya Gabar, Azad Sîser, Welat Herinkî, Yilmaz Dersîm, Çetîn Sîverek, Leyla, Yaşar, Dîlgeş, Axîn û Canşer de hemû lehengên ku di van 9 salên dawî de destanên qehremaniyê nivîsandin, bi rêzdarî bibîr bînim. Dîsa li ser esasê vê lehengiyê ruhê fedaî pir bilind bû. Ez di şexsê Sara, Rûken, Rojhat, Erdal, Bager û Avzem de hemû fedayiyên vê serdemê bi rêzdarî bibîr tînim û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim.
Bi kurtasî, lehengî nebe, hebûn jî nabe. Ji bo neteweyeke hebûna xwe biparêze, pêwîstiya wê bi lehengan heye. Derketina Rêber Apo bi xwe re lehengî derxist holê. Rêber Apo ji destpêkê ve dizanîbû ku eger lehengî nebe, wê hebûn jî nebe; Ji bo vê jî pêşî di şexsê xwe de lehengî pêş xist. Berxwedana Rêber Apo ya li dijî êşkenceya psîkolojîk a 26 salan, berxwedaneke di ser her tiştî re îfade dike. Yanî dema dîroka gelan bi lehengiyên wiha bixemile, ew gel dikare hebûna xwe bidomîne û siberoja xwe ava bike. Îro gelê me di vê astê de têkoşîna xwe bilind dike û wê bi vî rengî bi ser bikeve. Gelekî ku xwedî lehengên wiha bin, wê teqez bi ser bikevin. Gelê ku xwedî lehengên ji bo siberoja gelê xwe û doza azadî û demokrasiyê xwe feda dikin hebin, teqez e ku bi ser bikevin.
Di rojên derbasbûyî de li paytexta Rûsya Moskowayê êrîşeke nemirovî pêk hat û vê êrîşê DAIŞ’ê girt ser xwe. Divê ev êrîş çawa bê nirxandin?
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, helwesta tevgera me ya li ser vê mijarê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand. Em sersaxiyê ji tevahî gelê Rûsyayê re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em vê êrîşa hovane ya bi navê DAIŞ’ê pêk hatî, bi tundî şermezar dikin. Weke rêxistin û gel li dijî DAIŞ’ê em xwedî helwest û têkoşîn in. Dibe ku DAIŞ’ê berpirsyariya vê êrîşê girtibe ser xwe, lê ya girîng li pişt vê êrîşê kî heye. Beriya her tiştî divê ev were zanîn. Îro Tirkiye cihekî ku hemû endamên DAIŞ’ê lê bi awayekî aram tev digerin e. Piranî xwe li wir amade dikin. Dewleta Tirk dem bi dem bi rêya çapemeniyê mîna ku operasyonekê li dijî DAIŞ’ê dike, nûçe parve dike. Ev nûçeyên sexte dervî rastiyê ne. Rast e; operasyonan pêk tîne; Hemû kesên ku alîgirên DAIŞ’ê û yên ne alîgir tespît dike û hin ji wan ya ku dixwaze digire. Lê belê divê ev pirs were pirsîn: Gelo ev girtî çend meh li girtîgehê tên ragirtin? Em dizanin ku wan zêde nagirin. Yanî bi wan operasyonan ji raya giştî re reklaman dikin. Ji esasê ve sextekariyê dikin û cezayê giran li kesî nabirin. Beriya her tiştî divê ev yek baş were zanîn.
Ya duyem; Piraniya kesên ji xwe re dibêjin Şaxê Horasanê li Tirkiyeyê dimînin. Kes nikare îdîa bike ku ew li Tirkiyeyê mane, lê agahiya MÎT’ê ji wan tinebû û ti têkiliya wan bi MÎT’ê re nîne. Ev avahiyeke ku ji bo beralîkirinê gelek guncav in; Hêzên ku cih ji wan re çêdikin û bi kêrî berjewendiyên wan bên ku nîşan bidin ev avahî berê xwe didin wir. Ji ber vê yekê, eger ev bûyera li Moskowê baş were lêkolînkirin, wê rastiya li pişt perdeyê derkeve holê. Li gorî qenaeta me li pişt perdê MÎT’a Tirk heye.
Li Îranê jî bûyerek bi heman awayî kirin. Li wir êrîşeke xwekujî pêk anîn; Ji ber ku êrîşkaran xwe jî tine kirin, encamek bi dest neket, lê belê tê diyarkirin ku êrîşkarên li Moskowayê hatine girtin û di destê Rûsyayê de ne. Em di wê baweriyê de ne ku di lêpirsînê de wê gelek tişt derkevin holê. Eger dewleta Rûsyayê ji bo xatirê berjewendiyên xwe yekser eşkere neke ew tiştekî din e, lê eger eşkere bike wê diyar bibe bê kî li pişt van êrîşkaran hene, wê eşkere bibe ku ew ne dûrî dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP’ê ne, wê diyar bibe ku ji bo daxwazên xwe li ser hin hêzên cuda ferz bike bi rêyên gelekî veşartî van çeteyên DAIŞ’ê bi kar tînin. Em hêvî dikin ku di demeke kurt de rastiya vê bûyerê ronî bibe û derkeve holê. Dubare ez sersaxiyê ji hemû gelê Rûsyayê re dixwazim û hêvî dikim ku hemû mirovahî li dijî hovîtiyên wiha bibin xwedî helwest, destê hev bigirin.