Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parêzer Yureklî: CPT rol û erka xwe winda kiriye

Parêzerê Rêber Apo Cengîz Yureklî diyar kir ku bêhiqûqiyên li Îmraliyê ji aliyê saziyên girêdayî Konseya Ewropayê hatine veşartin û wiha got: “CPT rola pêwîst a pêşîlêgirtina îşkenceyê û pêkanîna azadî û mafên mirovan bi cih naîne. CPT di taybetmendiya Îmraliyê de ev rol û erka xwe winda kiriye.”

Rêber Gelan Abdullah Ocalan bi komployeke navdewetî radestî Tirkiyeyê kirin û 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran te tê ragirtin. Ji 25’ê Adara 2021’an vir ve agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Rêber Apo herî dawî jî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê axivî bû. Piştî telefona di nivîyê de hate qutkirin û vir ve ji Rêber Apo tu agahî nayên wergirtin.

Ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser muwekîlê wî û bandora wê nirxandin kirin. Yureklî bi bîr xist ku herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi Abdullah Ocalan re hatiye axaftin û diyar kir ku polîtîkayên tecrîda girankirî bi komploya navnetewî dest pê kirin lê di sê salên dawî de gihîştin lutkeyê.
Yureklî, bal kişand ku ji roja Îmrali hatiye avakirin ve Îmrali bi pergala tecrîd û îzolasyonê tê birêvebirin û wiha got: “Ji 25’ê adara 2021’an ve me agahî ji birêz Ocalan û muwekîlên xwe yên din negirtî ye. Agahî negirtinê deynin aliyekî em nizanin ka li Girava Îmraliyê çi çêdibe. Şertên tenduristiyê yên muwekîlên me, xwe gihandina mafan çawa ye agahiyeke me nîne. Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî. Birêz Ocalan di vê axaftinê de diyar kir ku di statuya hukumxwariyê de ye, divê mafên wî yên qanûnî demildest bên pêkanîn û xwestibû ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê tevî hemû hewldanên me yên hiqûqî heta niha tu encam nehatin bidestxistin.”

parêzer Yureklî da zanîn ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq nayê pêkanîn, heta niha serî li hemû sazî û dezgehên navnetewî hatiye kirin lê dema mijar dibe Îmrali û Abdullah Ocalan hiqûq tê paşguhkirin. Yureklî, axaftina xwe wiha domand: “Herî dawî hezar û 330 parêzeran ji bo rêya hevdîtinê were vekirin û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê were bidawîkirin deklarasyonek weşand. Me beriya niha serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û nûnertiyên Konseya Ewropayê yên têkildar dan. Ji ber me ji van tu encam negirtin me serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da. DMME’yê têkildarî vê di sala 2022’yan de biryareke tedbîrê ya cidî da. Lê ji ber Tirkiye li gorî vê biryara tedbîrê tevnegeriya, dîsa ev biryar jê re hate ragihandin. Lê di şertên heyî de heta niha pêkanîna van biryaran pêk nehat.”

Yureklî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên têkildarî Îmraliyê de pergala Îmraliyê weke ‘pêkanîneke sê ling’ nirxandiye û ji bilî vê weke ‘polîtîkayên Îmraliyê yên millî’ penase kiribûn. Ji ber vê yekê tecrîda Îmraliyê ne pergaleke ku hikumeta Tirkiyeyê bi tena serê xwe bi rê ve bibe ye. Bêhiqûqiya li Îmraliyê tu car evqas pêş nekitibû. Di taybetmendiya Îmraliyê de pergaleke bêhiqûqiyê ya nû hate avakirin û teoriyeke bêhiqûqiyê ya nû hate avakirin. Ji ber konjonktura navnetewî ya em di nav de piştgiriya hêzên din a navnetewî jî heye. Ev ne ji hiqûqa Ewropayê serbixwe ye. Ji ber ku pergaleke îşkenceyê ya 3 sal in berdewam dike heye, ne pêkane ku ev di nava pergala hiqûqê ya Ewropayê de be, ev yek encax bi lihevkirineke veşartî dikare were berdewamkirin.”

Cengîz Yureklî bi lêv kir ku kûrbûna pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi karakterê navneteweyî yê pirsgirêka kurd re têkildar e û got: “Divê were dîtin ku rastiya şerê tê meşandin, şerekî NATO’yê ye. Niha komploya navneteweyî, bi destê saziyên hiqûqê yên navnetewî ve tê berdewam kirin. Hêj jî navenda komployê Îmrali ye. Saziyên hiqûqê yên Ewropayê û saziyên girêdayî Konseya Ewropayê jî erka veşartinê ya vî karî dikin. CPT, ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye. CPT rola pêwîst a pêşîlêgirtina îşkenceyê û pêkanîna azadî û mafên mirovan bi cih naîne. CPT di taybetmendiya Îmraliyê de ev rol û erka xwe winda kiriye.”

Yureklî anî ziman ku ji roja Girtîgeha Îmraliyê hatiye avakirin ve her tişt “li pişt perdeya nepenîtiyê” tê meşandin û wiha pê de çû: “Li Îmraliyê 25 sal in her tişt li pişt perdeya nepenîtiyê tê meşandin.Li girtîgehên din diyar ku çend ton beton hatiye bikaranîn, çend personel tên xebitandin, ewlehî ji aliyê kê vê tê kirin, pêkanîna pêdiviyên kantînê çiqas dem digire, serdanên malbatan kengî çêdibin, serdanên parêzeran bi çi awayî pêk tên diyar e. An ku ji avadaniya wê ya fizîkî bigirin heta pêkanîna mafan her tişt zelal e. Lê li Îmraliyê rewşeke wiha tu caran pêk nehatiye. Ewlehiya Îmraliyê kî pêk tîne, pêdiviya kantînê çawa tê bicihanîn, şertên wan ên jiyanê çawa ne, yek ji van jî nayê zanîn. Mafê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê heye ku serdana hemû girtîgehan bike, evqas sal in tenê serdanek jî li Îmraliyê nehatiye kirin. Ji ber vê yekê li Îmraliyê çi dibe em nizanin. Wêneyê birêz Abdullah Ocalan ê heta niha gihiştiye destê me aydê sala 2013’an e. 10 sal in yek wêneyekî wî nehatiye berdestê me. Destûr nayê dayîn ku nameyekê binivîsin. Di kesayeta birêz Ocalan de li dijî pergala tecrîdê ya Îmraliyê berxwedaneke mezin pêk tê. erxwedaneke ku tecrîd û zordariya li Îmraliyê gelekî derbas dike heye. Di rastiyê de yê ku kûrkirina tecrîdê diyar dike, berxwedana birêz Ocalan e. Birêz Ocalan 25 sal in bênavber li ber xwe dide.”

Di berdewamiya xwe de Yureklî bal kişand ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê ku Abdullah Ocalan daniye holê ji aliyê hemû cîhanê ve tê nîqaşkirin û wiha lê zêde kir: “Birêz Ocalan paradîgmaya ku afirandiye bi awayekî fiîlî xistiye meriyetê jî. Me ev li Îmraliyê gelek caran dît. Tevî evqas zext û tecrîdê li hemû cîhanê niha paradîgmaya birêz Ocalan tê nîqaşkirin. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ girêdayî felsefeya ku Ocalan pêş xistiye, li her derê pêk tê. Vê felsefeyê xwe weke rê û sekna li dijî modernîteya kapîtalîst a heyî pênase kiriye û dikeve meriyetê. Esas di asta paradîgmayî de tişta em jê re dibêjin rêya sêyemîn ev e. Ev rê bi taybetî li Rojhilata Navîn li dijî hêzên hegemonîk ên li ser dijberiya gelan hebûna xwe didomînin, garantîkirina pêşeroja gelan e.”

Yureklî yê ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan a ji qadên Newroza 2014’an weke “israrkirina gelê kurd a di maf û azadiya xwe de” nirxand, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Newroza ku di salên 90’an de gihişt lûtkeyê îro ji bo gelê kurd bû cihê lêgerîna maf û berxwedanê û bilêvkirina daxwazên civakî û siyasî. Gelê kurd careke din li qadan hesreta jiyaneke azad û wekhev ku birêz Ocalan daniye holê, qêriya. Dema ku em bi giştî lê dinêrin, gel di Newrozê de li dora birêz Ocalan bûn yek, pratîkeke mezin a demokrasiyê nîşan da û careke din daxwaza azadiya Ocalan kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar