Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Keskîn: Girtina Hatîce trajîkomîk û derveyî aqilan e

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ew wekî parêzer vê rewşê wekî rewşeke "trajîkomîk û derveyî aqilan” dibîne û wiha axivî: “Dema mirov li meseleya Hatîce Yildizê dinêre, dibîne ku qanûn hatiye binpêkirin.”

Hatîce Yildiz a 75 salî ya li Esenyûrt a Stenbolê dijî, ji ber ku pere ji keça xwe ya girtî re şandibû bi sûcê “fînansekirina rêxistinê” hat darizandin. Dadgeha Cezayê Giran a 14’an a Stenbolê 4 sal û 2 meh ceza li Yildiz birî. Piştî ku Dadgeha Îstinafê ceza erê kir, Yildiz a gelek nexweşînên wê hene hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn derbarê mijarê de axivî. Keskîn diyar kir ku ji bo Yildiz a 75 salî “hiqûqa dijminatiyê” hatiye sepandin. Keskîn diyar kir ku “Qanûna Pêşîgirtina Li Fînansmana Terorê” ji aliyê gelek dewletan ve hatiye îmzekirin û yek ji van dewletan jî Tirkiye ye û got ku dema mirov li meseleya Hatîce Yildizê dinêre, dibîne ku qanûn hatiye binpêkirin. Keskînê diyar kir ku ew wekî parêzer vê rewşê wekî rewşeke “trajîkomîk û derveyî aqilan” dibîne.

Keskînê anî ziman ku şandina pereyan ji aliyê xizmên girtiyan ve tu eleqeya xwe bi qanûna heyî re nîn e û got: “Ji bo fînansekirina terorê divê kiryarên derqanûnî pêk werin. Li vir dema ku xizmên girtiyan pere dişînin, bi nasnameya ku ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn dişînin û ev li îdareya girtîgehan tê razandin. Yanî dema em li bûyera Hatîce Yildizê dinêrin, em dibînin ku bi awayekî nehiqûqî hatiye cezakirin. Ji ber vê yekê tiştekî pir deraqilî ye. Ev rewş bi rastî nîşan dide ku rewşa darazê ne tu rewş e.”

Eren Keskîn bi bîr xist ku girtiyên li girtîgehan hemû pêdiviyên xwe ji kantînê dikirin û wiha got: “Ji pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bigire heta paqijî û amûrên spî hemûyan ji kantînan dikirin, yanî ji rêveberiya girtîgehê dikirin. Ji ber vê yekê pêwîstiya kesên li girtîgehan bi pereyan heye. Pêdivî ye ku ew van hewcedariyên xwe dabîn bikin. Bi awayekî xwezayî nas û xizmên van kesan pereyan dişînin. Lê wekî ev tiştekî bi dizîka be tê nîşandan. Ev deraqilî ye. Hatîce Yildiz ji ber vê girtî ye.”

Di berdewama axaftina xwe de Keskîn da zanîn ku nexweşîna tansiyonê û demansê ya Yildiz heye û tim ji xwe ve diçe.
Keskînê anî ziman ku rêveberiya girtîgehê dermanên ku bijîşkan ji bo jibîrkirinê dane Yildizê jî nade wê û got: “Pir xemgîn e, ji be rku li malê hevjînê wê yê 85 salî yê felcî heye. Hişê wê tim li ser hevjînê wê yê felcî û keça wê ya girtî ye. Mirov vê tişta anîne serê wê tenê dikare bi hiqûqa dijminatiyê pênase bike.”

Keskînê destnîşan kir ku bi vî awayî pêkanînan qanûnê rê li ber zilmê vedike û got ku armanca vê jî zêdekirina polîtîkayên tirsê û tenêhiştina girtiyan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar