Têkoşîna neteweya bi armanca dewletê û dewleta bi armanca netewe, faktora sereke ya rastiya xwînrij a serdemê ye. Çavkaniya sereke ya pirsgirêkên serdema modernîteyê ew e, netewe bi desthilatdarî û dewletê ve kirin. Em wexta ku pirsgirêkên serdema modernîteyê bi pirsgirêkên çavkaniya xwe dewletên xanedan û dîktator in, bidin ber hev, cudahiya herî mezin a di navbera wan de dewleta netewe ye. Dewleta netewe ya yek ji mijara herî tevlîhev a zanista civakî ye, bi awayê xuya dike, mîna çoyekî bi sêhr pêşkêş dikin ku bi tevahî pirsgirêkên nehemdem û li dijî modernîteyê ne, ji hev derdixe. Lê bi xwe jî pirsgirêka civakî ya ku yek e, dike hezar. Sedema vê yekê jî ew e, wê mekanîzma û çerxa desthilatdariyê heta bi rehên zîro yên civakan belav kiriye. Desthilatdarî bi xwe pirsgirêkan çêdike; ji ber karekterê wê yê potansiyel ê di şêweyê zorê yê sermayeyê de bi rêxistin bûye, weke zordestî û mêtinkarî pirsgirêkên civakî çêdike. Civaka netewe ya homojen armanca dewleta netewe ye, û bi desthilatdariyê welatiyên (qaşo bi hiqûqê) wekhev ên sexte yên bi şîddetê barkirî û lihevçêkirî yên ku hemû endamên wan bi birrekê hatine birrîn û mîna diranên şeh kirine wekhev, çêdike. Ev welatî bi gotina qanûnê wekhev in, lê di her qada jiyanê de weke ferd û hebûneke kolektîf heta tu bêjî ji wekheviyê dûr in.
Modernîteya kapîtalîst wexta xwe weke dewleta netewe bi rêxistin dike, ji rêxistinkirina bi awayê yekdestdariya ekonomîk zêdetir bi roleke zordest û mêtinkar radibe. Marksîzmê û bi giştî sosyolojiyê têkiliya dewleta netewe bi zordestî û mêtinkariyê re baş nedîtine yan jî dewleta netewe weke saziyeke joravahî ya gelekî ji rêzê pêşkêş kirine û ev yek jî kêmasî û berevajîkirineke bingehîn e. Dema ku analîza çîn û sermayeya maddî ji dewleta netewe serbixwe bê kirin, wê weke gotinên gulover ên ji encameke civakî şuştî û muceredkirî yên herî bêtahm û bêber bêne hesibandin. Di binê serneketina sosyalîzma pêkhatî de ev muceredkirin heye; ya rastî di vê serneketina wê de encamên bi vê muceredkirinê ve girêdayî bi bandor bûne.
Netewe weke têgîn, ew şêweyê civakê yê klan, qebîle û eşîrên xizm e ku piştî awayê qewm, gel an jî milliyetê tê, û xwe herî zêde li ser wekhevbûna ziman û çandê karekterîze dike. Ji lewra civakên neteweyî, li gorî civakên qebîle û qewman bêhtir xwedî hecmekî berfireh in, û bêhtir cûrbicûriyan digirin nava xwe, lewma ji komên mirovan ên bi têkiliyên sist bi hev ve girêdayî pêk tên. Civaka neteweyî zêdetir diyardeyeke serdema me ye. Eger mirov wê bi awayekî giştî bide naskirin, mirov dikare bibêje ew koma kesên xwedî zêhniyeteke hevpar in. Ango diyardeyek e ku bi awayekî zêhnî heye. Lewma hebûneke mucered û xeyalî ye. Em ji vê re dikarin neteweya bi çandê terîfkirî jî bibêjin. Ji aliyê civaknasiyê ve danasîna rast jî ev e. Tevî cudahiya çîn, cins, reng, etnîsîte û heta koka cuda ya neteweyî jî kengî bi awayekî giştî cîhana çand û zêhniyeteke hevpar pêk hat, ev yek ji bo netewebûnê qîm dike. Ji bo vê danasîna giştî ya netewe bêhtir sofîstîk bikin têgînên weke neteweya dewletê, neteweya huqûqê, neteweya ekonomiyê û neteweya eskerî (artêş-millet) çêdikin û ev neteweperestok kategoriyên cuda ne, neteweya giştî bi hêz dikin. Mirov dikare ji van re neteweya hêz û zorê jî bibêje. Yek ji armancên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst pêkanîna neteweya bi hêz e. Ji ber ku neteweya bi hêz di warê sermayeyê de dibe xwedî îmtiyaz, dibe xwedî bazara berfireh, derfetên mêtingerî û emperyalîzmê. Lewma gelekî girîng e, divê mirov van neteweyên bi hêzkirî weke modela bi tenê ya netewe nebîne, heta divê mirov wan weke neteweyên şoven ên bi hêz û neteweyên di xizmeta sermayeyê de bibîne. Jixwe ji ber van xisletên xwe çavkaniya pirsgirêkan in. Modela netewe ya ji çandê netewe çêke, lê zordestî û mêtinkariyê bi gem bike û nexwaze, modela netewe ya demokratîk e. Neteweya demokratîk, neteweya herî zêde nêzî wekhevî û azadiyê ye. Li gorî vê danasînê, ji bo civakên lêgerîna wan a azadî û wekheviyê heye, ev têgihiştina netewe ya herî di cih de ye.
Modernîteya kapîtalîst û sosyolojiya ji wê îlhamê digire, li ser kategoriya neteweya demokratîk nasekinin. Ev jî ji şêweyê avabûn û hegemonya wê ya îdeolojîk e. Neteweya demokratîk bi tenê qîma xwe bi hevpariya zêhniyet û çandê nayne, bi tevahî endamên xwe li saziyên xweser ên demokratîk digihîne hev û rêve dibe. Ev xisleta wê ya diyarker e. Şêwazê rêveberiya demokratîk û xweser ji bo netewebûna demokratîk şertê pêşî ye. Bi vî aliyê xwe alternatîfa dewleta netewe ye. Li şûna rêveberiya dewletê, rêveberiya demokratîk derfetekî mezin ê azadî û wekheviyê ye. Sosyolojiya lîberal, neteweyê yan bi dewleteke avabûyî re yan jî bi tevgerekê re ku armanca wê avakirina dewletê ye, wekhev dibîne. Sosyalîzma pêkhatî jî xwedî lêgerîneke bi vî rengî bû û ev jî hêza îdeolojiya lîberal nîşan dide. Modernîteya alternatîf a neteweya demokratîk modernîteya demokratîk e. Ekonomiya ji yekdestdariyê rizgarbûyî, ekolojiya bi hawîrdorê re lihevkirî, teknolojiya dostê xweza û mirovî, bingehê sazîbûna modernîteya demokratîk e, ango bingehê sazîbûna neteweya demokratîk e.
Ji bo civakên neteweyî weke şertên pêşî diyardeya welatek û bazareke hevpar destnîşan dikin, lê ev weke hêmanên maddî nabe ku weke xisletên diyarker ên netewe bêne hesibandin. Di vî warî de mînak Cihû ne; demeke dirêj timî bêwelat man, lê di dîrokê de timî weke neteweyeke bi hêz li guher û goşeyên dewlemend ên dinyayê jiyan, tevî ku bazareke wan a neteweyî tinebû ji wan hat ku li bazarên dinyayê bibin neteweya tekane ya herî bi hêz. Bêguman welat û bazar ji wan navgînan in ku dewlet-neteweyê bi hêz dikin. Ji bo welat û bazarê şerên herî zêde û xwînrij ên dîrokê hatine kirin. Welat weke milk, bazar jî weke qada karê gelekî bi nirx in. Têgihiştina neteweya demokratîk a welat û bazarê cihê ye. Neteweya demokratîk welat bi nirx û hêja qebûl dike, ji ber ku ji bo çand û zêhniyeta netewe derfeteke mezin e; çand û zêhniyeteke di bîra wê de nebe nîne. Lê divê mirov ji bîr neke ku têgîna welat-niştiman a modernîteya kapîtalîst fetîşe kiriye û xistiye pêşiya civakê bi armanca karê ye. Dîsa girîng e ku mirov welat zêde mezin neke, nenepixîne. Têgihiştina “Her tişt ji bo welat” çavkaniya xwe têgihiştineke neteweya faşîst e. Ya manedartir ew e, mirov her tiştî ji bo civakeke azad û neteweyekî demokratîk bike. Divê mirov vê jî negihîne asta perestinê. Ya esas û bingeh ew e, divê mirov jiyanê bi nirx û qîmet bike. Welat ji bo jiyana ferd û netewe bi tenê navgînek e, naxwe îdeal nîne. Neteweya dewletê li pey pêkanîna civakeke homojen e, lê neteweya demokratîk bi giranî ji kolektîvîteyên cuda pêk tê. Ji ber ku cudatiyan dewlemendî dibîne û qebûl dike. Jixwe jiyan bi xwe bi cudatiyê pêkan e. Dewleta netewe ya ferz dike ku welatiyan bike tek tîp ên mîna ji tornayekê derketine, bi vî aliyê xwe jî bi jiyanê re li hev nake, berevajî ye. Armanca wê ya dawî afirandina mirovên robot e. Bi vê xisleta xwe jî ber bi hîçtî û netiştiyê ve diçe. Welatî û endamê neteweya demokratîk cuda ye û vê cudabûna xwe ji komên cuda digire. Hebûna qebîle û eşîran jî ji bo neteweya demokratîk dewlemendiyek e.
Bêguman ziman bi qasî çandê ji bo netewe ne girîng e, û şertekî mecbûrî jî nîne. Mirov dikarin xwedî zimanên cihê bin û ji yek neteweyî bin. Çawa ku ji her neteweyekî re dewletek hewce nake, ji her neteweyî re jî zimanek an jî devokek hewce nake. Tevî ku pêdivî bi zimanekî neteweyî heye jî şertekî bivê nevê nîne. Mirov dikare ziman û zaravayên cuda û cihê ji bo neteweyekî demokratîk dewlemendî bihesibîne. Lê belê dewleta netewe bi awayekî hişk tek zimanî ferz dike û vê dike bingeh. Pirzimanî û jixwe pirzimanên fermî bi hêsanî qebûl nake. Bi vî aliyê xwe hewl dide ji cihêwaziya neteweya serdest sûdê werbigire.