Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amarayê ya Xelfetiya Rihayê hat dinyayê. 4’ê Nîsanê ji bo mirovahiyê tê wateya jinûve jidayikbûnê. Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn li ser jidayikbûna Rêber Apo û li ser bîstemîn salvegera avabûna PJAK’ê pirsên ANF’ê bersivand.
Hevpeyvîna bi Zîlan Vejîn re bi vî rengî ye:
4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd tê çi wateyê?
Heftê û pêncemîn sala jidayikbûna Rêber Apo û bîstemîn salvegera damezrandina PJAK’ê li Rêber Apo, li ruhê dayika Uweyş, li azadîxwaz û gelên têkoşer û bi taybetî li jin û ciwanan pîroz dikim. Ez di heman demê de vê salvegerê li wan hemû kes, malbat, pêkhate û gelan pîroz dikim ku li rojhilatê Kurdistanê û li Îranê beşdarî şoreşa jin, jiyan, azadiyê bûn û qurbanî dan.
Jidayikbûna Rêber Apo ne tenê jidayikbûna takekesekî ye, jidayikbûna gelekî ye, jidayikbûna rabûneke nû ya ji bo têkoşîna azadîxwaziyê ya gelê Kurdistanê û jinan e. Bi jidayikbûna Rêber Apo têkoşîneke nû ya azadîxwaziyê li Kurdistanê destpê dike. Rêbertî jidayikbûna xwe bi sê qonaxan dinirxîne. Jidayikbûna Rêbertiyê ya yekem jidayikbûna fizîkî ye ku niha gihîştiye heftê û pênc saliyê. Jidayikbûna duyem li ser bingeha hizr û felsefeya azad avakirina PKK’ê ye û jidayikbûna sêyemîn jî paradîgmaya civakeke exlaqî-siyasî, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz ji bo jinan e.
Çima sêyemîn jidayikbûna Rêbertiyê ew qas girîng e?
Rêbertiyê bi sêyemîn jidayikbûna xwe ku di şert û mercên tecrîdê de pêk tê, hewla da ku komploya navneteweyî ya li ser gelê kurd û jin û mirovatiyê pûç bike. Rêber Apo vê jidayikbûna xwe ya sêyem wek hebûn û têkoşîn û berxwedana herî bi hêz bi nav dike. Di sê qonaxên jidayikbûnê de hebûna gel û welatekî afirand. Pênaseya welatekî azad kir ku welatekî azad çawa dikare bi azadî û bi îrade bijî û çawa dikare di nav jiyaneke azad de hebûna xwe bidomîne. Di heman demê de jî çawa dikare bi rêya sîstemeke demokrtatîk û azadîxwaz tevî hemû cudahiyên xwe bijî.
Rêber Apo ew tiştê ku di sêyemîn qonaxa xwe ya jidayikbûnê de destnîşan kir, îro hemû jinên Kurd, jinên cîhanê û gelên rojhilata Navîn û cîhanê li ser wê bingehê li dor Rêber Apo kom bûne. Divê em kampanyaya azadiya fizîkî ji Rêber Apo re û çareserî ji pirsgirêka kurd re di 4’ê Nîsanê de bigihînin lûtkeyê. Helbet li rojhilatê Kurdistanê û wek gelê kurd bi giştî li hember azadiya Rêber Apo berpirsyariyeke mezin dikeve ser me. Di vê qonaxê de divê em çalaktir, bihêztir û berfirehtir û bi berpirsyarî beşdarî azadiya kampanyaya azadiya fizîkî ji Rêber Apo re bibin. Ji vê hêlê ve me li rojhilatê Kurdistanê erka xwe baş pêk neaniye, em lawaz bûn. Di qonaxên siberojê de divê em zêdetir beşdarî kampanyayê bibin. Gelê me li rojhilatê Kurdistanê bi hemû reng û cudahiyên xwe, ji jin û ciwanan bigire heta rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar dikare beşdarî vê kampanyayê bibe da ku em bikarin di kesayetiya Rêber Apo de pirsgirêka kurd çareser bikin.
Azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo gelê kurd tê çi wateyê?
Gava ku em dibêjin azadiya Rêber Apo, em behsa azadî û hebûna xwe dikin. Li Îmraliyê ne tenê kesek heye, berevajî, gelek li Îmraliyê li çarmîxê hatiye kişandin û hatiye tecrîdkirin. Tenê li Îmraliyê şer nameşe, îro di kesayetiya tecrîda li Îmraliyê de li hemû Kurdistanê şer heye. Li ser vê bingehê pêwîst e em di siberojê de wiha pêşwaziyê li 4’ê nîsanê bikin û bi vî wayî em wê komployê pûç bikin ku li ser Rêber Apo û gelê kurd tê meşandin. Di heman demê de 4’ê Nîsanê bîstemîn salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye. Ew jî rojeke taybet û nû ye. Ji bo rojhilatê Kurdistanê wateyeke wê ya civakî û dîrokî ya mezin heye. Li ser fikir û ramanên Rêber Apo û bi pêşengiya gelek hevalên me yên şehîd wekî Akîf, Rêzan, Simko, Zîlan, Hêmin, Zagros û Şîrînê xurttir bû û îro li ser rêbaza Arînan têkoşîna me berdewam dike û em wê li Rêber Apo pîroz dikin. Di rojeke wiha de hemû gelê rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya PJAK’ê û bi fikir û felsefeya Rêbertiyê têkoşîna xwe dimeşînin.
Yekemîn jidayikbûn li rojhilatê Kurdistanê ku li ser fikir û felsefeya Rêbertiyê pêk hat, damezrandina PJAK’ê bû. Jidayikbûna duyem jî bi şoreşa jin, jiyan, azadiyê dest pê kir. Şoreşa jin, jiyan, azadiyê jidayikbûneke nû bû. Şoreşa jin, jiyan, azadiyê ku bi pêşengiya gelê me û gelên azadîxwaz bi rê ve çû, bû gerdûnî û felsefeya Rêber Apo jî bi xwe re gerdûnî kir.
Hûn erk û berpirsyariya gelê me û ya azadîxwazan li hember azadiya Rêber Apo çawa dibînin?
Pêwîst e di qonaxa nû de em ber bi Kurdistaneke xweser û Îraneke demokratîk gavan biavêjin.Helbet di sala nû de ku PJAK gava xwe diavêje nav bîst û yekemîn sala damezrandina xwe, divê em bi pêşengiyeke bihêztir erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Ji hêla din ve di bîst sal temenê partiya me de me di rêya azadiya gel de gelek şehîd dan. PJAK’ê gelek kadroyên pêşeng ji keç û kurên rojhilatê Kurdistanê gihandin. Me di şoreşa jin, jiyan, azadiyê de gelek şehîd dan.
Hûn rewşa rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya niha çawa dibînin?
Em di qonaxekê de ne ku gel ji siyaseta sêdarekirinê ya rejîmê hêrs bûye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me dikare vê sîstemê biguherîne û demokrasiyê pêk bîne. Bi rêbaza xwe û bi hevkarî û hevgirtina xwe ya bi gelan re û bi taybetî bi pêşengiya jin û ciwanan dikare vê yekê pêk bîne. Lewma jî di vê qonaxê de bi biryarên nû û bi îradeyeke mezintir û bi hêvî û baweriyeke mezintir gavan biavêje. PJAK di qonaxa nû de û di sala 2724’an de [li gorî salnameya kurdî] dikare bibe bersiva gelek hêvî û bendewariyên gel û serkeftina şoreşê.
Helbet em wek gelê Kurd xwedî şansekî gelek mezin in, xwedî derfeteke mezin in û hêvî û baweriya me ji her demê mezintir û bihêztir e. Ji ber ku têkoşîna me gerdûnî û civakî bûye û em di wê baweriyê de ne ku em ê bi vê îradeyê ber bi pêş gavan biavêjin. Hemû gelên cîhanê agahdarî doza me ne û hişyar bûne. Gelê kurd û dostên me û gelên cîhanê piştgiriya vê doz û têkoşînê dikin. Ev yek jî tê wê wateyê ku têkoşîna me têkoşîna gelan e, têkoşîna gelên azadîxwaz e. Lewma gelên rojhilatê Kurdistanê û Îranê di wê baweriyê de ne ku eger têkoşîna gelê Kurd serkeftinê bi dest nexe, têkoşîna gelên Îranê jî dê negihîje serkeftinê. Wek gelê Kurd û PJAK û jin jî em di wê baweriyê de ne. Têkoşîna me dê bi hevgirtinê bigihîje serkeftinê. Garantîbûna serkeftina her şoreşekê girêdayî hevkariya gelan e. Lewra di vê qonaxê de wek gel em hem xwedî şans û hem xwedî rêberekî wek Rêber Apo ne û em xwedî paradîgmayeke nû ne ku ji bo cîhanê bûye cihê sembol û hêvî û baweriyê û gel li dora wî kom bûne. Divê em bi ruhê Newrozê pêşwaziyê li 4’ê nîsanê bikin. Em di wê baweriyê de ne ku gel dê beşdarî kampanyaya azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibe û azadiya xwe tê de dibîne. Wek PJAK jî em ê bi pêşengiya siyaseta demokratîk û bi projeya neteweya demokratîk ji Kurdistaneke xweser ber bi Îraneke demokratîk gavan biavêjin. Li ser esasa rêbaz û şêwaza nû, bi taybetî wek wan jin û ciwanên ku li Rojhilat û Îranê pêşengiya şoreşê dikin, em ê bigihîjin serkeftinê û em ê şoreşê bi serkeftinê bixemilînin. Em careke din jidayikbûna Rêber Apo û bîstemîn salvegera damezrandina PJAK’ê li hemû malbat û xizmên şehîdan û li dayikan û li gelê me pîroz dikin.