Rêber Apo di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû, dikeve 75 saliya xwe. Bi mebesta 75 saliya Abdullah Ocalan wekî her salê îsal jî gelê kurd û hezkiriyên Abdullah Ocalan bi pîrozbahî û berteka li dijî tecrîdêe wê vê rojê dakevin qadan û bi bernameyên cur bi cur vê rojê pîroz bikin. Li gundê Amarayê ku Abdullah Ocalan li wir ji dayik bûye, her sal dibe ziyaretgeha gelê kurd ku ji bajarên Kurdistanê diherikin wir û pîrozbahiyê li dar dixin.
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ku em li gundê Amarayê pê re axivîn destnîşan kir ku mala Abdullah Ocalan mala hemû kurdan e û bang li gel kir ku wê rojê werin Amarayê û li dijî agahînegirtina ji Abdullah Ocalan berteka xwe mezin bikin.
Rêber Apo di zarokatiya xwe de di nava lêgerînê de bû
Mehmet Ocalan anî ziman ku zarokîtiya wî û ya Abdullah Ocalan bi hev re derbas bûye û wiha qala bîranînên xwe kir: “Malbata me malbateke gundî bû. Ne axa ne jî beg bû. Bi keda xwe debara xwe dikir. Jiyana me ya zarokîtiyê jî gundewar bû. Serok di zarokatiya xwe de jî cuda bû. Her tim lêgerîna wî hebû. Lêgerîna wî jî xwenaskirin bû. Li gundê Cibînê ku nêzî gundê me ye, dest bi dibistanê kir. Dema ji dibistanê dihat malê jî nedisekinî. Pir kêfa wî ji kewan re dihat. Dida pey kewan. Her wiha ji bax û bostanan jî pir hez dikir. Her tim diçû digeriya. Ez û Serok nedisekinîn. Dema em bi dê û bavê xwe re diçûn nav zeviyê min û Serok dida pey hev û em bi çolê diketin. Her du xwişkên me jî, didan pê me ku me bînin malê û tiştek neyê serê me. Zarokîtiya me bi vî rengî derbas dibû. Serok pir jî maran aciz bû. Li ku marek bidîta dikuşt. Rojekê em çûbûn palehiyê, em di nav genim de bûn. Marekî xwe berda nav qunçiyê. Serok em kom kirin ku em wî marî bikujin.”
Rêber Apo çi bikira ew tişt bi serkeftî dikir
Di berdewama axaftina xwe de Ocalan diyar kir ku birayê wî Abdullah Ocalan her tim bi pirtûkan re mijûl bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Serok dest bi dibistanê kir êdî bi pirtûkan re mijul dibû her tim. Zarokên gund wê demê dihatin cem wî ku fêr bibin. Yanî jê re sekin tune bû, hertim bi tiştekî mijûl dibû. Her wiha bi zarokan re jî top û lîstikên din dilîst. Ji xwe re di bostan de çandinî dikir. Yanî çi bikira ew tişt bi serkêftî dikir. Zarokatiya me jî bi vî rengî derbas bû. Heta dibistana navîn em bi hev re bûn. Piştre jî çû lîseyê, Endezyariya Tapoyê li Enqereyê bixwîne. Piştî ku çû Enqereyê jî havînî dihat gund. Dema dihat gund jî her tim diçû nava rez û li wir tirî dixwar û pirtûk dixwendin. Her tim bi pirtûkan re mijûl bû. Piştî Endezyariya Tapo Qadastroyê qedand li Amedê dest bi memûrtiyê kir. Dema li Amedê bû bavê min jî rojekê çûbû serdanê. Bavê min paşê ji me re qal kir got dema em li wir bûn ji me re kelekek anî ku em bixwin, ji ber ku diranên min diêşin min kelek ji serê jê dikir û bi wî awayî dixwar. Lê wî keleka ku min serê wê jê dikir radihişt wê û cihê ku min nîvco hiştiyê dixwar. Yanî bi wî rengî bû. Pir nirx dida kedê. Tu car qebûl nedikir ku tiştek berhewa biçe.”
Mehmet Ocalan bi lêv kir ku fikir û amanên siyasetê yên Abdullah Ocalan li Enqereyê dest pê kiriye û wiha got: “Dema çû Enqereyê zanîngehê ez jî çûm Enqereyê lêşkeriyê. Sê çar caran hat serdana min. Di serdana dawiyê de ji min re got, ‘Min û 3 hevalan zanîngehê bir boykotê. Ji ber wê jî îhtîmal heye ez bêm girtin.’ Sedem jî qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî bûn. Piştî wê hevdîtinê hefteyek derbas nebû hat girtin. Di Girtîgeha Mamakê de bû, ji min re nameyek şand got were serdana min. Ez çûm girtîgehê serdanê, lê nehiştin ez biçim serdanê. Gotin tu leşker î, ji ber wê tu nikarî biçî serdana girtiyên siyasî. Min got ew birayê min e. Lê dîsa jî nehiştin. Ez jî derxistim dadgehê û cezayê dîsîplînê dan min. 10 rojan ez jî xistim girtîgeha leşkeriyê û piştî 10 rojan ez berdam. Cardin name şand got tu çima nehatiyî serdanê. Min jî jê re rewş vegot. Wî jî got, ‘Dewlet rêzê li qanûnên xwe nagire, rastiyê nabêjin, tiştekî wisa tune ye.’ Piştî ku min leşkerî qedand li Enqereyê ez çûm cem wî. Ew jî nû ji zindanê derketibû.”
Ocalan da zanîn ku beriya birayê wî Abdullah Ocalan bi hevalên xwe re tevgerekê ava bike wî cara dawî birayê xwe li Dîlokê dîtiye û ev tişt gotin: “Beriya tevger bê avakirin min û Serok li Dîlokê hev du dît. Em li wir li cihekî rûniştin. Hevdîtina me ya dawî ya li derve ev bû, piştî wê rojê me êdî hev du li Girtîgeha Îmraliyê dît.”
Hewşa Serok jî hewşa gelê kurd e
Di dawiya axaftina xwe de Ocalan bi bîr xist ku ji ber tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan bang li gel kir ku bên gundê Amarayê û li dijî tecrîde dengê xwe bilind bikin. Ocalan wiha bang li gel kir: “4’ê Nîsanê ji gelê kurd re rojeke mezin e. Rojeke ku hebûna kurdan e. Berê vê pergala dewletê zimanê me tune kiribû. Me bi tirkî nedizanî bû, lê me nedikarî bêje ku em kurd in. Fikir û ramana Serok û hevalên wî em ji asta tunebûnê anîn asta hebûnê. Pergala dewletê zimanê me yê qedîm li ber çavên me reş kiribû. Ji ber wê divê em girîngî û wateya 4’ê Nîsanê li ser vê rastiyê bibînin. Em şiyar kirin. Banga min ji gel re ev e ku em 4’ê Nîsanê bi girseyî pîroz bikin. Dewlet dixwaze Serok bide jibîrkirin. Li dijî vê yekê divê gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn xwedî li Serok derkevin. Dîtina Serok jî bi mezinkirina berteka li dijî tecrîdê vê pêkan e. Heke em vê yekê nekin em hemû wê winda bikin. Berteka li dijî tecrîdê mafekî demokratîk e. Wan winda kir, divê em jî lêbigerin û bibînin. Ev der hewşa Serok e. Hewşa Serok jî hewşa gelê kurd e. Em bang li hemû kesî dikin ku di 4’ê Nîsanê de werin li vir û em bi hev re li dijî vê tecrîdê berteka xwe mezin bikin.”