Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Adar û Newroz bûn lûtkeya serhildan û serkeftinê

Dema ku navê meha Adarê tê gotin, di dilê her kurdekê/î de hesteke cûda tê jiyîn.

Ji ber ku adar meha Newrozê ye, Adar meha serhildanê, meha berxwedanê, meha jinan, meha destpêka biharê ye.

Bi hatina Meha adarê re, çawa ku zivistana reş bi dawî dibe û bi hatina buharê re berfa spî mîna kefenekî ji ser ruyê erdê radibe, di her Adarê de gelê kurd radibe ser piyan û Adarê dike meha vejînê.

Serhildanên Dêrsim û Qoçgîriyê di Adarê de dest pê kirine û lehengiya pêşengên van raperînan ji gelê Kurd re bûye minaka têkoşîna biryardar.

Lê Adar ne tenê meha vejîn û serhildanê ye, ji bo gelê kurd Adar meha mirinê û derbasbûna di qirkirinan re ye jî.

Çawa ku kurd di her meha Adarê de bi ser xwe ve hatine, dijminên kurdan jî wisa di Adar’an de êrîş birine ser kurdan û nehiştine gula bihara kurdan bipişkive.

Loma Adar meha şînê ye jî.

Qazî mihemed, di 31’ê adara 1947’an de hate darvekirin. Mele Mistefa Barzanî, di 1’ê adara 1979’an de koça xwe ya dawî kir, Fermandar Egîd, di 28’ê Adara 1986’an de tevlî karwanê meşa azadiyê bû.

Adar meha Helebçeyê ye jî. Pênc hezar gulên helebçeyî di 16’ê adara 1988’an de hatin çilmisandin.

Her çiqas zilm û zorên herî dijwar di meha adarê de li ser kurdan pêk hatine jî, gelê kurd di adar û Newrozan de ji nû ve vejîn pêk aniye, serî li ber zilm û zora sertdest û dagirkeran netewandiye.

Mazlûm Dogan di 21’ê adara 1982’an de, Zekiye, Rehşan, Ronahî û Bêrîvan di Adar û Newrozan de bi bedena xwe agirê Newrozan geş kirine.

Kawa di adarê de serê Dehaq pelçiqandiye, Amed di Adarê de diherike Qadên Newrozan, Welatê Rojê di Adarê de dixemile û Newrozan vediguherîne raperîn û serhildanan.

Adara 2024’an bû lûtkeya berxedana  girtiyên zindanan, Nobetên Edaletê û Meşên Azadiyê yên ku bi şîara şikandina tecrîta Îmraliyê û tevahiya zindanan hatiye destpêkirin.

Adar û Newroza îsal, di heman demê de bû rihê têkoşîna hevpar a serkeftina Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî, gelê kurd û dostên xwe mil dan milê hev û dawî li zilma qeyûmên ku vîna gel desteser kiribû anîn, ew stûxwar kirin û şandin malên wan.

Hezar silav ji gelê me yê evîndarê azadiyê ku li hemberî zilmê, înkar û tune hesinandinê bi vîneke polayî, bi wijdanekî ku barê xuşk û biratiya gelan, aştî, aramî û wekheviyê wek erk û peywir daye ber xwe, mil bi mil têkoşîna rûmeta mirovahiyê dimeşîne re…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar