Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Serkeftina dîrokî diyarî Rêber Apo kirin

Gelê Mûşê di vê hilbijartinê de gotin DEM Partî û serkeftina dîrokî diyarî Rêber Apo kirin. Hevşaredaran diyar kirin ku ew ê bi têhîştineke demokratîk bajarek, bajarekî ekolojîk û jiyanaeke azad ava bikin.

DEM Partî li bakurê Kurdsitanê hejmareke zêde şaredarî bi dest xist. Di nava van şaredariyan de cara yekem Şaredariya Mûşê hat qezenckirin. Bi hezaran mûşî ji bo serkeftinê pîroz bikin daketin herikîn qada Kobanê ya li navenda bajêr. Di pîrozbahiya ku ji heftê heta heftê salî her kes lê amade bû, qad bi alên DEM Partiyê hat xemilandin û girse bi berzkirina dirûşman serketin diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê berteka kalê ji Şirnexê ya li hemberî hilbijêrên sexte digot; “Tu ji ku yî, biaxive, tu ji ku yî” li ser dovîzan nivîsandin û bi pankartên mezin daketin a “Ev serketin wê tecrîdê bişkîne” bi meşaleyan ketin qadê. Gel jî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ciwanan pêşwazî kir.

Di pîrozbahiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û got: “Gelê Kurdistanê di 31’ê Adarê de bi awayekî zelal bersiva xwe da. Em vê serketinê diyarî hevrêyên xwe yên ku di zindanan de ji bo demokrasî û aştiyê diqîrin û têdikoşin dikin.”

Hevşaredara Mûşê Tûba Sayilgan diyar kir ku bi dayik, jin û ciwanên Kurd re ev têkoşîn meşandine û wiha got: “Ev serkeftin serketina vîna gelan e. Me serketineke dîrokî bi dest xist. Me hemûyan ked da û ev serketin serketina me hemûyan e. Niha jî bi vê hişmendiya berpirsyariyê em ê vî bajarî bi awayekî herî baş bi rê ve bibin. Em ê bi hev re vî bajarî veguherînin qadên jiyanê.”

Hevşaredar Sirri Söylemez jî got: “Ev serketina me hemûyan e. Em ê ji yên ku ji me re hêvî dikin re bibin hêvî. Em ji bo avakirina têgihiştineke demokratîk ji bo we tên. Em ê teqez jiyaneke ekolojîk ava bikin. Em ê di hemû qadên jiyanê de modela jiyana ekolojîk ava bikin. Em ê vê serketina Mûşê ya dîrokî zindî bihêlin.”

Piştre girseya gel bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan govend gerand.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar