Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DEM’ê lampeya Erdogan vemirand

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pêk hatin û desthilata AKP’ê bi her awayî dekûdolab gerandin. Ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê ne tu pîvan in ku bi wê qala demokrasiyê bê kirin lê meydanek bû ku her alî bejn û bala xwe nas bike. Ne hilbijartinên şaredariyan, lê di esas de ji bo rewşa navxweyî di nava sînorên vê dewletê de referandûm bû. Referandûma di navber siyaseta kurdan û di şexsê AKP û Erdogan de dewleta tirk bû. Kurdan bi siyasetê aşkere kir ku ew dikarin hesap bipirsin û aliyên derheqê kurdan de sûc kirine, ceza bikin û ji text bînin xwarê.

Her wiha em dikarin bibêjin ev hilbijartin di rewşeke wiha de pêk hatin ku dest xistibin qirika siyaseta kurd û kurdan û digotin vaye sandoq hene û her kes dikare dengê xwe bide. Li bakurê Kurdistanê û bi taybet li Şirnexê dîmenên pir balkêş û zelal hatin belavkirin. Bi sedan leşker û polîs bi hev re anîbûn li dorê sekinandibûn da deng bidin AKP’ê. Li her deverê dema di hilbijartinan de behse hîlebaziyê tê kirin, ne aşkere ye û dibêjin deng hatine dizîn lê ya dewleta tirk ji bo zêdekirina dengê AKP pir aşkere bû. Van leşkeran deng li bajarên kurdan didan û li AKP’ê dihatin zêdekirin lê kî dizane ev kes ji ku bûn. Tevî van hemû sextekariyan jî dengê kurdan bilind bû. Li Kurdistanê DEM Partiyê bû.

Dîsa, AKP’ê wiha hesap dikir ku ew ê karibe bajarên kurdan bi van dengên sexte bistîne, lê siyaseta kurd lê zivirî û li bajarên Turkiyeyê yên weke Stenbol û Enqere pê da winda kirin. AKP’ê hesap dikir wê ferqeke pir kêm di nava dengên wan û oposizyonê de hebe û ew jî bi dizîna hinek dengan karibin qezenc bikin. Lê wê nizanîbû ku wê ferqeke mezin hebe û nikaribûn dengên zêde bidizin. Wekî ku kurd dibêjin; “Roj bi bêjingê nayê veşartin”. Kurdan stratejiya li Kurdistanê şaredariyan bi dest bixin û li Tirkiyeyê bi AKP’ê bidin windakirin bi kar anîn. Kurdan siyaset kir û ji hemû aliyan re got, yê bi ser me de were ew ê li ser piyan nemîne.

Erdogan bi aşkerebûna encamên hilbijartinan re ji neçarî derket daxuyaniya çapemeniyê da û reng û rû lê nemabû û got; “Di her tiştî de xêrek heye”. Erê, xêr e, lê ji her kesî re xêr be, ji Erdogan û AKP’ê re ne xêr e. Lewma piştî vê yekê dîsa gefa qirkirinê li kurdan xwar û xwest mijara binkeftina xwe bi kuştina kurdan biguhere. Lê li meydana hilbijartinê, kurdan Erdogan bi erdê da. Kurdan ji AKP’ê re got; “Binêre, em dikarin, hêza me heye û bi êrîş û qirkirinê em naqedin. DEM Partiyê peyam da dost û dijminan; binêrin, yên li pêyî Erdogan bimeşe, ew ê riya vegerê jî winda bike û pêşiya wî tarî bibe. Kurdan lampeya ku AKP’ê ji  xwe re kiribû sembol û pê dizî û qirkirin dikir, vemirand.

Nûçeyên Têkildar