Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HRE: 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn ku di çalakiyên wan de 9 çeteyên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin û 9 çete jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku êrişên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmê bê navber dewam dikin û li hember wan êrişan çalakiyên şervanên wan didomin.

Li gorî daxuyaniya HRE’yê, encamên çalakiyan wan ên dawîn wiha ne:

“8`ê adarê 3 çeteyên dewleta tirk a dagirker di xeta navçeya Şera de xwe nêzî xeta temasê kir. Hêzên me bersiv da û di encamê de 2 çete reviyan û çeteyek jî hat kuştin.

12`ê adarê li xeta Marê çalakiyeke serdegirtinê hat lidarxistin, di encamê de 3 çeteyên dagirker birîndar bûn.

20`ê adarê li bajarê Ezazê li ser bendeke çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin, di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

24`ê adarê li xeta Ezazê çalakiyeke din a seregirtinê hat lidarxistin, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de çalakiyeke din a taybet hat lidarxistin ku di encamê de wesayîtek û motorsîkletek hat îmhakirin.

25`ê adarê li xeta Ezazê çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyekî dagirker hat kuştin.

1`ê nîsanê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke sekvanî li dijî sekvanekî çeteyên dagirker li dar xist, di encamê de çeteyek hat kuştin.

2`yê nîsanê li xeta Meryemînê ya navçeya Şera hêzên me çalakiyeke taybet li dar xist, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn û wesayîtek hat rûxandin. Dîsa di xeta Marê de çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek dagirker hat kuştin.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 9 çete hatin kuştin, 9 çete jî birîndar bûn. 2 wesayît û motorsîklêtek hatin rûxandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar