Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê WHO ji bo tenduristiya Rêber Apo têkeve nava liv û tevgerê’

Bijîşk Mihemed Mislim bang li rayedarên WHO’yê kir ku demildest ji bo tenduristiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên çekên kîmyewî û qedexekirî yên dewleta tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê têkeve nava liv û tevgerê.

Rêxistina Tenduristî a Cîhanê (WHO) di 7’ê Nîsana 1948’an de ji vê rojê weke Roja Tenduristiya Cihanê ragihand. Ji wê rojê û heta niha 7’ê Nîsanê li seranserê cihanê weke roja tenduristiyê tê pîrozkirin. Armanca vê rojê parastina ekolojî, av, mirov û lawira ne.

Bijîşkê beşa hundirîn Mihemed Mislim têkildarî Roja Tenduristî ya Cihanê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li ser gerîlayên azadiyê û qirkirina xwezayê, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li girava Îmraliyê nerînê xwe anî ziman.

Dr. Mislim diyar kir ku Rêxistina Tenduristî ya Cihanê bi rol û misyonên ku ji bo wê hatiye avakirin ranabe û wiha got: “Rêber Apo li girava Îmraliyê di nava şert û mercên herî zehmet de berxwedaniyê dike. Weke her kes dizane ku Rêber Apo ji aliyê tenduristî ve di sîngê wî de asta iltîhabê bilinde. Ji ber xwînaviya li giravê rewşa kesên ku di sing de nexweşiyên bêhntengî hebin, xerabtir dibe. Ji ber vê sedemê em jî ji rewşa Rêberê xwe bi guman in. Rêberê me di girava Îmraliyê de û bi guhertina werzan re, rewşa xwe ya iltîhabê bilindtir dibe. Lê li hemberî van kiryarên tecrîdê jî ew saziyên ku divê bi rola xwe rabin xwe bêdeng dikin.”

Mislim destnîşan kir ku li çiyayên Kurdistanê jî çekên qedexekirî li hemberî gerîlayên azadiyê yên kurd tê bikar anîn û wiha domand, “Ev çekên qedexekirî hem zerarek mezin dide mirov hem jî dide xwezayê. Çeka kîmyawî dema ku tê bikaranîn, li wê herêmê nebat şîn nabe heta salên dirêj û her wiha çi li wir hebe dikuje. Her tişt tune dibe, li şûna wê şaneyên penceşêrê derbasî wan nebatan dibe, lê ger mirov an jî lawir ji wan fêkiyan bixwe, nexweş dikevin û ew nexweşî li nava civakê û xwezayê belav dibin. Lê dewleta tirk jî bi van êrîşên xwe hem dibê dijminê xwezayê hem jî ya mirovahiyê.”

Mislim, di dawiyê de jî bang li saziyên peywendîdar kir ku bi erka xwe rabin û ji bo dawiya li vê qirkirina mirov, xweza û lawiran bê anîn bikevin tevgerê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar