Di hilbijartina domahî de rewşa bakurê Kurdistanê kêm zêde dihate texmînkirin. Sedema vê texmînê helwesta hilbijêrên kurd bû. Kurd bi rengekî polîtîk difikiriyan. Ji ber vê jî ew ê li dijî kiryarên qirêj ya desthilatdariya Erdogan biçûna ser sindoqan. Wiha jî çêbû. Çûn ser sindoqan û bi xurtî biserketin. Hemû qeyyûman ji Kurdistanê qewirandin. Lê ya nedihat texmînkirin, rewşa bajarên Tirkiyê bû. Rast e, ew ê AKP û MHP di hin bajaran de, bi taybet li Enqerêyê ew ê winda bikira. Li gorî anketên beriya hilbijartinê Stenbol li ortê bû. Tu kesek sedî sed behsa windakirina AKP’ê ya li Stenbolê bi lêv nedikir. Ya herî balkêş jî yekemîn derketina CHP’ê bû. CHP ji AKP’ê zêdetir deng girt û bû partiya yekemîn. CHP’yî bi xwe jî li hember vê encamê şaş mabûn.
Niha pirsa herî girîng rewşa hukmê Erdogan e. Gelo, bi gor vê encamê mirov dikare bêje dawî li hukmê Erdogan hat? Ya rast, heke CHP’ê qezenç bikira mirov dikaribû bêje dawî li hukmê wî hatiye. Lê ne usa ye. Belê, AKP windakiriye lê yê qezenç kiriye ne CHP ye. CHP’ê ku heta niha bi AKP’ê dida qezençkirin, niha jî bi xêra AKP’ê bûye partiya yekemîn.
Em dikarin vê encamê dehî vekirî şirove bikin. Rewşa encamên bakûrê Kurdistanê ne tê de, li Tirkiye siyaseta aborî û ya Xezayê bandora xwe li hilbijêran kir û bi Erdogan da windakirin. Însan êdî nedikarîbûn nan bibin mala xwe. Yên teqawît êdî bi ne bi xizanî, lê bi birçîtî dihatin kedîkirin. Ev siyaset bû sedema hêrseke mezin. Her wiha Erdogan li hemberî filistîniyan siyaseteke durû û derew dimeşand. Ji alîkî ve hestên dînî bikardianiya û ji alî din jî bi Îsraîlê re danûstendina xwe didomand. Ev yek jî bû sedem û ji 4 milyon zêdetir hilbijêrên AKP’yî dengê xwe nedan Erdogan. Ji van dengan hinek çûn CHP’ê û para zêde jî çû partiya Fatîh Erbakan. Ango di van dengan de ne keda Ozgur Ozel, ne jî keda Fatîh Erbakan hebûn. Kedek hebe xwediyê wê kedê herî zêde Erdogan e. Ji ber ku ew li hember Erdogan çi siyasetek bi bandor nemeşandin. Tenê hêrsa mezin a gel bikaranîn. Heta hin caran ji Erdogan zêdetir nijadperestî û dijminatiya kurda kirin. Hin namzetên CHP’ê kurda aşkere binavkirin û gotin “Dema em biserkevin kurd nikarin ji deriyê şaredariyê bikevin hûndir.” Her weha nijadperestên navûdeng yên wekî Tanju Ozcan jî ji lîsta CHP’ê careke din hatin hilbijartin. Rast e, helwesta Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglu ji van nijadperestan cûda bû. Heta pirî caran ji Kemal Kiliçdaroglu wêrektir diaxiviyan. Ev helwest li gelek bajaran bandor li kurda kir û ew jî ji bo Erdogan qezenç neke, dengê xwe dan CHP’ê. Lê her çi qas kurd dengên xwe bidin jî bawerî bi wan nedianiyan. Çimki ew ji bo çareseriya pirsa kurd tiştek mayînde nedigotin. Tenê dema gotin dihat gotinê, digotin “Kurd birayê me ne.” Ev qas! Çima vê digotin, ew jî tê zanîn. Kurd berxwe dane, destkeftiyên wan hene û êdî ne tenê di tayînkirina siyaseta welat de, di tayînkirina siyaseta Rojhilata Navîn de xwedî hêz in. Li hember vê rewşê nikarin kurda û siyaseta kurda înkar bikin. Ev jî ne naskirin e. Mecburiyeta wan e. Siberoj hêz bi destxin ew ê çi bikin naye zanîn. Heke ji rewşa heyî ders negirin dibe ku ew jî carek din xwe biceribînin û belku ji Erdogan jî xeraptir bikin.
Em dîsa vegerin babeta xwe. Heke rewş ev be, mirov bi hêsanî nikare bêje dawî li hukmê Erdogan hatiye? Ji bo dawî li hukmê Erdogan were divê hêzên din ji helwesta kurda ders bigrin. Ango ne ku Erdogan ji ber siyaseta xwe wenda bike, divê ew bi Erdogan bidin wendakirin.
Erdogan ji vê rewşê hayîdar e. Axaftina wî ya şeva hilbijartinê vê yekê aşkere kir. Ne got, “Me winda kiriye.” Got, “Dengê me piçek daketine.” Her wiha ji bo aliyên din ku şaredariyan bi destxistine peyamên germ da. Lê di mesela şer de tu gûherinek tune bû. Dîsa bi hestên nijadperest axivî. Dîsa dijminatiya kurda kir. Her wiha careke din dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê anî rojevê. Siyaseta DEM Partiyê jî bi hestên dijminane şirove kir. Ev jî bi me dide nîşandan ku Erdogan heta ji wî bê ew ê siyaseta şer bidomîne. Rastiya Erdogan ev e. Aqlê xwe bi şer xwariye. Di siyaseta wî de çi rasyonalîte nema ye. Ji bo hukmê xwe bidomîne pêwîstiya wî bi siyaseta şer heye. Ji bo wê li hember partiyên din nerm û li hember kurda jî tund diaxive.
Di vê rewşê de ya herî girîng ew e ku divê partiyên din jî baş fambikin ku yê rewşa welat dixe xeterê siyaseta şer û dijminatiya li hember kurda ye. Heke mesela kurd bi rêyeke aştiyane û bi danûstendinê neye çareser kirin, ew ê dawî li şer neye. Rastiyek din jî ev ku di 40 salên borî de ya şer herî bêbext û zalimane bi pêşxist Erdogan bû. Lê dîsa jî kurd teslîm nebûn û her wiha gelek caran zora artêşa duyemîn ya NATO’yê birin. Îro sedema feqiriyê jî, sedema durûtiya li hember gelê FÎlîstînê jî ev siyaseta şer e. Heke partiyên din vê rastiyê famnekin, dibe ku carek din bibin dûvika Erdogan. Ji sala 2015’a heta niha bi dûvikbûnê li Erdogan dan qezençkirin. Berxwedana kurda hemû siyaseta qirêj ya Erdogan aşkere kir. Ev yek jî bû sedema windakirina AKP’ê.Vê rastiyê êdî divê hemû aliyên mixalîf fambikin. Heke famnekin, dawî li hukmê Erdogan naye. Ev hewesa wan jî li qirikên wan dimîne.