Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Welatiyên Koyê: Rêber Apo ji bo cihanê girîng e

Welatiyên navçeya Koye 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin wiha gotin: “Rêber Apo ji bo jiyana hevbeş a gelan bingeh hate avêtin. Rêber Ocalan ji bo gelê kurd û cîhanê xwedî giringiyek mezin e.”

Kurdên başûrê Kurdistanê li dijî malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê, dilê wan her tim ji bo Kurdistanê lê dide. Gel li her qadê her tim girêdana xwe ya bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tînin ziman. Welatiyên navçeya Koye ya Hewlêrê, bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û rola Rêber Apo ya di nav gelê kurd de nerînê xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Osman Mihemed da zanîn bi dayikbûna Rêber Ocalan re, sîstema demokratîk hate afirandin û ji bo jiyana hevbeş ya gelan bingehek hate avêtin. Osman got; “Rêber Ocalan karî di fikirê zanayên civak û siyasetê de guhertinê bike, civaka navnetewî jî niha rêya Ocalan dişopîne. Ji bo vê dayikbûna Rêber Ocalan, ji bo gelên cîhanê gelek girînge. Divê hertim ev roj bi kêfxweşî were pêşwazîkirin.”

Herêm Hatem jî dayikbûna Rêber Ocalan weke rojek dîrokî bi nav kir û wiha pêde çû; “Zanayek din ê mezin weke Ocalan ku bandora xwe li ser gelên azadîxwaz û cîhanê heye, dubara nayên dinyayê. Ocalan karî carek din dîroka gelê kurd binivîse.”

Welatiyê bi navê Casim Kiwêxa jî dibêje; “Divê em rojbûna Rêber Ocalan bi rûmet pêşwazî bikin, ev roj bila ji bo azadiya Ocalan bibe derfetek, ji ber ku bîrdoziya Ocalan çareseriya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîne. Xebata Ocalan, ji bo hemû gelên dinyayê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar