Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê û çeteyên wan her roj li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê morivahiyê dikin û cihan li hemberî vê yekê bêdeng e. Bi taynetî jî dewleta tirk a dagirker herêmên ku dagirkiriye kirine wargeha komên çete yên bermayiyên DAIŞ’ê û çeteyên Hemzat, Emşat, Cebhet Şamiyê û Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta tirk a dagirker. Ji wan herêman bajarê Babê ye ku tê de her demekê di navbera wan çeteyan de pevçûn derdikevin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Erîme der barê rewşa herêmê û kiryarên çeteyan de agahî da. Fermandar Elî El Erîme diyar kir ku di dema dawîn de komên çete yên Hemzat, Emşat, Cebhet Şamiyê û Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ku li ser lîsteya terorê ye, li rojhilatê Babê kom bûn û got ku li deverên wek Qebasîn, Raî, Cerablis û gundewarê Babê jî komên tevlihev hene.
El Erîme destnîşan kir ku di navbera wan komên çete yên li Babê de pevçûn derdikevin û dewleta tirk a dagirker jî roleke sereke di wan pevçûnan de dilîze da ku hebûna xwe li Sûriyeyê rewa bike. Wê yekê dike ku piştre xwe çareserkerê pirsgirêkên nava çeteyan de nîşan bide û herêmên dagirkirî kontrol bike. Piranî pevçûn ji bo pereyanû dabeşkirina zeviyan pêk tên. Lê welatî dibin qurban.”
El Erîme wiha pê de çû: “Koma çeteyan a ku zêdetir serî ji dagirkeriya tirk re ditewîne, ew kom pişgiriyê ji dewleta tirk werdiger ku komên din tune bike.”
El Erîme wiha domand: “Di dema dawîn de çeteyan hewl da xwe li qada Sûriyeyê bi taybetî li herêmê me ferz bikin. Ji bo wê jî wan herêmên me topbaran kirin û hewl dan derbasî herêmên me bibin, lê hemû hewldan û êrişên wan hatin têkbirin.”
Der barê zehmetiyên şêniyan de El Erîme got: “Li bakurê Sûriyeyê rojane sûcên kuştin, talankirin, tecawîzkirin, revandin û girtinê li dijî şêniyan pêk tên.”
El Erîme diyar kir ku şêniyên li deverên dagirkirî bi wan re têkiliyê dikin û got: “Ew ji me re dibêjin ku ew hewl didin xwe bigihînin herêmên me da ku bi aştî bijîn, lê belê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê rê nadin wan û bi guleyan li hember wan disekinin.”
Di dawiya axaftina xwe de El Erîme got: “Em ji şêniyên li deverên dagirkirî re dibêjin ku em bi wan re ne û amade ne alîkariya wan bikin. Her wiha em ê heta rizgarkirina hemû deverên dagirkirî têkoşîna xwe bidomînin.”