Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Rojava 3 milyon û 700 hezar îmze hatin komkirin

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji bo azadiya Rêber Ocalan 3 milyon û 669 hezar û 90 îmze hatin komkirin.

Gelên Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin bi salan e li ser piyan e. Di çarçoveya pêngava azadiyê de Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9’ê Sibatê bi daxuyaniyekê ku li bajarê Qamişloyê hatibû dayîn, kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Hema, Humis, Laziqiye, Sweyda, Quneytera, Selamiye û Tertûsê îmze hatin komkirin.

Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê encamên kampanyayê aşkera kirin. Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12’ê adarê ya li Qamişloyê hate dayîn û ji aliyê endama însiyatîfê Aynûr Paşa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kampanya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 9’ê Sibata borî dest pê kir û di 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan de bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Sûriyeyê bi hemû netewe, mezheb û beşên di vê demê de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin û bi îmzeyên ku dane, peyam dan tevahî hêzên komploger. Her wiha hate diyarkirin ku ev peyam di heman demê de asta hezkirin, piştevanî, baweriya bi felsefeya Rêber Ocalan û israra gel a ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan nîşan dide.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kampanya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berfireh dest pê kir û belavî bajarên din wekî Şam, Heleb, Selemiyê, Humis, Hema, Siwêda, Laziqiyê û Quneytîra bûn. Hate diyarkirin ku berfirehbûna kampanyayê asta girêdana tevahî, netewe, mezheb û beşên civakê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan îsbat dike û hate gotin: “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, aloziya Sûriyeyê jî di nav de ji tevahî doz û pirsgirêkên bi girêk ên asêmayî yên li Rojhilata Navîn re zemîna çareseriyê ye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji ber baweriya me bi girîngiya rola Konseya Yekitiya Ewropayê, rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan di çareserkirina doza Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de em ji wan dixwazin ku rola xwe aktîf bikin û îrade û daxwaza tevahî gelên ku bi doza wî bawer in, li ber çavan bigirin.

Encamên komkirina îmzeyan wiha ne:

Minbic: 711,180

Reqa: 701,845

Qamişlo: 625,343

Hesekê: 603,800

Dêrezor: 337,70

Tebqa: 281,332

Firat: 134,570

Heleb: 103,857

Efrîn û Şehba: 51,212

Hundirê Sûriyeyê: Şam, Heleb, Laziqiye, Suweyda, Quneytera, Selamiye, Tertûs, Hama, Hums: 6,243

Koçberên Kurd li Lubnanê: 12.000

Hêzên Parastina Civakê: 100.000

Hejmara giştî ya îmzeyên kampanyayê: 3 669 090

Di dawiya daxuyaniyê de spasiya her kesê ku tev li vê kampanyayê bû û îmze dane hate kirin û wiha hate gotin: “Em hezkirin û spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yên bi netewe, ol û mezhebên xwe yên cuda dikin ji ber pîrozbahiya biheybet bi rojbûna Rêber Ocalan û bi vê wesîleyê berdewambûna kampanyayê heta azadiya Rêber Ocalan teqez kirin. Her wiha em kar dikin ku em ê komîteyekî ava bikin ku van encaman bigihîne Konseya Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan ên pêwendîdar ên navneteweyî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar