Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin her kes ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser piyan

Dayikên Aştiyê yên Sêrtê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo banga têkoşînê li her kesî kirin û ev tişt anîn ziman: “Heya ji destê me bê em ê li ber xwe bidin. Em dixwazin her kes ji bo Rêber Apo rabe ser piyan."

Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li cihanê befireh bû û bi qonaxa duyemîn berdewam dike. Dayikên Aştiyê yên Sêrtê, ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşînê li her kesî kirin.

Dayika Aştiyê Taybet Tekînê ku got “Em dixwazin agahiyekê jê bigirin. Em dixwazin rewşa wî hîn bibin. Em nizanin bê çi anîne serê serokê me” fikarên xwe anîn zimên. Tekîn ku xwest hemû girtî bên berdan, wiha got: “Êdî bila zindan bên valakirin. Ev wê heya ku derê wiha bidome? 40 sal in em li dora van zindanan diçin û tên. Êdî bes e. Ne tenê li ser Abdullah Ocalan, li ser hemû girtiyan tecrîd heye. Em hemû di bin tecrîdê de ne.”

Dayika Aştiyê Kumrî Kaçarê jî anî ziman ku êdî ew dixwazin Abdullah Ocalan bibînin û got: “Serokê hemû her gelan heye. Ê me jî heye. Çavên dinyayê li ser serokê me ye. Em dixwazin Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve û girtî dest ji çalakiya xwe berdin. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Ez Dayika Aştiyê me. Heya Abdullah Ocalan ji girtîgehê dernekeve ez ê bitêkoşim. Ger ew derê wê aştî çêbibe.”

Dayika Aştiyê Emîne Polatê jî detsnîşan kir ku ew tim doza aştiyê dikin, lê ji ber vê jî tim rastî neheqiyê tên. Polatê bilêv kir ku ew xwedî li çalakiyên li girtîgehan dertên û got: “Heya ji destê me bê em ê li ber xwe bidin. Em dixwazin her kes ji bo Rêber Apo rabe ser piyan.”

Dayika Aştiyê Halîme Guçluyê jî got: “Bila parêzerên wî biçin cem wî. Mifte di destê wî de ye. Wê aştî bi saya wî bê. Ger ji zindanê derkeve, wê dinya xweş bibe. Êdî em naxwazin ne dayikên gerîlayan ne jî yên leşkeran bigirîn. Em dixwazin biçin cem serok. Bila biçin ku girtî ekevin greva brçîbûnê. Divê her kes ji bo wî bitêkoşe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar