Di hilbijartina 31’ê Adarê ya 2024’an de DEM Partî careke din mohra xwe ya serkeftinê li Kurdistanê da. Careke din nexşeya Kurdistanê diyar bû. Dewleta tirk ji bo ku vê nexşeyê xera bike gelekî hewl da. Çiqas hîle û sextekarî hebûn bi kar anîn. Lê dîsa jî nekarîbû nexşeya rengîn xera bike. Ji bilî Şirnex, Bedlîs, Çewlig û Qersê bajarên din hemû ketin destê DEM Partî. Şirnex û Bedlîsê bi hîleyan desteser kirin. Ew der jî yên DEM Partî bûn, lê dest danîn ser û bi zora xwe birin.
DEM Partî ango gelê Kurdistanê li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk derketin û dengê xwe dan xwe. Jixwe çend sal bûn ew şaredariyên gel ketibûn destê qeyûmên AKP’ê. Şaredariyên gel veguherandibûn qereqolan û kesî nikarîbû di ber wan re jî derbas bibe. Qeyûmên dagirker ji bilî dizî û talanê tiştekî din nekirin. Çiqas mal û milkê şaredariyan hebû dizîn û firotin. Heta şeva dawî jî bi diziya xwe li ser kar bûn. Ji kursiyên şaredariyê bigrin heta çi bê bîra we firotin.
Kurdistaniyan jî ev zilma qeyûman dizanîbûn. Lewma jî dixwestin rojek berî rojekê dawî li vê dizî û talanê bînin. Hilbijartina 31’ê Adarê jî firsenda vê yekê bû. Êdî careke din şaredarî li gel vegeriyan. Hevşaredarên DEM Partî jî di ferqa wê de bûn û roja ku çûn şaredariyê jî bi tenê neçûn. Tevî bi hezaran kesî ketin hundirê şaredariyê. Ji ber ku dizanîbûn ew şaredarî heqê gel e. Ew hilbijêr bûn ku hevşaredar hilbijartin û şaredarî jî heqê wan bû.
Polîtîkayên qeyûman zilmek zêde dabû gelê me. Wan qeyûman tiştek bi navê şaredariyê nehiştibûn. Karê wan tenê dagirkerî û qirkirin bû. Li ser navê Kurdî û Kurdayetiyê çi hebû rakirin û xera kirin. Peykerên nirxên Kurdan, tabelayên Kurdî, navên li ser parkan, sazî û rêxistinên civakî, çandî û hunerî hilweşandin. Dijminatiyeke eşkere li Kurdan kirin. Ma wê Kurd vê yekê ji bîr bikin gelo ? Kurdan jî li ser sindoqan bersiva wan dan.
Dibe ku careke din qeyûman bînin an jî neynin. Ev yek êdî ne girîng e. Ya girîng ewe ku Kurdistan wan qeyûman naxwaze. Eger qeyûm tiştekî baş bûya dewletê nedatanî ser wan şaredariyan. Lewma jî gelê me naxwaze bi wan qeyûman re bijî. Cihê wan qeyûman li Kurdistanê tineye. Eger şaredarî hebe divê ya gel be. Eger mirovek bi rehetî nikaribe biçe wê şaredariyê, wê demê ti wateya şaredariyê tineye. Divê hevşaredarên DEM Partî jî di ferqa wê de bin. Gelê me bi fedekariyek mezin hişt ku şaredarî nekeve destê qeyûmên AKP’ê. Lewma divê DEM Partî jî ji bo têkbirina polîtîkayên qeyûman stratejiyekê pêş bixe.
Careke din vegera li wan şaredariyên veguherî şahiya gel. Gelê me wekî şahiya demokrasiyê pêşwazî dike. Her şaredariyek keleha berxwedanê ye. Ji bo parastina wan kelehan jî berxwedan bi dawî nebûye. Dibe ku hilbijartin bi dawî bibe, lê têkoşîna hilbijêran divê her dewam bike. Hilbijêran ewqasî ked dan û hiştin ku şaredarî têkevin destê DEM Partî. Niha jî dema parastina wan şaredariyan e.